Xweza û Dewlet

Xweza û Dewlet

Orhan Agirî

 

Xweza, weke derbirîna heyîbûna tevahiya heyîtiyê, ew yekûna hemû qewimînên dîtbar û nepenî ye ku temamî rûdan têde li ser binateyek hevkarî-pevçûneke bêrawestan pêk dihên. Tevahiya hêman û fonksiyonan (wek pirtik/partîkulên elemanter û çar hêzên bingehîn) li ser esasek dijberî-hevkariyê, dibin bireserîtiya  temamî kirûyên xwezayê.

 

Astrofîzîknasê Kanadayî profesor Hubert Reeves dibêje: Li gorî teoriya Big Bang, (ku li gorî wê, Gerdûn beriya 13-14 milyar salan, bi teqîna ‘cih û temtêl’ ek bêdawî hûr, bêdawî tîr ve xuriciye) di serdema xwe ya ewil de Gerdûn di bin serpereştiya germahiyek bêhed de bû. Di gerdûnê de bûjen (made) û dijbûjen (antîmade) bi rêjeyek wekhev hebûna xwe didomandin, û di her li hevûdu qelibînekê de partîkul û dijpartîkulan hevûdu tine dikirin, ji vê yekê tenê roniyek xwerû dihat holê. Astofîzîknasê rus Andrei Dmitrievitch Sakharov bi pîvanên ezmûnî da nîşandan ku di saya ferqek zor zor kêm a rêjeyî de, ji milyarekê yek partîkul pêrgî dijpartîkulek nehatiye û bi vî awayî binateya qewimîna gerdûna me ya îroyîn saz bûye. (1) Her waha Hubert Reeves di wê baweriyê de ye ku xweza pêvajoyek ji ‘tesaduf û pêwistî’ yê ye. û ji bo vê yekê mînakek waha dihîne : «Şeş milyar mirov ji lay heman zagonan (pêwistiyê) ve dihên afirandin, lê ji aliyê xûy û rûçikan ve ji hevûdu cudabûna 6 milyar mirovan hilbera tesadufê ye.» Lê li pişt vê têgeha ‘tesaduf’ ê bixwe jî pêvajoyek tijî raz û pirsên neçareserkirî li kar e, sebaret derbarê mijarên ku xwe têkilî çarenûsa mirovî dikin de, yên wek ziman, nijad, zayend, reng… û ger mirov bihîne bîra xwe ku xweza ji bo ku xwe ji kaos û aloziyek bêserûbin biparêze mecbûrê hebûna hin pîvan û kêşeyan e, ew çax derdikeve holê ku têgeha tesadufê ne ewqas zêde tesaduf e.

 

Hemû heyîn û heyber, ji ber mekanîzmek determînîst a xwezayî, hêj di destpêkê de bi hawayekî kategorîzebûyî derdikevin bal hebûnê. Anku bi nasnameyek diyar ve xwe-kifşkirin, bi xwezayê re yekemîn dayîn-standina heyînan e ku jê nirxên otantîk çêdibin. Îfadeya herî bilind a vê dayîn-standinê zayend, nijad û ziman e li cem mirovan. Lê karê kemalet, parastin, pêşvexistin, rûmetdarkirin, geşepêdana van nirxan bi temamî dikeve ser milê behremendiyên wek xîret, xebat, wêrekî û zîrekiyê. Kesayetên ku mezintirîn şayîşa wan, tevgerîna li gorî  van qalîteyan e, anku,  kesên ku hêjatiyên wek heşmendî, wêrekî, xîret û zîrekiyê hildabin navenda jiyana xwe, bivê-nevê xwe digihînin asta têgijek (şuûrek) ku ji bo pirraniya beşine  civakê yên mayî  nebeled, biyan û nenas e. Gelo piştî gihîştina li vê qonaxa têgihîştin û zanatiyê, rewşa vê nasnameya otantîk çi dibêje ji bo rewşenbîrên kurd ên dilsoj û dilsozên nasnameya xwe? Mixabin têkirdetî (edîlgenî, pasîvîte), têkçûyîn û paravîyek mezin  û bêhempa! Lewma îro  şerm, xem û janek kûr xwe berdane nav dilê her rewşenbîrekî rast û dirust. Bêguman her kurdek ku ji rewş û temtêla xwe ya îro şerm nake, ew hêj negihîştiye wê zanebûnê ya ku şermkirinê hînê wî/wê bike lewma.

 

Li pêşberî û di nava xwezayê de di nav qelsî, neçarî û hewcetiyan de bûn çawa ku rewşeke xwezayî ye; bi saya hevkarî û bihevkirinan ve xwe bihêzkirin, û hewla xwe gîhandina pêkarbûnekê jî ewqas halekî mirovî ye. Hawayê herî raser ê vê bihevkirin-organîzasyona ku mirov pê ji xwe re pêkarbûnek layiqê rûmet û abûr/heysiyeta  xwe peyda dikin: Dewlet e.

 

Dewlet, ger  wek peymaneke ku ji bo hevrejînekê di navbera mirovan de dihêt kirin ; yan jî wek ew saziya ku çînek, zumreyek pê zumreyek din dişêlîne-dizêrîne,  were dîtin  ti carê  rastiya li hevudu hewcebûna ferdan ji holê ranake. Li gorî Platon, ferd ji ber ku tena serê xwe nivîşkan û kêmhêz in ji bo parastin û berdewamiya jiyanê, bi neçarî hewciyê hevûdu bûne û hatine  bal hev.  Ev kombûn e ku dibe binateya hemû sazbûn û organizasyonên civakî yên ku dê wek dewlet yan jî saziyek din bihên binavkirin. (2) Çi wek sembola ku dibe îfadeya pêvajoyek derûnî, çi jî wek saziyek madî bihêt dîtin û pênasekirin, dawiya dawî, dewlet berztirîn asta hewl û kiryara hevgirtinek mirovî ye li hember qelsî, hewcetî, nepêkarî, keser, xedarî, hevî û neçariyên ku ji hindir û derva ve xwe disepînin ser mirov… Li vir, ji rawestîna li ser pênaseyên têgehî zêdetir, dixwazim werim ser  mijara  etimolojiya peyva berginda Dewletê ya di zimanên ewropî de.

 

Tiştek seyr e ku maneya peyva ku zimanên Ewropî jê peyva Dewletê çêkirine pirr balkêş e anegorî wateya peyvek bi girîngiyek giran ve di zimanê me de li kar e. Ji bo peyva dewletê di zimanê Fransî de ‘êtat’, di yê Ingilîzî de ‘state’, di yê Italyanî de ‘stato’… dihêt gotin. Li gorî ferhenga ‘Larousse étymologique’ koka van peyvan ji peyva ‘status’ a Latînî dihêt û ev peyv bi xwe jî ji lêkera ‘star’ a Latînî derketîye. Wateya vê lêkera ‘star’ ê ev e «xwe li piya girtin, şiyana mayîna li (ser) piyan.» Di zimanê Kurdî de ev peyva ‘star’ kîjan wateyê dide? Di ferhenga D. Izolî de waha hatiye hizwartin: ‘xwe parastin, xwe hêwirandin û xwe spartin.’ Yanî ew «liv û tevgera ku hemû zindî bê sekin di nav de ne ji bo karbûna li piya mayînê û domandina jîyanê.» Anku ew hewcetiya herî pêwîst, herî jêneger a ku hemû formên zindiyan, ji yên kitşane bigire heta yên herî binyad têkel, li dû ne. Gava dewlet bi vê wateya xwe ve ev hewcetiya jêneger a hemû zindîyan be, çawa pêkan e ku ji layê hin zindiyan ve bihêt redkirin? Dibe gelo ji zindiyên li ser axa Mezopotamiyayê, cureyek tûşê mûtasyonek nedîtî û sosret bûye, îca pispor û zanistmendên biyolojiyê vê sirê ji me û ji hemû cîhanê vedişêrin?

 

Çavkanî

1- Hubert Reeves, Là où croît le péril… croît aussi ce qui sauve. Edition du Seuil, septembre 2013

2- Platon, La République. Flammarion, Paris, 2002.

Çavkanî: Kovara Felsefevan. Hejmar 03. Sal: 2015  

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *