Dostaniya min û Hemîdê Smeîlaxa li Enqereyê dest pê kir

Dostaniya min û Hemîdê Smeîlaxa li Enqereyê dest pê kir

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

 

Hezar mixabin Hemîdê Smeîlaxayê Qoserê di 27. 11.2020an de sibe zû di saet 03.00an de jiyana xwe ji dest da, ji nav me koç kir çû, bû cîranê kurdperwerên şehîd û serokên Kurdistanê. Wî encama nexweşiya koronayê ji nav me koç kir. Nexweşiya wî li gund dest pê kir. Piştre li nexweşxaneya Merdînê derman bû. Dema ku rewşa wî xirabtir bû, ew rakirin Enqereyê. Li Enqereyê piştî mehekê jiyana xwe ji dest da.

 

LÊBORÎN…

Piştî ku Hemîdê Smeîlaxa jiyana xwe ji dest da, bi hezaran kesan, gelek partî, rêxistinên siyasî, komele û rêxistinên sivîl, rêxistinên nivîskaran û hunermendan bi niviskî xemgîniya xwe diyar kirin. Ji malbat û neteweya kurd re sersaxî û sebir xwestin.

Bi hezaran kes jî li gundê wan beşdarî seramoniya binaxkirina wî bûn.

Hezar mixabin min girêdayî xeteriya koronavîrûsê nikarî beşdarî seramoniya Kek Hemîd bibim. Min ji raya giştî re sedema neçûna xwe di çapemenîyê de diyar kir. Ji Kek Hemîd lêborîn xwest.

Duho Seydayê Îmadeddîn jiyana xwe ji dest da. Em nikarin biçin şîna wî jî.

Berê ji gelek dost û hevalên me yên hêja û kurdpewer û kevne hevxebatên min yên siyasî û rêxistinî jiyana xwe ji dest dan, min nikarî beşdarî şîna wan jî bibim.

Di derbarê jiyana Hemîdê Smeîlaxa de gelek bi kûranî nebejî,  di rojnameyên Kurd û Tirk de tiştin hatin nivîsandin. Telewîzyonên kurdan ji bona wî bername çêkirin û hevpeyvînên wî û bernameyên ku ew beşdarî bibû weşandin. Di derbarê wî de bi gelek kesan re hevpeyvîn çêkirin.

Min jî di destpêkê di derbarê jiyana wî de bîrûbaweriyên xwe bi awayekî kurt anî ser zimên. Ji bona malbata wî, hezkir û dostên wî, ji bona neteweya kurd û kurdperweran sersaxî daxwaz kir.

Lê hîç şik tune ye ku di derbarê Hemîdê Smeîlaxa de meqeleyek/gotarek nivîsandin barê ser milê min e jî. Lewra ez û ew, em dostên hev ê gelek kevn in. Dostaniya min û wî di sala 1968an de li Enqereyê dest pê dike. Pişt re Li Bakûrê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê, li Swêdê serpêhatiyeke me ya dirêj heye.

Bes ez û Hemîdê Smeîlaxa ne, ez û bavê wî, mamê wî, birayên wî yên mezin Nûsred û Evdirrehman jî em dostê hev bûn. Me bi hev re wextek di hepisan de derbas kir. Pişt re bi malbata wî ya teng û zarokên wî re û hevjîna wî re, ji malbata wan ya fireh re em bûn dost.

Qedera me li gelek qonaxa wekhev bû.

Loma jî di derheqê Hemîdê Smeîlaxa de nivîsandin ji bona min wezîfeyek bû. Ew jî dê bibe parvekirineke hêja û dewlemend.

Ew serpêhatiya me yên mişterek, dê gelek aşkere derxe holê ku qedera Kurdên Anatoliyê û Kurdistanê digihîjin hev û qedera wan yek e, dê diyar bike.

 

MIN LI ENQEREYÊ DU BIRAYÊ ÇELENG NAS KİR Û DDKO…

Ji bona kurdên Anataoliya Navîn di salên 60î û 70yî de kesên Kurdistanê û xwendevanên ji Kurdistanê hatibûn zanîngehên metropolên Tirkan gelek pîroz bûn. Me dixwest ku kurditî û şiûra xwe ya kurdî bi alikariya wan pêşve bibin. Loma jî dema ez li Enqereyê xwendevanên bakeloriyê (lîseyê) bûm, min bi xwendavanên kurd yên ji Kurdistanê hatibûn zanîngehê re danûstandin kir. Di destpêkê de danûstandina min bi xwendevanên nasyonalîst re pêk hat. Min Grûba Koma Azadîxwaz yên Kurdistanê û endamên Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê (PDKT) nas kirin.

Li Enqereyê min du birayê çeleng nas kirin. Ew Merdînî û Qoserî bûn. Ew Nûsret Smeîlaxa û Hemîd Smeîlaxa bûn.

Ji derveyî wan ji Merdînê Daham Keleş û Mehmed Demîr jî hebûn.

Daham Keleş, xwendevanê Zanîngeha Hiqûqê bû. Em hevalên hev bûn. Wî dibistan xelas kir. Bû parêzer û demekî dirêj li Merdînê parêzerî kir.

Mehmed Demîr, li Aqedemiya Tîcarî û Aborîzanyarî dixwend. Her du jî bûn damezrênerê DDKO ya Enqereyê. Pişt re Daham Keleş li Enqereyê bi hevjîna xwe ve parêzerî kirin. Sax e.

Mehmed Demîr gelek zû jiyana xwe ji dest da.

Nûsretê û Hemîdê Smeîlaxa du ciwanên delal bûn. Wan çanda kurdî û edetên kurdî temsîl dikirin. Wan bi kurdî qise dikir.  Rabûn û rûniştina wan kurdî bû û eşîrî bû.

Ew du kesên nasyonalîstên kurd bûn. Lê bi kurdên sosyalîst re jî pêwendiya wan hebû.

Nûsredê Smeîlaxa, zêde qise nedikir. Lê Hemîdê Smeîlaxa di axevtin û danûstandina xwede leztir û bi hêztir bû.

Wê demê jî min dizanî ku ew nêzikî PDKTê ne. Lê wan nedigotin ku em endamên PDKTê nî.

Pêwendiyên min û wan baş bû û nêzik û xurt bû.

Nûsredê Smeîlaxa, li Aqedemiya Tîcarî û Aborîzane dixwend.

Hemîd, xwendevanê Zanîngeha Hiqûqa Enqereyê bû. Ez jî li heman zanîngehê xwendevan bûm. Lê wî girêdayî sedemên şexsî û malbatî û siyasî dev ji zanîngehê berde. Hiqûq neqedand.

Nûsred, zanîngeh qedand.

Jiyana wan li Enqereyê gelek baş bû û di sewiyeke bilind de bû. Diyar bûn ku ji malbateke dewlemend û xwediyê erd in.

Dema ku xebata DDKOyê dest pê kir, ew jî ketin nav xebata damezrandina DDKOyê. Nûsredê Smeîlaxa bû damezrênêr. Bawer dikim ku ji bona ku du bira nebin damezrêner, Hemîdê Smeîlaxa nebû damezrênerê DDKO yê. Lê bû endamê DDKO ye.

Kek Nûsret ji DDKOyê re ji aliyê malî de jî dibû alîkar. Lê hezar mixabin 13 sal berê wî li Nexweşxaneya Unîversîtaya Dîcleyê li Diyarbekîrê jiyana xwe ji dest da. Em bi mirina wî gelek xemgîn bûn. Lewra ew bêwext ji nav me qetiya, çû cem şehîdên Kurdistanê.

 

DI SALA 1970YÎ DE DEMA EM Lİ ENQEREYÊ HEPIS BÛN BİRAYÊ WAN YÊ MEZIN EVDIRRAHMAN JÎ LI CEM ME HEPIS BÛ…

Wê demê Nûsredê û Hemîdê Smeîlaxa dihatin ziyareta wî. Her demê em jî dipirsiyan bi wî awayî di navbera me de pêwendiyeke xurttir çê bû.

Wam hewcedariyên me  ( Ez, Mumtaz Kotan, Sebrî Çepîk, Nezîr Şemikanlı) jî bersîv dikirin.

 

DARBEYA LEŞKERÎ YA 12-Ê ADARA 1971-AN Û MALBATA SMEÎL AXA…

Piştî Derbeya Leşkerî ya 12ê Adara 1971an bes aktîvîstên kurd yên sosyalîst û nasyonalîst nehatin girtin, nehatin hepis kirin, nehatin êşkence kirin. Serokeşîr, axa, mîr, şêx, mele, gundiyên Kurdistanê jî hatin hepiskirin û êşkence kirin.

Smeîl Axa, birayê wî, kûrê wî Evdirrehman û Nûsred jî hatin hepis kirin. Bi girtina wan dostaniya min û malbata wan jî pêş ket û xurt bû. Nûsred ji bona ku damezrênerê DDKO ya Enqereyê bû hatibû girtin. Bavê wî Smeîl Axa, mamê wî, birayê wî yê mezin Evdirrehman ji bona pişitgiriya PDKê û Serok Mele Mistefa Barzanî û Tevgera Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê hatibûn girtin.

Hemîdê Smeîlaxa jî dihat seredaniya wan, bi me re jî pêwendî çê dikir. Ew jî bû sedem ku bi Hemîd Smeîlaxa ve pêwendiyên me germtir û nêziktir bibin.

 

PIŞTÎ SALÊN 1974-AN: WELAT, ROJAVAYÊ KURDISTANÊ Û SWÊD Û ENDAMETİYA REDEKSÎYONA BERBENGÊ…

Piştî salên 1974an li Bakûrê Kurdistanê ji bona tevgera neteweyî bihareke nû (sêyemîn) hat rojevê. PDKT dixwest ku xwe ji nûve rêxistin bike û xwe nûjen bike. Li cem PDKT jî gelek rêxistin û partiyên din ava bûn.

Hemîdê Smeîlaxayê Qoserê wek endamê PDKT xebata xwe didomand. Me jî Tevgera Rizgarî ava kiribû. Dikarim bibêjim ku piştî salên 1975an ku Otonomiya Kurdistanê hat hilweşandin, li hemberî PDK Iraqê û Serok Mele Mistefa Barzanî û malbata Barzaniyan êrîşeke mezin bi destên çepên kurd û tirk dest pê kir. Di vê qonaxê de tevgera me û PDKTê di nav hevkariyeke nefermî da bûn. Pêwendiyên me û PDKê baş bûn. Ew ji belavkirina pirtûkên weşxaneya me Komalê û Kovara me Rizgarî re dibûn alîkar.

Dema ku grubek heval û endamê PDKTê xwestin ku di PDKTê deguhertinekê çê bikin, partiyê bikin partiyeke şoreşger, pêwendiyên me wê grûbê xûrt bû. Bi taybetî jî bi wesitaya min ew hevkarî û pêwendiyê dom dikir.

Hemîdê Smeîlaxayê Qoserê jî yek ji wan kesên ku dixwest ku partî nûjen bibe, bû. Loma jî bi wî re pêwendiyên min gelek xweş bûn. Di avabûna pêwendiya me ya nêzik de rola malbat û Kek Nûsredê Smeîlaxa jî hebû.

Wek grûbek hevalên wî jî dibêjin:

“Ew di sala 1975an de, PDKT jî di warê siyasî û awayê xebata rêxistînî de kete nav pêvajoyeke nû. Gava xetek serxwebûnxwaz û şoreşger di nav PDKT de dest pê kir, hevalê Hemîd jî yek ji wan kadirên pêşî bû ku pêşengîya vê xetê kir. Di kongreya PDKT ya 1977an de xeta serxwebûnxwaz û şoreşger giranîya birêvebirîya navendî ya partîyê xistin destên xwe. Hevalê Hemîd di vê kongreyê de weke endamê navendî ya PDKTê hate hilbijartin û dûre jî weke endamê Mekteba Siyasî xebata xwe ya siyasî û rêxistînî bi awakî berfirehtir û geştir berdewam kir.

“Xebatên (….) Hemîd yên di nav gundî, karker, xwendekar û ciwan yên wê demê de, herweha xebat û têkoşîna wî ya ji bo karkerên sendîqaya Batmanê û şevên ji alîyê ciwanên PDKT-KUKê de dihatin amadekirin xwedîyê cihekî taybetî û bi rûmet e.

“Piştî darbeya eskerî ya 12ê îlonê ya 1980 de weke gelek siyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan, (….) Hemîd jî derket dervî welat. Di Konferansa 1ê ya PDKT-KUKê ku di sala 1981ê de hate li dar xistin de, (…..) Hemîd careka din weke endamê Komîteya Navendî ya KUKê hate hilbijartin. “(….) Hemîd piştî darbeya 1980ê jî gelek xebatên hêja yên siyasî û rêxistinî li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê kir.

“(….) Hemîd di dawîya sala 1983an de hate Swêdê û demekê li vî derê cîwar bû. Di vê demê de jî bi qasî ji destên wî dihat ji alîyekî xebata xwe ya siyasî û rêxistinî didomand; ji alîyê din jî xebata xwe ya li ser ziman û kultura kurdî berfirehtir û geştir kir. Di kovara Kulîlkê de ku kovara yekem li tevaya dinyê bi kurdî û tîpên latînî ya zarokan bû gelek çîrok, serpêhatî û metelokên kurdî weşand. Piştî çûna Swêdê bi demekê jî beşdarî nav xebata Koma Kurmancîyê bû ku ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dihate birêvêbirin. Wî zêdeyî sî salî jî di vî warî de jî xebat û xizmetek bêhempa ji bo zimanê kurdî kir.

“… Hemîd piştî demekê vegerîya welat û xebat û têkoşîna xwe dîsa li nava welat berdewam kir. Di van salên dawî de wî xebata xwe ya siyasî û rêxistinî di nav PDK-Bakur de dida domandin û ew yek ji berpirsiyar û berdevkên vê partîyê bû.”

Dema ku ew li Rojavayê Kurdistanê bû ez jî li wir bûm. Li wir jî pêwendiyên me baş bûn. Me (Ala Rizgarî, KÎP-PÊŞENG, PSK, KUK, TÊKOŞÎNÊ)  bi hev re ji bona hevkariyekê çê bikin, xebata 5 kolî domand.

Ez jî di sala 1987an de çûm Swêdê. Li Swêdê jî pêwendiyên me gelek baş bûn. Em bi hev re beşdarî gelek xebat û civînan bûn.

Ez û ew û beşek hevalên din demekê em bûn endamê Redeksîyona Kovara Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêde Berbangê.

Ez di sala 1998an de vegeriyam Bakûrê Kurdistanê, ew jî piştî min çend salan vegeriya welêt.

Li welêt dîsa pêwendiyên me gelek baş bûn. Em bi hev re beşdarı gelek civîn û semînere bûn.

Hemîdê Smeîlaxayê Qoserê, kesekî gotin xweş, folklorîk, edetî, henekçî bû. Filoziyeke wî ya gel hebû. Hemû mijarên bingehî û stratejîk bi bi peyvên pêşiyan û filozofiya gel îzah dikir.

Ez gelek xemgîn im ku wî zû jiyana xwe ji dest da û ji nav me koç. Ew ji bona neteweya kurd û Kurdistanê wendayeke mezin e.

Dema min herdu bira nas kirin, çeleng û bejndirêj bûn.

Diyarbekîr, 04. 12. 2020

 

*****

DDKOyan Nusred Kilinçaslan Jî Wenda Kir…

DDKO, di sala 1969-an de ava bû. DDKO, piştî serîhildanên neteweyî yên li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiyeyê  rêxistineke kurdî ya kîtlewî û  aşkere bû. Di avakirina DDKOyan de gelek mirovên hêja, mafparêz, dozkar, rolekî dîrokî lêhîstin. DDKOyan  ji Tevgera Bakurê Kurdistanê re bingeheke xurt, neteweyî, bi tolerans, plûral ava kir. Hezar mixabin, piştî sala 1974-an tevger û rêxistinên Kurdistanê ji vê mîradê baş sûd wernegirtin: Bi taybetiyên xwe yên  îdeolojîk, otorîter, totalîter karûxebatên xwe meşandin.

 

DDKOyan di 30 salên dawî de gelek damezrêner, endam, piştgirên xwe wenda kirin. DDKOyan, di  destpêkê de Hîkmet Buluttekîn, Edîp Karahan, Mele Ebdulkerîm Ceyhan, Muhterem Bîçîmlî, Ferît Uzun, Mehmed Tûysûz  wenda kir. Pişt re Necmeddîn Bûyûkkaya, Mele Mehmud Okutucu, Yûmnî Budak, Orhan Kotan, Mehmud Baksî,  îhsan Yavuztûrk, Îsa Geçîd, Necatî Siyahan,    Alî Heyder Emre û gelekên din wenda kir.

 

Hezar mixabin DDKOyan di 22. 4. 2007-an de jî Nusred Kilinçaslan wenda kir. Ew di 03. 04. 2007-an de nexweş ket. Li naxweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ket bin kontrola doxtoran. Di ser nexweşiya wî re 19 roj derbas bû, ew di 22.04.2007-an, saed 10.00-an de çû heqî û dilovaniya xwe.

 

Dema ku ev xebera nexweş di nav gel de belav bû, him ji Amedê û him jî, ji Kiziltepeyê (Qosarê) bi sedan kes ber bi nexwaşxaneyê herikîn. Bi sedan kesan li riya çûyina wî ya gundê wî, li hêviya wî man. Ji her aliyekî Kurdistanê û heta dinyayê  têlefonan kar kirin.

 

Ji bona ku birayê wî, dozkarê neteweya kurd û Kurdistanê Hemîd Kiliçaslan ji Swêdê bigihîşe wî, roja çû dilovaniya xwe em mecbûr bûn ku eynî rojê heta saed 22.00-an li benda wî rawestin. Dema ku me Kek Hemîd ji belafirxaneyê girt em derketin ser riyê, bi sedan erebe beşdarî me bûn. Her ku em nêzikî Mêrdînê bûn, hejmaran ereban zêde bûn, dema ku em nêzikî gundê Derîkê bûn, dawiya konvoya ereban nedihat hejmartin.

 

Di saed 01.30-î de  me birayê hêja Nusred Kilinçaslan bi dilşewatekê veşart, me ew rêviyê cem serok û şervanên Kurdistanê kir.

 

Roja piştî ku ew hat veşartin, lêheya însana ber bi Derîkê meşiya. Ev lêhey çend roj in dom dike. Ev yeka jî diyar dike ku neteweya kurd mirovekî hêja û dilsoz wenda kiriye.

 

Kek Nusred Dozkarê Neteweya Kurd û Kurdistanê bû…

 

Nusred Kilinçaslan li Qosarê û li gundê Derîkê hat dinyayê. Malbata wî beşek ji eşîreta Helecanên Kîkîya  ye. Wî dibistana destpêkê li Qosarê di sala 1952-an de xelas kir. Di hemensalê de li Amedê Koleja Emerîkayê qezenç kir û li wir dest bi xwendina dibistana navîn û lîseyê kir. Wî bi riya Koleja Emerîkayê xwendineke bi qelîte meşand. Di sala 1967-an de dest bi zanîngehê kir  û li Zaningeha Taybet ya Hecî Elî Demîrel beşa mihendisî xwend.

 

Min jî Kek Nusred di sala 1967-an de nas kir. Dema ku me di TÎPê de kar dikir, ew ne endamê TÎPê bû, lê piştgir bû. Lewra ew jî di wê nerînê de bû ku TÎP, partiya kurdan nîne, nabe partiya kurdan jî. Ew wek kurdperwerekî her karekî ku xizmetî neteweya Kurd û Kurdistanê dikir re alîkar bû.

 

Dema ku di sala 1969-an de ji bona damezirandina DDKO ya Enqereyê xebatê dest pê kir, ew jî beşdarî damezirandina DDKOyê bû. Ew endamekî dilsoz û kurdperwerekî dilşewat bû. Wî, ji bona ku kurdperwer di DDKOyan cî bigrin xebateke baş kir. Ji bona ku ew xal xweş bû, ji DDKOyê re alîkariya malî jî  dikir.

 

Helwesta wî ya kurdî…

 

Di sala 1971-an de dema ku eskeran deshilatdarî vekirî girtin destê xwe, DDKOyan û hemû rêxistinên demokratîk û kitlewî qedexe kirin, ew jî li zanîngehê xwendevanê sinifa 3-emîn bû. Ji bona ku hemû demezrêner, berpirs û endamên DDKOyan hatin hepis kirin, ew jî li Amedê di hepsa eskerî de hat hepis kirin.

 

Wî, li hepsê û li dadgeha eskerî li ber xwe da, doza neteweya kurd parast. Bi grubek hevalên xwe ve bi niviskî pareznameyeke siyasî pêşkêşî dadgeha eskerî kir. Encama darezandina (dadgehkirina) DDKOyan wî jî 12 sal ceza û 5 sal sirgunîya Boluyê girt.

 

Dema ku ew di hepsê de bû, bavê wî Îsmaîl Axa, Mamê wî ku di hemendem de xwezurê wî jî di hepsê de bû. Ew ji bona wî kêfxweşiyek bû ku mezinên wî jî bi wî re heps in. Rastî min wê demê jî qiymetek dida vê helwestê û rewşê. Îro jî ew helwesta hewcedarî şirovê ye ku wek ceribandin jê bê îstifade kirin. Helbet ew kevneşopî bû sedem ku malbat kurdperwer be, ji malbatê qadroyên hêja yên siyasî ya doza Kurdistanê derkevin.

 

Kek Nusred Kilinçaslan jî bi Ef a Giştî ya sala 1974-an, ji hepsê azad bû. Piştî hepsê dev ji dibistanê berda, li gundê xwe bi cî bû. Karûxebatên xwe yên kurdperwerî li gundê xwe li ser axa Kurdistanê meşand.

 

Piştî salên 1984-an helwesta PKKê û beşek mirovên wî ew gelek êşand. Tiştekî vekirî hebû ku wî ev yeka heq nekiribû.

 

Ew ji rêxistinan re ne murîd bû…

 

Piştî sala 1974-an li Kurdistanê gelek rêxistin ava bûn. Ew nebû endamê van rêxistinan. Birayê wî Kek Hemît her çiqas berpirsiyarê KUKê bû jî, ew dîsa nebû endamê KUKê. Ew ji her rêxistineke kurd re bû dost û alîkar.

 

Piştî damezirandina HAK-PARê demekê bû endamê HAK-PARê. Dû re bû berpirsiyarê Şaxa Mêrdînê.

 

Dema ku damezirandina KADEPê dest pê kir. Wî, KADEPê nêziktirî xwe dît, bû damezrêner û endama meclîsa KADEPê.

 

Lê, wî  dîsa jî helwesta xwe ya kevnedostanî û kevnehevaltiya  hemû rêxistin û gruban domand.

 

Ez di encamê de dikarim bibêjim ku mirina wî mirineke bêwext bû, ew wendayekî mezin yê neteweya kurd e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev