Kî rewşenbîr nîn e?

Kî rewşenbîr nîn e?

Şemsettin Işıklı 

Her milet an welat li gor şerd û rewşên xwe rewşenbîriya xwe diafirîne. Rewşenbîriya welatekî an miletekî naşibe ya din. Ya ku rewşenbîriyê watedar dike şerd û mercên taybet yên wî welatî û miletî ne. Rewşenbîr jî ew e ku li gor şerd û rewşa milet û welatê xwe hestiyar be û li gor wê tevbigere.

 

Di esasê xwe de, di civatan de statû an meqameke ji bo rewşenbiriyê tune ku hin kes wê statû an meqamê, bi awayekî bi dest bixin an lê bixebitin ku wê rûtbeyê bi xwe ve bizeliqînin.

 

Tenê di hin şerdên tengasiyê de an di demên hebûna pirsgirêkan de, kesek an hin kesên ne ji rêzê derdikevin sahayê, bi raman, nêrîn, teorî, helwêst û tevgerên xwe ve rêyên çareseriyê dest nişan dikin û rê li ber civata xwe ronî dikin.

 

Ez li gor vê û li gor fehma xwe li rewşenbîriya kurd û Kurdistanê dinêrim.

 

Bi rastî: Ez ê lê nexebitim ku rewşenbîriya kurd terîf bikim, loma, dibe ku hemû terîf niqaşbar bin. Lê dikarim li gor têgihîştina xwe şîrove bikim ka kî nikare bibe rewşenbîrê/a kurd.

 

1- Yê/ya ku bi awayekî têkiliya wî/wê bi sîstema dagirker re hebe an bi hin awayan xwe di nav sîstemê de bihesibîne an hesabên wî/wê pê re hebin.

2- Ya/yê ku li dij dagirkariya welatê xwe bi eşkerayî helwêst negire û serxwebûna welatê xwe nede pêş. Ango ne serxwebûnxwaz be û ji bo miletê xwe dewletbûyîn nexwaze. Tu eleqeya hevkarên sîstemê, entegrasyonparêz û tirkiyewîyan bi rewşenbiriya kurd tune ye.

3- Ya/yê ku zimanê wî/wê yê esasî ne kurdî be. Bi zimanê dagirkeran rewşenbîriya kurd çênabe.

4- Ya/yê ku hay ji nezanîna xwe tune be, tenê xwe zana bizanibe û pozbilind be.

5- Nivîskarî, teorînivîsîn û karên akademik ji bo rewşenbîriyê dibin alîkar, lê ne diyarker in.

6- Tenê şîretkirin û we’zdan ne rewşenbîrî ye.

7- Welatê mirov dagirkirî be, miletê mirov tim bi karên jenosîdal re rû bi rû be û şerekî hovane li hemû parçeyên welatê mirov lidarxistî be, rewşenbîr nikare bêje ez ji siyasetê dûr im û ez ê li mala xwe rûnim û ji we re çîrokan bejim.

8- Rewşenbîriya kurd nikare teqlîda rewşenbîriya Awropayê an welatekî xwedî dewlet bike. Rewşenbiriya kurd nikare nirxên welatên xudan dewlet ji bo têkoşîna miletê kurd bike pîvan. Rewşenbîriya kurd nikare qaşo rewşenbîriya tirk ya kolonyalist teqlîd bike û li gor wê tevbigere.

9- Rewşenbîriya kurd li gor berjewendiyên partî û tebeqeyên civakî şekil nagire.

10- Rewşenbîriya kurd ne ew e ku tenê parçeyekî Kurdistanê bifikire û wisa tevbigere.

11- Rewşenbîrî ne ew e ku mirov navê xwe dane rewşenbîr ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî.

12- Rewşenbîrî ne ew e ku mirov bi çavê dexesî li xwîşk û birayên xwe yên kêrhatî binêre.

 

Hewceyiya me bi rewşenbîriyeke kurd ya rastîn heye.

 

Bi hêviya ku em bibînin!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev