Serxweşîya Rêberên ruhanî yên Êzdîyan bona kirasguhastina welîyê Hewlêrê

Serxweşîya Rêberên ruhanî yên Êzdîyan bona kirasguhastina welîyê Hewlêrê

Mîrê Êzdîyan û serokê Şêwra ruhanî yê êzdîyan Mîr Hazim Tehsîn beg û Babe Şêxê nû Şêx Elî Îlyas girêdayî wefatbûna welîyê Hewlêrê Firset Sofî serxweşî dan.

”Em bi bihîstina behsa wefata birêz Firset Sofî, welîyê paytextê Kurdistanê – Hewlêrê, pir xemgîn bûn”, – Mîr Tehsîn beg di serxweşîya xwe ya ser navê serekê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nivîsîye.

”Em serxweşîyê didine We û binemala rehmetî. Em bangî Xwedayê Mezin dikin ruhê wî di buhuşta narîn da be, ji malbeta wî ra sebirê dixwezin”.

Şêx Elî Îlyas jî, ku di van rojên buhurî sa bûye serekê ruhanî – Babe Şêx, bo mirina Firset Sofî xemgînîya xwe dîyar kir.

”Bo vê behsa diltazîn ez serxweşîyê didime serekokkomarê Herêma Kurdistanê, serekê Hukumeta Kurdistanê, rêvebirîya bajarê Hewlêrê, dost, xêrxwaz û hezkirîyên rehmetî. Firset Sofî merivekî qenc bû û herdem di hindava gelê xwe û welatê xwe da xemxur bû. Mirina birêz Firset Sofî windakirineke mezin e. Bira Xwedayê Mezin ruhê wî şad bike”.

Meytê rehmetî welîyê Hewlêrê Firset Sofî 19ê çirîya paşin anîne Kurdistanê, li wir merasîmeke xatirxwestinê hate organîzekirin.

Bi dehan karmendên fermî yên kurdan yên derecebilind û nûnerên welatên dereke li wir amade bûn bona xatirê xwe ji welîyê 41ê yê paytextê Kurdistanê bixwezin, ku roja çarşema buhurî di nexweşxaneyeke Enqerê da ji Koronavîrûsê jîyana xwe dest dabû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *