“KEREMA XWE BI KURDÎ XEBER BIDIN”

“KEREMA XWE BI KURDÎ XEBER BIDIN”

Abdurrahman Benek

 

Ji eşîra Brûkî ye û li paytexta Azerbaycanê li Baku’yê dijî. Xwedê ew li Ermenistanê daye. Navê wî Barî Fetiyev e. Ew û xanima xwe Tamara Fetiyev bi mêvandarî hatibûn Wanê. Li

mala kurmamê xwe diman. Bi Kurdiyeke paqij û sade diaxivîn.

Tamara Xanim tam heft ziman dizanibûn. Mamostetî dikir û li ser çanda Kurda ya li Qafqasyayê lêkolîn jî dikirin.

Kurmamên Barî beg di nav xwe de bi Tirkî diaxivîn. Bi zarok, hevjîn, xûşk û birayên xwe re bi pirranî Tirkî dipeyivîn..

Barî begê ku li Azerbaycanê ji polîsiyê malnîş bûye carna xwe ranedigirt û digot:

“Kerema xwe bi Kurdî xeber bidin.”

Her ferdekî malbata ew lê mêvan e, bi awirên “gelo ev çi dibêje” lê dinêrîn û çend gotin bi Kurdî dikirin û mîna ku tu otomotîkê eyar bikî, car din gotina xwe vedigerandine Tirkî û sohbeta xwe didomandin.

Di nav saetekê de ev hişyariya sêyemîn bû ya Barî beg:

“Çima hûn xeberdana xwe bi zimanê xwe Kurdî nakin?”

Kurmamekî wî:

“Wele pismam em wiha elimîne.”

Kurmamekî din yê Barî beg:

“Em ferqê nakine ara (nav) zimanan. Zimanên dinyayê giştik ên me ne. Em xwe hîn rehet bi Tirkî îfade dikin pismam, tu jî az çok (kêm zêde) Tirkî anlamîş dibî ne wilo?”

“Ez pirr nizanim lê helbet qasî xwe fehm dikim. Çima zimanê me heye, em bi zimanê xwe xeber bidin rindtir e.”

Barî beg pênc ziman dizanibûn. Li Qafqasya tama gellek zimanan girtibû lê bona wî tama Kurdî ji tu zimanan tunebû. Ji bo wî ziman dayik bû, welat bû, cih û warê ku hesreta wê dikişîne bû.

Xanima Barî beg Tamara xanim jî li civakê hazir bû. Wê zêde dengê xwe dernedixist û her guhdarî dikir. Di wê navberê de jinên malê jî du caran gazî Tamara xanimê kirin, ew çû aliyê

jinan û hat. Jinan bi Kurdî gazî Tamara xanimê dikirin.

Zimanşûjin tam sê caran bûbû şahîdê ku Barî beg hişyarî dabû mazûvanê xwe û xwestibû ku bi zimanê xwe biaxivin. Zimanşûjin:

“Barî beg, em Kurdên vira, dema bi zimanê serdestan diaxivin şerm nakin. Li cem we, rewş çawa ye, hûn jî bi zimanê Azerî û Ûrisan diaxivin di nav xwe de û bi hev re?”

Barî beg heza xwe ji vê pirsê re hat û got:

“Em li Azerbaycanê ku du Kurd têne cem hev, em fedî dikin ku bi zimanê Azerî an Ûris xeber bidin. Em bi hev ra Kurdî xeber didin. Yanê li cem me şerm e, lê li cem we ne xem e.”

“Erê wele li cem me ne xem e.”

Fetî beg lê zêde kir:

“Meriv li dûrî welatê xwe be, meriv bîra her tiştekî welatê xwe dike. Hûn di navda ne û bona we normal tê. Ku me jî wek vira bikiribaya, zûda me yê zimanê Kurdî jibîr bikira.”

Kurmamên Barî beg bêdeng man. Zimanşûjin got:

“Yanê mîna ku mirov diya xwe hez neke, here diya cîranê xwe hez bike.”

Ev mînaka Zimanşûjin gellekî li xweşiya Tamara xanimê çû ku li ser rûyê wê ken wek kulîlkekê vebû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev