Ji zargotina me – 227

Ji zargotina me – 227

Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye – 4 

Malpera me biryar kirîye berhemeke delal ya Mele Mehmûdê Beyazîdî ya bi sernavê ”Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye” bi dîjîtalîze û sererastkirinên Qasimê Xelîlî beş bi beş, her heftê, roja yekşemê, di bin rêzenivîsa me ya ”Ji nimûneyên zargotina me”, bêy ku têkilî orîgînala berhemê bibe, çap bike. Îro em beşa wê a çaran çap dikin.

 

Dîjîtalîze û sererastkirin: Qasimê Xelîlî 

Û hespêd sipehî û cins di nîva wan da heyîn. Çar cins hesp heyîn: keêl, hed, seklawî, mîeng. Necdî jî peyda dibin, lakin kêm heyîn…

 

Û her siwarekî cengê pênc-agirî dixebitin. Cotek tabanca di qeborê da û cotek tabanca li ber piştan û qerebîne û rim û şûr û sê zirgan jî li ber tenga hespî da dikin. Xulasa siwarekî da deh derb heyîn. Wisan siwarêd mahir heyîn ku agir ji agirî nabire, qewî çapik siwar dibin…

 

Hespêd wan qewî zêde bi dewam û şewlekar dibin. Lewranê dibêjin şev û rojê lê suwar dibin û zehf zorê didine hespa û di şeran da jî Ekrad hespêd bieylem diemilînin û çi qas ku nebûye tengî, zorê li hespêd xwe nakin û dihewêşînin.

 

Hespêd wanî cins şev û rojan ji tirsa dizan revandinê bi qeyd dibin û mifteh jî li nik xweyê malê dibî. Lakin daim hespêd suwarîya şev û rojê; zîn û hazirlixab li qerpuza zîn dibin û çek û sîlehêd wan tijî û tîzkirî ye. Lewranê weku îqtiza bikitin ew Ekrad filhal li ser pişta hespî lazim in. Daim ew hespêd xweyîzînan ceh didin û qenc xweyî dikin. Yanî ew qeder îhtibar nakin ku hespêd xweyîzînan bibin û bitewlînin. Bila ku rojekê da du û sê hewarî peyda dibitin. Lewra li ber derê konî girê didin û hazir dibe. Biharan weku biderketina konan çek û sîlehêd daim şev û rojan heta diketine qişlaxin xanîyan. Lakin di xanîyan da êdî rehet in. Hewar û gazî nabî.

 

Ekserêd ekradêd dewlemend diraf û giranîya malêd xwe dibin û li bazaran dostêd wan heyîn, biemanet datînine nik dostêd xwe, weku lazim dibî diçin û tînin. Lewranê îtibara wan li konan nabî. Ji dizan û ji talan û dijminan emîn nabin. Ekrad bi xwe dibêjin ku dewleta me ya qişlax e û ya qûşlix e. Bê îhtibar e yanî heyam e yanî eger pez û dewar bi zivistanekî şedîd qir dibî û xilas dibe û yaxud bi taştiyekê ew mal û dewar diçine talanê û dijminek tê dibitin…

 

Keçêd wan jî dixwînin û mele jî heyîn dersa wan dibêjitin. Ekserêd jinêd wan ê naveser qelûnê dikêşin û qelûnan tijî dikitin û têtin meclîsê nîva mêran.

Û jinêd wan kêm nimêjê dikin. Daim dixebitin û şola

malê dikin…

 

Û jinêd wan bi şev malê gêzî (avlêk) nakin û paqij nakin. Dibêjin ku şowm e. Û bi şev pif nakin çiraê. Bi şev neynokê nafikirin; ewna gûya li nik wan şewm e. Û bi şev amanan (firaqan) ji malê bi der naynin û zibilê rûnakin û nêzûkî êvarê û rojed çarşenbê serêd xwe û serê zarokan naşon ku nexwaşî peyda dibitin.

 

Û hasila xwe û malê xwe nîşanî kesekî nadin ku nezer dihengive.

a

Û pîrejin di nîva wan da heyîn weku zarok û yaxûd mirovek nexwaş bibe ewê pîrejinê tênin, ew pîrejin ewî nexwaşî bi nan û xwê efsûn dikin.Paşê ewî nan-xwê didine san (segan) dixwin. Gûya ew seêd xwarî nexwaş dibin û ew merov û zarok şîfa dibînin. Şola cahilî zehf di nîva Ekradan da heyîn…

 

Gelekê mal dihebînin. Carekê diduyan qewimîye ku yekî miqdarê hezar pezî hebûye û zivistan şedîd bûye, ew hezar pez hemû telef bûye, qir hûne. Paşê xweyê wan pezan çekêd xwe girê daye û li hespî siwar bûye û daye meydanan û tabançe bi kenarê azmanan da agir kiriye û “ma za ellah? (li kû ye Xweda?)” û gotiye ku: “Xwedê, te pezêd min qir kirin, tu li kû yî? Were em bikine şer. Û bi xwe jî ji hespî da ketiye û mirar bûye.

Weha efaîlêd cahilî di nîva Ekradan da zehf heyîn. Weqtê mirovekî wanî ezîz û ciwan dimire, dîsanê dibêjin ku meazellah, “Xwedê te çi kir? Filan kes kuşt.” Xulasa tiştêd bêemrîya Xwedê teala zehf dikin.

 

Weku di şerî da di meydanê da eger bra û kurê yekî bikeve, braê dinî û bav diçe û xwe davêje ser wî meyîtî, ew jî tête kuştin…

 

Weku zarokêd wan diwelidin, îptida; ewî bi ava sar xusul dikin ku gûya bi ber sermaê qewî û mihkem dibitin…

 

Ekserêd Ekradan yek jin heye. Nadir ji axayêd wan du û sê jin dibin.Û jinberdan di nîva wan da qewî zêde kirêt û eyib e. Kêm weq’ia dibitin. Jinêd wan zehfî hêse û pare ji malêd bav û daêd xwe nastînin. Bila ku dibexşîne warisêd mêr. Lewranê erşêt (ji heştan yek hêse) standin di nîva wan da şerm e. Û him bê emîn e, gûya herçî mîrasê bibe paşê malê wê jî mîras dibe. Ji mîrasê gelek îxtirazî dikin û ji cilêd mirîyan dûr dikevin…

 

Ew jî mewlûd didine xwandin. Mêr cih da jin cih da zad û teaman tedarik û bixûran (mîna harûte ye, agir ku didinê xweş bihn dide) disojin…

 

Weqtê îptida keçekê ku dixwazin weku dan, hespekî bitaxim herêkirin distînin. Paşê şêrînî vedixwin û paşê nîşan dikin û qelendê wan zehf dibe. Sed û dused û pêncsed pez û hind çend bav û braêd bûkê heyîn, elbette ji boy her yekî xelatek lazim e. Bê xelat nabî.

 

Eger xwedî dawatê axa û ya dewlemend e, ew gazî kê ku bikitin qeleqindekî mezin ji hoy wî verêdikin û ewan gazî dawatê dikin. Ew mirovêd ku hatine gazîkirin anegore halêd xwe du û sê û deh pezan ji boy xweyîê dawatê verêdikin. Û paşê jî bi xwe diçin dawatê û ew xweyîê dawatê ji mesrefa dawatê zêdetir pez û mal ji boy wî berhev dibî. Û eger xweyî dawatê feqîr û jar e, dîsanê boy dawatê xoşhal dibî. Lewranê herkes zêde tewîpayî ji boy wî verêdikin. Hal û malek ji boy wî peyda dibitin. Eger merovêd gazî dawatê dikin merovinê piçûk û bêhal û mal in. Serî her merovekî keleşekirekî piçûk verêdikin. Û ewan merovan gazî dikin dawatê. Elbette ew merovê piçûkj î labid (?) dê pezekî tewîpayî ji boy xweyî dawatê verêdikin. Xûlasa dawat bê tişt nabî. Qasî zehf û hindik dê tiştekî ji boy xweyî dawatê verêbikitin. Jin jî cih da diştan dibine dawatê ji boy keçê. Mesela: Ber û kulav û heqîb û goran dibin û dawatêd wan jî zehf bideng û stran dibin. Ew bêrita (liyîstika feqiya) dibêjin, dengbêjêd wan heyîn, bêritan dibêjin. Ew jî bo govend reqs dikin. Lakin jin û mêr, keç û kur hemû têk da destêd yekûdu digirin û dileyîzin. Lakin dibe ku dawatê maqûlan da def û neyê û kemane û defik û cengir jî hebitin. Ema sazbendên wan mitrib in. Her taîfeyekî ji Ekradan cih da cih da mitrib heyîn ku xasî bi wan in. Ji biyaniyan mitriban naynin…

 

Dawatêd wan sê rojan heta heft rojan anegore halî dibitin. Bûk û zavê jî paşê tînin û dixine govendê, ew jî dileyîzin. Weku bûk û zava dikevine govendê her kesek pez û diraf li wan şabaş dikin û gelek pez û diraf cem’î dibî. Du hêse wî dirafî ji boy xweyî dawatê û hêsek ji boy mitriban in…

 

Û dawat û ziyafetêd Ekradan zad û teamêd wan birinc û goşt e. Êdî zêde ew zadî û enwaî cins cins çêkirin nizanin û adet nekirine. Bila ku zehfî qet enwaî û cinsêd zadan nedîtine û nizanin enwaî cins zadê û teamê ye, lakin zehf sematan raxinin û tijî zadê goşt û birincê dikin. Ew cemaet dest bi dest rûdinin û dixwin û radibin. Destekî dinê têtin û dîsanê zadê weku kêm dibitin tînin. Heta ku nas hemû zadê dixwin…

 

Weku bukê tînin, jinek ji mala kurî “berbûk” dibêjin;

diçite mala bûkê û jinek jî ji mala bûkê dîsanê berbûk dibêjin digel bûkê ji wî kenarî têtin. Bûkê siwar dikin û miqdarekî siwaran li berayekê dileyîzin. Û bi kêf tînine mala zavaî û marê dibirin û bi şev didine gerdekê. Paşê sê rojan ewan jinêd ku bûne berbûk her yekê xelatekê didinê û bi rê dikin. Paşê midetekê mala bûk û zavê gazî hevûdu ziyafetê dikin. Mêr û jin digel cîran û xiziman û hediye didine yekûdu…

 

Weku şayed weqtê marê, baran û berf bibaritin ew dibêjin ku ew bûka zehf binî amanan (tencik) xwarine û bi taliya ku di dawata wê da baran û berf dibaritin…

 

Û Ekrad dawata kirwatiyê dikin. Û dibine kirîvêd

yekûdu, ew jî adet e. Wisan weku yekî mirad dikitin

ku merovekî ji boy xwe bikitin kirîva, eger ew her du merov jore jorîn tînin, berê hespekî dixemilîne birext û taxim verêdikin mala wî merovî ku bilanê bibite kirîvê min. Ew jî qebûl dikitin û bexşîşekê didine wî merovî ku hesp birine û cewabê dide ku, belê ez dê bibime kirîv. Û eger ew her du merovêd ku kirîvayîê dikin ji qismê usta û yaxûd di adnane ew jî beranekî dixemilînin û dişînin mala kirîvê îcarê ew dibine kirîv…

 

Xweyîê kurêd ku dê bibine sunnetkirin, tedarika zad û teamê dikitin. Wekî rojê dê ew zarok bêne birîn, xelkê gazî dikin û kirîv jî têtin. Paşê teamê xelkê belav dikin. Îcarê dellak (kil, berber, sunnetker) têtin, ewan zarokan dibiritin. Lakin bexşîşa dellakî û xelata wî ê ku bûyî kirîv ew merov diditin. Û heta sê rojan, rojê du danan xonçe û zad ji mala kirîvaê ji boy wan zarokan têtin. Weku ew zarok rabûn, ew kirîva ji boy her yekî anegore halê xwe destekî libasî dikitin û dike ber wan. Paşê çend rojekan êdî bavê zarokan ewî kirîvî mêr û jin gazî mala xwe ziyafetê dikin û paşê mêr û jinêd kirîvan anegore halêd xwe xelat didinê û bi rê dikin…

 

Ji boy xwandina zarokan, dayîna seydaê weku Romiyan resmekî muayyen tunînin. Cûmaliq, meaş û hefteliq tunînin. Berê weku zarok verêkirin seydayî, anegore halê xwe hediyeyekê didine zarokê ji boy seydaî dibin. Êdî tiştek tunînin, heta ku ew zarok xitama Qur’anê bikitin. Weku ewî zarokî xitim kir, îcarê bab û daêd wî zarokî rojekê gazî seydaî dikin, anegore halêd xwe du û sê û pênc pez û yaxûd çêlekekê didine seydaî, ew jî razî dibe. Wekî dinê dersêd kitêb û meşq ku dikin, ewan seyda mexsan bi xêra xwe talîm didinê. Ucret nastînin.Îlla ku muderrisê medresan ucreta wan ji malê weqfê heyîn, distînin. Û muderris sibehan zû têne medresê û dersan dibêjin, heta nêzûkî êvarê, paşê diçine malê xwe. Îlla rojêd înê û sêşenban tatîl e. Muderris naête medresê û feqî dersan naxwînin. Di wan rojêd tatîlan da dewr û dersêd berê xwandî tekrar dikin. Adet e ku her kesek ji mala xwe her rojê serêvarê sê nanan û amanekî zadê her çî xwedê dayiye “ratib” didine feqîêd medresan. Û qewî melan dizanin û ikrama wan dikin. Eger meleyek cahilekî bikute û yaxûd çêr bikitin, ew cahil destê xwe li meleyî helnagirin û xeberan li meleyan venagerînin û li semtê Bohtan û Hekarî û Behdinan û Soran, weku cahil bi rê ve rastî meleyan bên ji dewarê xwe peya dibin û destêd meleyî radimisin û paşê siwar dibin û diçine rêya xwe…

 

Ekrad her çî ku xîme nişînin, weku mêvan bêtin, rast dajon derîê konê. Xweyîê malê jî radibe û pêş ve tên û hespêd wan digirin û girê didin. Eger şayed xweyî malê mêr hazir nebin, jinêd wan bi derdikevin pêşiya mêvanan û hespêd wan digirin û girê didin û ewan mêvanan dibine konê. Êdî zêde ji mêrêd xwe ikram û ixtirazî dikin…

 

Ekradêd xwecih ê Bohtan û Hekarî û Soran, ewan odehêd mêran tu nînin. Bila ku mehmanxana wan mizgeft e. Her çî mêvanê tên; eger siwar, eger peya, eger maqûl, eger jar; rast diçine mizgeftê. Eger siwar in, gundî diçin û hespêd wan tînin û li mala xwe girê

didin û alif didinê û xweyî dikin. Ew mêvan jî li mizgeftê dihêwirin. Weku bûye êvarî, ehlê gundî mezin û piçûk her yekî amanekî (firaq) zadê, her çî Xwedê dayîye digel du sê nanan li ser destî tînin mizgeftê. Weku nimêja êvarê dikin destexanê radixînin ewan amanêd zadan datînin, digel mêvanan teamê dixwin. Û paşê ji malêd xwe ji boy mêvanan nivînêd razanê jî tînin. Lakin mizgeftêd wan kuçik (pixêrig, ocax) tê heyîn. Agirî heldikin, qewî germ dibitin û raxistiye.Weku odeyan bi tedarik in. Lakin Ekradêd xwecih ê Van, Mûş û Beyazîdê, ewan her kesekî gora halê xwe yalî mêran heyîn. Mêvanan sakin dikin. Eger qeh cih tune be jî li yalî malê, li kenarekî xwe yê malê digel jina xwe û li kenarê dinê mêvan radizin. Nehe cih jî tune bin dîsanê mêvanan ji derîê malê venagerînin. Lewra; li nik wan mêvan nehêwirandin û ji derîê malê vegerandin, qewî şerm e û eyîbek mezin e. Û hirmeta mêvanan dikin, bilanê millet axir jê bitin…

 

Ekrad di malêd xwe da zêde mikerrem in. Mimkûn nabit ku mesela weku malêd mayî, Ekrad li cihekî zadî û fêkî bixwin û mirovek ji dûr ve bifikire û li wan nezer bikitin, ew qederekî ji wî zadî û fêkî nedine wî merovê ku nezer dikitin. Lewranê îhtiqada wan ew e ku nefsa wî merovî dibe mar û bi şev tête xewna wî û eve gûya di nîva wan da micerib e. Îxtirazî ji nefsa xeyran (biyaniyan) dikin. Elbette zehf û hindik dê tiştekî ji zad û fêkîyî bidine merovê ku lê nezer kiriye weyaxûd nezerê dikin.

 

Weku dinê ew para xeyran naxwin. Mesela: Sêvekî bi du keriyan bikî, yekî bideyî wî û yekî bideyî merovekî dinê, paşê ew merov jî para xwe ew kerî sêvê nexwitin û bidite wî merovî, ewê naxwin. Gûya weku bixwitin pizikekî li serê zmanê wî têtin û zehmet diditin. Gelek caran dibe ku pizik li serê zmanê yekî peyda dibe, ew merov dibêje ku: “Eceb parî li zmanî peyda bûye, ez nizanim ku min kêngî parî xwariye.”

 

Weku dinê eger merovekî şayed parî li gewriyê bimîne; destê xwe ji zadî dikişitin û “Wax! Xîrinekî min ji dûr ve birçî maye, lewranê parî ji dest min ket.” dibêjin…

 

Weku serê çiraê pelte belav bibitin, ew dibêjin: “Xeybeta min dikitin.” Weku rûnê wan şayed ji destêd jinan rû be tenûrê, agir bibite alawî (xurrî); ewî zehf şowm digirin ku: “Mala me dê biçite mêratan.” Eger rûn nebite alawî, dîsanê şowm hesêb dikin ku gûya mezinê malê fewt dibe.

 

Weku dinê; weqtê “berdelacûzê”, ew “zêb” dibêjin. Ewan rojan nexs dizanin û ji malêd xwe bi dernakevin û di wan rojan da naçine seferê…

 

Weku panzdeh roj dimîne Parêza Filan (Ermenî) ê dirêj, Ekrad “Xidirnebî” dibêjin. Ciwanêd Ekradan ê bêkar, keç û lawêd wan sê rojan rojî digirin. Şeva çarê fitarê dikin û avê venaxwin, radizin. Gûya her çi kesê di xewnê da avê bidite wê keçê; ew, dibe nesîbê wê keçê. Gûya eva li nik Ekradan bê şibhe ye…

 

Weku dinê; wê şevê “poxîn” çêdikin û di şkevê da datînin nîva malê. Gûya dewsa hespê Hz. Xizir li ser wê poxînê peyda dibe û ew xweyîêd malê, şa dibin ku mibarekîye û xêr û bereket a Hz. Xizir îşev hatiye mala me. Paşê wê rojê ji wê poxînê, helawê çêdikin û li malêd cîran û xiziman belav dikin û ji wê poxînê heldigirin, vedişêrin gûya ji boy bereket…

 

Roja çarşenba axirîê şibatê, Ekrad “axir çarşenba” û “qere çarşenba” dibêjin. Wê rojê, kêfxwaşî dikin û digel kesekî dawa û şerî nakin û li malêd xwe zad û teaman zehf çêdikin. Gûya li îhtiqada wan da ew e ku her çi kesê wê rojê çi emelî bikitin; heta salê, di wî emelî da dibitin.

 

Rojêd îdan adet e, mezin û piçûkêd wan elbette helîse çêdikin. Û her çi qeder ku du merov digel yekûdu dijmin û neyar bibin; elbette rojêd îdiyan digel hevûdu sulh dikin û xeber didin. Heta sê rojan diçine zomêd yekûdu. Îd û Xidirnebî de, merovêd maqûl îdanan û bexşîşan didine biçûkan û zarok li malan ji boy îd û Xidirnebîê li malan digerin, pare û yaxûd fêkî elbette tiştekî didine zarokan…

 

Roja ku file zadika hêksorê dikin; wê rojê Ekradêd Hekariyan “kafirkur” dibêjin. Ew jî ji mikrêd filan bi der ve derdikevin giryanê û li malêd xwe zadan çêdikin û dixwin. Û Ekradêd semtê Van û Mûş û Beyazîdê, ew jî di hêksorê da le malêd xwe da ji boy zarokêd xwe hêkan sor dikin û ew jî digel filan yekûdu hêk dilîzin… 

(dûmayîk heye) 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev