ÇÊJA ŞOR

ÇÊJA ŞOR

Kurê Reşîd 

Çêja şor an jî tama şor yek ji pênç corên çêjê ye.

 

Mirov bi navbeynkariya xaneyên çêjewergir ên di nav çêjegopkeyan de, çêja xurekan digire.

Çêjegopkê pêkhateyên hêlkeyî ne, kîmîkewergirên ji boy nasîna molekulên çêjdar lixwe digirin. Çêjegopke li ser rûyê ziman, li esmanê dev, li ser rûyê zimanê kirkiragî û li ser rûyê gewrî de cih digirin.

 

Ji boy rûdana hestê çêjkirinê, divê molekulên çêjdar ên di nav xurekan, di nav lîkê de bi têra xwe bihele û di kunika çêjê de derbasî nav çêjegopkeyê bibe, li wir rastê wîrdememîleyên xaneya çêjewergiran were. Piştî berevajîbûna xaneya çêjewergir, divê ji xaneya çêjewergir, demareguhêzer bêne derdan ko di demarexaneya hestê de erkê kar bide destpêkirin.

 

Ji van gavan şûn ve demarexaneyên hestê, ragihandinên ji molekulên çêjdar, bi şeweyê demareragihandin ber bi lakêşemoxê, paşê ber bi talamusê, ji wir jî ber bi tûkila mejî ve dişînin. Têgihîştina çêja şor di navenda çêjtinê ya tûkila mejî de peyda dibe.

 

Hestê çêja şor bi gelemperî ji ber Îyonên sodyumê (Na+) peyda dibe. Çavkaniya serekî ya sodyumê, xwêya sifreyê ye. Xwê ji îyonên sodyum û klorê (NaCl) pêk tê. Xwêya nav xurekan, di nav lîkê de dihelê û bendên kîmyayî yên navbera îyonên xwêyê diqete, loma îyonên Na+ û Cl- bi awayekî serbest di nav lîkê de belav dibin. Ji xeynî NaCl, hin xwêyên din jî dibin sedema çêbûna hestê çêja şor.

 

Xaneya çêjewergir a çêja şor di dema asayî de, ango gava mirov tiştek xwêyî naxwe, di asta cemsergiriyê de ye. Dema mirov xurekek bixwê (şor)dixwe, îyonên sodyumê di nav lîke de dikeve nav çêjegopkeyan, bi vî awayê xestiya îyonên sodyumê li derdora wirdememîleyên (kûlkên çêjtinê) xaneyên çêjewergir de zêde dibe. Loma Na+ ji derveyê xaneyê bi navbeynkariya cogên sodyumê,diherike nav xaneyê.

 

Bi vî awayê di xaneya çêjewergir de berevajîbûna cemsergiriyê rû dide. Bi berevajîbûna cemsergiriyê, cogên kalsiyumê ve dibin, kalsiyum ber bi nav sîtoplazmayê diherrike. Di nav xaneyê de zêdebûna iyonên sodyum û kalsiyumê xaneya çêjewergirê hander dike ko demareguhêzer der bide. Bi derdana demareguhêzer demarexaneyên hestê yên bi çêjewergiran ve girêdayî çalak dibin. Wateya çalakbûna demarexaneya hestê, destpêkirina erkê kar e. Ango sînyalên elektrîkî bi şêweyê demareragihandin ber bi navenda çêjtinê tên guhêztin.

 

Çêja şor ne tenê ji xwêya sifreyê lê ji xwêyên din jî peyda dibe. Xwêyên li jêr, li gor asta şorbûna (şorayî) wan hatine rêzkirin. Şoriya xwêyên magnezyumê a herî kêm e.

 

Xweyên potasyum, xwêyên kalsiyum, xwêyên sodyum, xwêyên lîtyum û xwêyên magnezyum

 

*Ev xebat li ser wîkîpedyakurdî jî hat zêdekirin

https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87%C3%AAja_%C5%9For

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev