
Ali Gurdilî
Li gor feraseta Marksîst, şekl û awayê berhêneriya (production, üretim, hilberan) ku qonaxeke (merhele, ast, phase, aşama) diyarkirî nîşan dide ye. Karl Marks vê têgihê, ji bo rewşa westar a civakên rojhilatî (ji Misrê heta Hindîstanê) bikar aniye û bi vê dîtina xwe re, civaka asyayî şibandiye civaka destpêkî (primative society, civaka seretayî, civaka hoveber) a komînal û wan wan nêzî hev dîtiye.
Li gor nêrîna Karl Marks civakên Ewropî di dewra Yewnan-Romayê de derbasî terzê berhêneriya koledar bûne û bi vî hawî, ji wê qonaxê derbas bûne. Li gor dîtinên Marks di berhêneriya bi cûreyê asyayî de, milkiyeta taybet tune û milk malê dewletê ye. Karê avdanê di destê dewletê de ye û gundî, têra xwe dikin.
Ango, gundî û cotkar, ne hewceyê civakekê din in. Hunerên destkariyê û rêbazên berhêneriyê jî, gelekî hêsa (basît) ne. Li gor vê yekê civaka asyayî, a ku ji dewleteke pêşketî û ji civakeke sivîl (civil society) a pêşveneçûyî pêk hatiye, ji pêşveçûna ekonomîk û civakî a rojavayê gelekî dûr e.
Ji ber ku dewlet bûye dewleteke navendî û serwerê temamiya civakê ye, rê li ber pêkhatina hinek saziyên ku têkiliya wan bi derketina holê a bûrjuvaziyê (bourgeoisie) re heye, girtiye. Mesela bazara serbest, milkiyeta taybet (mulkiyeta xumalî, private ownership, özel mülkiyet, propriété privée), sîstema loncayê û hiqûqa bûrjuvaziyê, bi tu hawî pêk nehatine.
Ji ber tunebûna mulkiyeta xumalî, di navbera çînên civakê de pevçûn jî çênebûne. Di navbera çînên civakî de ji ber ku pevçûneke dînamîk pêk nehatiye, bingeheke sosyolojîk a ku dê bi kêrî guherîna civakî bihata jî pêknehatiye. tr: asya tipi üretim tarzı / fr: mode de production asiatique.
Çavkanî: Ferhenga Civaknasiyê
Riataza