
Nûçeyeke nivîskara malpera me Nura Şane a sensational
Profesor Doxtor Uğur Şahin sala 1965an li bajarê İskenderunê di malbeteke kurdan a zazakîaxêv da hat dinê. Dema ew 4 salî bû, malbeta wî ji dest zilma dewleta tirk koça welatê Almanyayê kir.
Profesor Uğur Şahin li Almanîyayê li Zanîngehekê beşa bijîşkiyê xilaz kir û dest bi lêkolînên kûr kir.
Wî sala 2008an da şîrketa BioNTech ava kir.
Bi jina xwe Doxtor Özlem Türeci ra gelek methodên nû dît bo çend cûrên kanserê û bi ser ket. Şîrketa wî her ku çû mezintir bû, niha şîrketa profesorê kurd bi saya dermanê koronayê ra 20 milyar euro zêdetir deger bi dest xist.
Herdû jî nav şevekê da li Almanyayê ketine nav 100 kesên herî dewlemend.
Dewlemendî ne tenê bo wan bû, bo Almanyayê jî, ku bi saya wan prestijeke bêhempa û aboriyeke zêdetirî 750 milyar dolar li ser xwe zêde bikin.
Di wêne da: Profesor Doxtor Uğur Şahin û xanima wî Doxtor Özlem Türeci.
Riataza