Aqilmendê Gund û Çareserî

Aqilmendê Gund û Çareserî

Nivîskarekî me nimûneyeke zargotinê belav kirîye,

çend kes jî ser wê nivîsê fikra xwe gotine.

Em nivîsê û şirovekirinan raberî we dikin. 

Serdar Roşan

 

Êdî bi çi awayî be rojekê li gundê Pirrzanan gayekî serê xwe diêxe dîzikê.

Diçin ba aqilmendê gund, dibêjin ga serê xwe xistiye dîzikê û nema jê dertê. Ka em çi bikin?

Tevî yên hatî, aqilmend diçe cihê bûyerê.

Dibêje gayî ser jê bikin dê serî derkeve.

Gayî ser jê dikin lê serê gayî dernakeve.

Aqilmend dibêje: Vêca dîzikê bişkînin dê serî derkeve.

Dîzikê jî dişikînin serî gêrî erdê dibe…

 

Vêrsyonên vê nimûneya zargotina me û şirovekirinên balkêş yên du xwendevanan.

 

Ali Kut

Yeka din bi vî rengî heye vê carê aqilmend Bûk e: lawik destê xwe dike dîzik, nizanim penîr an tiştekî şêrîn dixwaze derxîne, destê wî asê dimîne, ev diçin ba aqilmendê gund, ew tê dibîne, gundî jî tev dicivin, heyirî dimînin dê ka çi bikin. Cara dawîn dibên wele em divê destê lawik jêkin! Bûkek nuh jî li wî gundî heye ew jî li wir amade ye, beriya ku destê lawik jêkin, ev tê ba lawik û jê re dibêje: ew tiştê di destê te de ye berde! Lawik berdide û destê xwe paşde dikşîne. Hemî li hember aqilmendîya Bûka xwe ya nû behît dimînin. Ka gelo em jê re çi bikin çi nekin. Wele dibên, yeka welê delal û aqilmend, cihê wê ne li erdê û ne jî li ezmên heye. Ne li erdê û ne li ezmên! Werîsekî tînin û Bûkê bi darekê ve dadilqînin, dikujin!

 

Evdilrehmanê Gundikî

Ev çêroka henê li alîyê me wiha dihêt gotin. Ji gundekê re dibêjin şarzayê filan gundî. Zarokek diçe destê xwe diêxe cerê gozan de û tejî destê xwe goz dike û hêdî destê kurikî ji cerê devteng dernakeve. Aqilmendên gundî li kurikî kom dibin û hinek ji wan dibêjên em destê kurikî jêbikîn û hinek jî dibêjin em cerî bişkênîn. Dengê vê pirsê diçe bûka ji xerîbîyê hatî gundî û bûk dihê û ji kurikî re dibêje kurê min gozan ji destê xwe berde û destê kurikî û cer jî bi selametî rizgar dibin. Lê ya malwêran dibe bûka gundî ya ji xerîbîyê hatîbû û aqilmendên gundî kom dibin dixwazin bûka xwe xelat bikin. Dibêjîn cihê bûka me ne li erdê û ne jî li asîmanî heye, werîsî diêxin sitoyê bûkê û darêve dihilawisîn. Dema bûk dimire û didanên wê dixwehîn, aqilmendên gundî kêyf xweş dibin û dibêjin cihê bûka me xweşe û keyfa wê li cih de ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev