PELÊN ZER PÊLÊN HAR

PELÊN ZER PÊLÊN HAR

Pirtûkeke delal ji Abdurrahman Benek

Nivîskar, li ser berga pirtûka xwe, wiha nivîsiye: “Dîroka me di çîrokên me de veşartî ye.” Gelo dîroka gelekî çawa di çîrokên jîyana kesayetan de xuya dike? Û dîsa çi bûn çîrokên wan şexsîyetana ku bûne malê dîrokê?

Dema em rûpelên pirtûka bi navê “Pelên Zer Pêlên Har” ji hev vedikin, em dibînin ku her rûpelek wek neynikeka dîrokî, jiyîna me Kurda ya sedsala dawî nîşanî me dide. Di vê berhemê de em, eşîrên ku ji Rewanê derketine, Çemê Erez derbas kirine û çûne herêma Serhedê (1915) û dîsa eşîren ku ji Serhedê xwe li Çemê Erez  xistine û derbasî erdê Sovyeta berê, Naxçiwanê bûne dixwînin (1926). Û em rastî serencemên wana tên, yên bedbext, kambax, dilsoj ku têda rev, sirgûnî, kuştin, zehmetkêşî heye.

Pelên Zer Pêlên Har, çaremîn pirtûka Abdurrahman Benek e ku ji weşanxana Sîtav’ê çap bûye. Ji 200 rûpelî pêk tê. Di pirtûkê de kurtejîyana duwanzdeh kesayetan heye. Ji wan du kes, li cîhanê Kurdên eyan in; Prof. Nadirê Kerem Nadîrov û Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev.

Nadirê Kerem an Nadir Nadîrov, wek “bavê îlmê gaz û neftê” tê naskirin. Îro 88 salîye û li Qazaxistanê dijî.

Akademîsyen, nivîskar Prof. Kinyazê Îbrahîm ji eşîra Celalîyan e. Li Almatîya Qazaxistanê dijî. Îro ew Serokatîya Kurdên Qazaxistanê dike.

Dîsa nivîskar û helbestvan û lêkolînerên Kurdên Kurdistana Bakur jî di Pelên Zer Pêlên Har de hene. Ji wan yek civaknas Burhan Kartal e. Ew li Wanê dijî û brazîyê Kinyas Kartal e.  Yekî din jî mamoste Mîsbah Hîcrî ye. Ew helbestvan û lêkolînerê folklora Kurdî ye.

Di pirtûkê de em dengbêjê navdar Bekir Akkuş jî dibînin. Dengbêj Apê Bekir xelkê Îdirê ye.  Bi deng û xweşawaza xwe meşhûr e.

Zavayê dengbêjê nemir Reso, Zekî Badîkanli jî, di nav rûpelên pirtûkê de cihê xwe girtîye.

Mela Evdilayê Kulek Abdullah Aras, kanîya derd û kula Abdullah Çelik, du kes in di pirtûkê de ku jîyana wan wek romanekê ye û hêjayî xwendinê ye.

Di şexsê Elî Çawiş de Mala Mihemedê Mûsa, mînakek baş e bona civaka Kurda ku pêwîstiya bratî û ji hev hezkirinê ji me re salix dide.

Di vê berhema bîyografîk de em dibine şahîdê kurtejîyana duwanzdeh kalemêrê ji hev cuda.
Çima pelên zer û pêlên har?

Pelên zer; nîşaneya payîzê ye. Kalemêrên ku qala wan dibe, di payîza temenê xwe de ne. Loma pelên zer nav lê bûye.

Pêlên har jî; jîyan, çîrok û dîroka duwanzdeh kesayetên ku tije zor û zehmet e amaje dike.

Di Pelên Zer Pêlên Har de, her camêrek, bi peyv û gotinên xwe yên resen jîyana xwe vedibêje. Nivîskar, bi pirranî her bûyereke wan, ji devê wan vediguhezîne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev