Diyalektîka Budîzmê

Diyalektîka Budîzmê

Rahul Sankrityayan

Werger: Ali Gurdilî

 

Di Budîzmê de, ne cihê Xwedê û ne jî cihê pirtûkekê pîroz, ku bi awayê wehiyê hatiye hinartin heye. Kêm zêde di wan olên din de, mirov dibîne ku rewişt ”ehlaq” li ser hîmê başî yan xirabiya tevgerên mirov bi cîh bûye. Mirov li gorî semaxa Xwedê tevdigerin, tiştên ku Xwedê diferme baş in û tiştên qedexe dike jî, xirab in. Bûdîzm, di vê mijarê de cuda ye. Li gorî budîzmê jî, qencî û berxwîdariya piraniyê, pîvana başî û xirabiyê ye.

 

Nêrînên Gautama Buddha yên Aborî û Civakî

 

Di warê aborî û civakî de, nêrînên Buddha cewaz in. Ji bo rahîb û rahîbeyan, riya xizmetekê baş destnîşan kiriye. Buddha, yên ku ne li gorî pîvana vê mengiyê jiyane jî, wan bi ”serfkarên bêxêr yên dewletmendiya neteweyî” bi nav kiriye. Ji wan re, jiyana komavayê (communal) pêşniyar kiriye. Di sîstema rahîb û rahîbeyan de, komunîzma aboriyê ava kiriye. (ji bilî alavên şexsî yên ku ji layê kesan ve têne bikaranîn; weke cil, kotika parsê û hwd) Hemû tişt, malên komavayê dihatin dîtin. Xanî, bostan, amûratên çandiniyê, keryole, destên livînan û hwd, hemû xwedaniya (mulkiyeta) komavayê bûn. Ew erdên ku bexşên komavayê dibûn jî; ew ji bo siberoja komavayê, li ser navê komavayê hatine qeydkirin. Belam di komavaya budîst de aboriya ”ekonomiya” komunîzmê, demekê dirêj berdewam nekiriye. Li gorî qeydên ”sanchî” û ”bharhurtê” hê di sedsala 2-ê de (B.Z) rahîb û rahîbeyan, bi hatiniya xwe li perestişgehê çeper û stûnan didane çêkirin. Ev yek jî, nîşan dide ku ew ji bilî tiştên xwe yên şexsî yên bikaranînê, xwediyê xwedaniyekê şexsî jî bûne.

 

Li gorî baweriya Buddha: bingeha monarşiyê, di çavkaniyekê pîroz de bû. Kraltî jî, hilbera berfirehbûna xwedaniya taybet bû. Xwedaniya taybet, di navbera mirovan de rê li newekheviyê û dabeşbûnên çînî vedikir. Bi vê encamê re di navbera mirovan de, nerazîbûn û şer dest pêkir; ku di encamê de bi awayekî eşkere yan bi dizî, mirovan destê xwe dirêjî malên hevdu kirin. Lewma jî, ji nav xwe dadgehekî hilbijartin û e wî jî; hêza gel, ji bo armancên jixwerexwaz civand û bû kral. Di wê dewra ku Buddha jiyaye de, ciyewazibûna aborî û civakî tûj bû. Buddha, ji bo ku bikaribe wê newekhevitiya civakî ji holê rake; hemû hewl dana xwe, daye keşîşxaneyên komavayan. Belam, e wî çareserkirina vê newekhevitiya civakî, di pîlanên gerdûnî de didît. Bi nêrînên xwe yên dijberê kastparêziyê, çend encaman bi destxist. Lê heta yek ji holê nehatana rakirin, hêza wan ne digihêjte ya din. Lê dîsa jî, komavayên Buddha ji bo wan beşdarên kastên jêr, ji hêla mafên şexsî ve çend mafan dida wan. Budîzmê, ti caran ferqûmelitiyê nexistiye nav nîjad, welat û mirovan. Lewra, budîzmê bi tundî wekheviya hemû mirovan diparast. Budîzmê, dixwest ku di jiyana civakî de <jiyaneke bi hevre> ava bike. Ji ber ku Budîzmê tu ferqûmelitiyê nedixist nav kulturên cihêreng, mîsyonerên budîzmê jî; ti caran zordestiyekî li çanda tu neteweyan nekirine û vê yekê, ne anîne aqilê xwe jî.

 

Felsefeya Budîst

 

Di çend mijaran de mirov dikare behsa gelek lêzêdekirinên xweser bike, belam, lêzêdekirinên budîzmê yên di warê felsefeyê de bêhempa ne. Encax, mirov nikare bibêje ku vê felsefeyê alikariya felsefeya Marx kiriye, yan gihêjtiye bingeha wê felsefeyê. Gotina vê yekê, çewtiyek e. Encax, mirov dikare bibêje ku xwendekarên felsefeya bûdîzmê, çêtir yan êdî hêsan dikarin ji felsefeya marksîst fêhm bikin. Em dizanin ku felsefeya Hegel, di berfirehbûna felsefeya marksîst de rolekê girîng leyîstiye û marksîzmê jî, li gorî erka xwe, nakokiyên felsefeya Hegelî ji holê rakiribû. Di felsefeya Hegel de ew rasteqîniya ku serberjêr disekiniya, bi rêbaza pêzewariya (materyalîzma) diyalektîk, li ser piyan hate rûniştandin. Hegel, di wê hizrê de bû ku raman yan zêhn, bingehîn e û made jî hilbera wê ye. Heke mirov bi awayekê berfireh budîzmê binirxîne, wê demê mirov nikare bibêje ku budîzm dişibe mengîweriya (îdealîzma) Hegel. Ramana felsefeya xwendegeha <Yogacharayê> jî, ne madî û dînamîk e. Ev xwendegeha felsefî jî mîna wek Hegel, hêzr û ramanê rasteqîniya bingehîn dibîne. Akîdeya bingehîn ya budîzmê, ”her tişt, bi dawî ye” ye. Ango, dawiya her tiştî heye. Piştra hatiye gotin ku ”yên berdemî (demdemî), bêdawî yan dînamîk in; yên neberdemî (nedemdemî) jî, ne rasteqîn in.” Bi vî awayî, felsefeya budîst li vê dinyayê hebûna tiştekî bêdawî yan statîk, qebûl nedikir. Ango, li gorî vê felsefeyê her tişt bidawî ye. Înkara Xwedê yan giyanê jî, encama vê hêmanê (prensîpê) ye. Felsefeya budîst, pesnê xwe bi nepejirandina giyanê ”anatmavada” dide.

 

Tarîxa zayîna Buddha, li dema Upanîşadan ”metnên pîroz” rast tê. Zanayiyên Upanîşadan, girîngiya herî mezin didane giyanê. (Giyana şexsî, yan jî giyana cosmîk) Giyan, ne madî ye, bêdawî û tiştekî naguhor e. Budîzmê, di destpêkê de vê felsefeya bêdawitiyê ”bênatiyê” hilweşandiye. Li hemberî ”atmavadayên upanîşadan” (ku li gorî vê felsefeyê, rih heyîna bêdawî û naguhor e) lixwekirina navê  ”anatmavada” yê  (ku di vê felsefeyê de jî giyan nayê pejirandin) ji ber vê sedemê ye. Dînamîzma felsefeya Budîst, ango rewşa herkbûna hemû tiştî, (flux) bi temamî nêrînekê cihêreng nîşanî me dide. Yên baweriya xwe bi giyanê tînin, yan bênatîparêz in jî; bêgav mane û baweriya xwe bi guherîna dinyayê anîne. Lê, wê baweriya xwe ya heyînekê bêdawî jî domandine. Ji vê yekê re, ”Atman” yan jî  ”Brahman” digotin. Budîstan wiha digotin: ”Dema ku em li gewdeya dareka mûzê mêze bikin, wê em ê bi temamî rastê tebeqeyên li ser hevdu werin. Hilikeke din, tune. Mîna vê yekê, di gerdûnê de tu tişt (Atman yan Brahman) hilikeka bêdawî nahewîne. Lewra, li vê dinyayê regezek (ûnsûrek, nûveyek) bêdawî tune.”

 

Çavkaniya valahîparêziyê, ango voidismê  (shunyavada) jî, ji xwe ev der e. Ji bo şirovekirina têgîhîna dînamîzmê, mînaka ewran yan gura lembê dihat nîşandan. Dinya jî, mîna ewran herdem diguher e. Elmasa herî hişk yan jî hesin, herdem diguher e. Ê baş e, wê demê ferq yan manendiya (mînanîtiya) guherîna şeklê pêşîn û dawîn çi ye? Bersiva vê pirsê ji bo budîstekê wiha ye: ”Manendiya wan, ya di rêxistîbûna wan de ye.” Encam, herdem dişibe sedemê ku çavkaniya çewtiya yekîtiyê (oneness) jî ev der e. Gura lembê, herdem diguher e. Encax, ji ber ku ew gura (alaw) nû, dişibe ya kevin, em wan heman gur dihesîbînin yan jî, em wê encamê jê derdixin.

 

Teoriya Sedemîtiyê

 

Piştî bêqeyd û bêmerc, pejirandina dawîndariya hemû dinyaya der û hundir, pêwîstî bi teoriyeka sedemîtiyê derkete holê. Yên atoman û madeyê, mîna tuxleyên naguher dibînin; dikaribûn biparastana ku hatina wan ya cem hevdu, wanekên (nesneyên) nû diafirînin. Yekbûn yan jihevçûna wan, dibû tekabûlê derketin û xilasbûna tiştan. Heçî budîzm bû, baweriya xwe wiha bi tuxleyên naguher nedianî. Tu tişt, ne xwediyê hilikeka bêdawî bû. Ango, tişt (vastu) na, lê bûyer hebûn. Buddha, ji bo şirovekirina zagona sedemîtiyê termînolojiyekê cihêreng bikaraniye; ku ew jî, ”zayîna pêgirtî-pratitya samutpada” ye. Dema ku Buddha vê termînolojiyê berfireh dikir, wiha vedigot: ”Dema ew hebû (piştra) ev derkete holê û ji ber ku ew hebû, ev çêbû.” Bi awayê gotina wî: ”ev tê zayînê.” (asmin sati idam bhavati) Yên diqede (temam dibe), dibe sedem, yên piştî sedemê jî encam e. Dema sedem hebû, encam bi temamî tunebû. Dema ku encam derketiye holê, wê demê sedem jî bi temamî winda bûye. Di naveroka sedemê de hilikeka bêdawî ya ku xwe vediguhêzîne encamê, tune. Di navbera wan de, ji bilî danûsitandineka demhatinî ve; ku yek piştî yekî tê, yan ew ê dî piştî wê ya din tê, tu têkiliya wan tune.

 

Kollektîviya Sedeman

 

Dema ku mirov, dinyayê di nava herkekê de dibîne û ne weke kombûna tiştan, lê weke kombûna bûyeran bibîne; wê demê têgeha ”zayîna pêgirtî” (origination) bivênevê dertê holê. Tunebûna teoriya zemînekê (substratum)bêdawî (ebedî), bivênevê wan nêzîkê baweriya bûyeran kiriye û bi vê yekê re jî; budîstan wiha bawer kirine, ku dinyaya me ji bûyeran pêkhatiye, ango çêbûye. Nepejirandina wan ramanên kevin, yên derheqê zagona <sedem–encamê>  bivênevê, rê li zagona ”zayîna pêgirtî” vekiriye. Bi gotinekê din: Zayîna pêgirtî, ketiye dewsa teoriya sedem-encama kevin. Felsefeya budîzmê di vê babetê de jî ji wê dilêrîna kevin, ya têgeha ”sedemek, yek yan ji yekê zêde encaman derdixe holê” hilweşandiye. Li gorî felsefeya budîzmê tu tişt, (li gorî wan dharma) ji tiştekê nayê zayînê. Her encam, ne xwediyê sedemek tenê ye, çend sedem bi hevdu re, rê li encaman (bireseran, nesneyan) vedikin. Ji vê teoriyê re, ”kollektîviya sedeman” (hetusamagrivada) hatiye gotin. Fîlozofê qedirbilind Dharmakirti wiha dibêje: ”Tişt; ne tenê ji tiştekê, ji hemû sedemên kollektîv têne zayînê. Dema ku çend sedem têne cem hevdu, encamek dertê holê û kêmasiya sedemekê herî biçûk jî, wê rê li derketina encamê bigre.” Li gorî vê felsefeyê; encam, ji sedemê bi temamî cewaz e. Bi gotinekê din: Derketina holê ya encamê, veguhêrînekê (guherînekê) wesfînî ye û ev veguhêrîna wesfînî (derketina encamekê seranser cihêreng, ya holê) heke hemû sedemên ku pêdivî bi wan heye û xwedîpîvan in necivin, ew pêk nayê. Ev têgeha sedem û encamê, veguhêrîna wesfînî û wê kollektîviya çendaniyê (nîcelîteya ku kollektîviya sedema ye) diguncîne.

 

Danasîna Rasteqîniyê

 

Di bin ronahiya têgîhîna vê dinyayê de ramanwerên budîst, ji nû ve ”yên rasteqîn û yên ne rasteqîn” nasandine. Ji bo ramanwerên berê, ev danasîn gelekî hêsan bû: ”Yên bêdawî (ebedî), di naveroka xwe de naguhor e (immutable) yan jî; yê naguher (unchangeable) xwediyê encamekê rasteqîn e (noneternal) û dikare biguhere, yan jî; yên ku ji hilika xwe ve diguherin, ew ne rasteqîn in.” Belam, di budîzmê de cîh ji rasteqîniyên wiha re tune. E wan, tişteke rasteqîn wiha dane nasandin: ”Yên ku, xwediyê hêza tevgera rasteqîn e.” (arthakriyasamartham) Şêrînahî û nan, tiştên rasteqîn in. Lewra, muktedîrê tevgereka rasteqîn in. Ango, xwediyê hêza têrkirinê ne, muktedîrê vê yekê ne. Heçku, ew nan û şêrînahiyên di xewnan de, ne rasteqîn in. Lewra, ew ne xwediyê hêza têrkirina zikên me yên birçî ne, ew ne muktedîrê vê yekê ne. Ji yên xwediyê vê tevgera nesnel ya muktedîr re, ne tenê rasteqîn; herweha rasteqîniya mitleq tê gotin. Li gorî baweriya ramanwerên berê, yên rasteqîn ne xwediyê vê tevgera nesnel ya muktedîr bûn. Lewra yên di hilika xwe de naguher e, ew bêdawî û tekûzbû. (bêkusûrbû)

 

Ê baş e, delîlên wan tiştên ku li derveyê sehekên me ne, delîlên wan çî ne?

 

Rasteqîn, pêwîst e xwe bi ezmûnekî nesnel îspat bike ku tu tişt bi tenê li ser hîmê aqil, rasteqîn nayê dîtin. Di vê babetê de Dharmakirti wiha dibêje: ”Heke nesne wiha bin, wê carê em kê ne?” Aqil, ne mitleq e û bi tenê, tevgera nesnel û ezmûn, pîvana rasteqîniyê ne. Ev çekek mezin bû, lê ne hate bikaranîn. Ji bo vê yekê jî, sedemek hebû. Pêşveçûna hemû zanistê li ser hîmê vê yekê bi cîh dibe, ku ev hêmana pejirandina rêzaniya nesneyan e.

 

Made û Hiş

 

Di felsefeya budîst de, di babeta laş û hiş û made û hiş de, ramanên cuda hene. Di nava budîstan de mengîwerên (îdealîstên) kitparêz, (menist) dibêjin: ”Bi tenê, hiş rasteqîn e.” Lewra, rasteqîniya wan (ango hiş) dînamîk e. Yên din, ango dualîst jî; yeko yeko û bi awayekî ji hev cuda, hebûna made û hiş, dipejirînin. (kaya sthitam manah) Lê herdu enî jî; heta pîvanekî wê peywendiya ku di navbera hiş û made de heye ku ev yek peywendiyekê beramber e, radixin holê. Ango rajêriya (bindestiya) hiş, ya li hemberî madeyê radixin holê. Parastkarên angaşta duyemîn jî, cihêrengbûna hiş û madeyê nepejirandine û gotine ku: ”Dinyaya madeyan, mîna avê û pêlan, dengvedaneka hiş e.” (transmutation:parinama)

 

Ev yek, nêzîkî felsefeya Hegel e. Heke, di dewsa hevoka ”made, dengvedana hiş e.” de; hevoka ”hiş, paresana (evrîma) made ye.” bête bikaranîn; wê mengîweriya budîst, ji wê rewşa xwe ya serberjêr, were rizgarkirin. Di felsefeya wan de, awayê ramaneka wiha hebû. Dema ku encam li gorî sebebê bi temamî cihêreng be, wê demê ne dijwar e ku mirov bibêje hiş ji madeyê berfireh bûye, belê ev yek pêkan e. Angaşta pêzewariya (materyalîzma) diyalektîk ew e ku hiş, ji madeyê berfireh dibe. Lê ti caran, nabêje hiş made ye. Berawajiya vê yekê, dibêje hiş bi temamî ji madeyê cihêreng e û berfirehbûna wê ya herî bilind e. Di dema Buddha de, hem ramanwerên ku giyanê bêdawî (ebedî) didîtin û giyanê ji layê hilikê ve naguher dihesibandin hebûn û hem jî; ramanwerên pêzewar (materyalîst) yên ku hebûna giyanê (rih) nedipejirandin û ku ji asta pêzewariya mekanîk, xwe rizgar nekiribûn, hebûn. Buddha û şopgerên wî, çend regezên ”pêzewariya pêşwext” parastibûn, encax ew ne amade bûn ku ve felsefeyê bi pêzewariyê (materyalîzmê) biwesfînin. Ramanwerên Budîst, hê di destpêkê de ji bo şopandina navînrêyekê biryara xwe dabûn. Di wê derê de jî, xwestibûn ku xwe di navbera ”teîzm” û ”materyalîzmê” de bihêlin. Heçku di mijara tinebûna bêdawiyê de, e wan navînrêyekê ne pejirandibûn. Ji bo vê yekê tenê ye ku Budîzm, ol tê hesibandin. Li hember vê radîkalîzma wan, ew baweriya wan ya ”zayîna ji nûve” û girêdaniya wan, ya bi nehêniya ”yogayê” mîna olên din e. Êrîşên bi tundî, yên ku ramana budîst li hember akîdeyên ava pêk dianî, bi vê gotina fîlozofên hîndîstanî yê Dharmakirtî, wiha tê îsbatkirin: ”Pejirandina desthilatdarekî û yekemîn afiraneriya  (vedayê), bi riya weftîzên pîrozdaxwaza bidestxistina nîrxekî û ji bo bexşandina gunehên kastparêziyê; eza û cefaya ku li laşê xwe dikin, ev in taybetmendiyên bodekiyê.”

 

Çavkanî:

Budîzm û Felsefe: Rahul Sankrityayan. Werger: Sibel Ozbudun. Weşanên Veguhêrîna Civakî. 1988 Stenbol. Rp:7-14

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev