Ji bedêla pêşgotinê: ”Ha xalo!”

Ji bedêla pêşgotinê: ”Ha xalo!”

Ev pêşgotina bo berhema nivîskar Mistefa Aydogan ji alîyê sê ciwanan ve

hatiye nivîsîn ku aîdî sê nifşên cuda ne û hersê jî li welêt dijîn.

Nivîskarê pirtûkê jî hema bêje li welêt dijî, lê li Swed radizê.

Ev cara yekem e ku nivîskarek ji bo nivîsîna pêşgotina kitêba xwe

ji bedêla giregirekê binavûdeng, berê xwe dide nifşên piçûktir.

Ev cihê kêfxweşîyê ye. Hêvîya min ew e ku nivîskarên din jî cih ji ciwanan ra xweştir bikin. 

Em li jêrê pêşgotina her sê ciwanan diweşînin, bi hêvîya ku hûn jî wek min bifikirin:

-Gotinên ”sîyaseta asîmîlasyonê”, ”tunebûna mektebên kurdî”, ”zordestîya dewletê bo fêrbûna zimanê kurdî”

ji sebeban zêdetir bahane ne.

Têmûre Xelîl

 

Mahsûm Oral, Miradê Gundikî û Birûsk Arya

Tu jî baş pê dizanî ku carinan siûda mirovî, bi pêrgîhatina mirovekê din ve girêdayî ye. Wekî ku di dibistanê da pêrgîhatina mamosteyekî, di taxekê da pergîhatina cîranekî, di karekî da pêrgîhatina hosteyekî, di şerekî da pêrgîhatina xwedîbextekî, di rêyekê da pergîhatina hevrêyekî… Siûda me sê kesan, sê kesên aîdî sê nifşên cuda jî pêrgîhatina Mistefayê lawê te bû, xalo… Gava ku ew piştî sirgûneka dûr û dirêj vegerîya welatê xwe, em li ser cêzekê pêrgî wî hatin. Cêzek ku ne li hewşekê bû, ne li ber derîyekî, ne jî li cihekê talde… Me hevûdin li ser cêzeka weha nas kir ku li nava qadekê bû. Ew cêz, cêza çinîna zimanekî bû ku tovên wî zimanî li ber destê te û gelek xwenasên din ên hevçaxên te hatibûn reşandin û cotê wî jî li sirgûnê hatibû kirin, avdana wî jî li sirgûnê hatibû kirin, xalo. Heta wê gavê, em siwarên hespên xwe yên bêmeydan bûn, lê wî stûxwarîya wan hespên me yên bêmeydan jî ji dûr ve dîtibû. Lewra gava ku em pergî wî hatin, me fam kir, bê meydan çi ye, hesp çi ye, ba çi ye, bazdan çi ye… Me bi saya lawê te, cêzek nas kir û em hogirî meydanekê bûn. Di kurmancîyê da, yek ji yekê din ra dibejê; “Zimanê min digere”, xalo… Helbet zimanê me jî digerîya, wekî zimanê her kesî, lê carinan siûda zimanê ku digere jî bi sîya darekê ve girêdayî ye. A ha, me di bin hênikayîya wê darê da, “Nameya ji Xemistanê” xwend. Gelo tu pê dizanî, bê carinan siûda nameyekê jî pêrgîhatina çavekî ye, wekî çawa siûda çavekî jî pêrgîhatina hêsirekî be…

Ew name ji bo te bû û di xerîbîyê da hatibû nivîsîn, xalo. Em jî di nava bav û lawekî da, carinan bûn bira, carinan bûn birazî, carinan bûn xwarzî û her di navbera wan xelekên wê nameya rewan da çûn û hatin. Her çend her yek ji me ji deverên cuda yên zemanî hatibûn û pê gihabûn jî wê dîsa wekî kewarê em anîn ba hevûdin û li hevûdin banandin. Em bûn guwahên wê ku gelek ciwanik û ciwanmêrên din jî ji çar hêlan ve xwe li wê kewarê girtin. Û ma ne ji xwe, ji wê derê pê ve em ketin milên hevûdin û meşîyan bi wî hingivê ku me ji wê nameyê tehmijandibû. Hingivê me, ne ew hingivê adetî bû helbet û çîyayên Swêdê jî bi xwedîyê wî hingivî ra mabûn heyirî. Lewra kulîlka ku ew li dû bû, li çîyayê Erbanê bû xalo, li şikeftên Heskîfê bû, li pozê Keleya Zêrzewanê bû û hîn li gelek deverên vî erdê me yê bavûkalan û yê dêûdapîran bû. Bi xwarina parîyên wî hingivî ra, ne bi tenê zikê me têr bû, wî hingivî kir ku hiş û gîyanê me jî bi hevûdin ra têr bibin. Ma mimkin bû ku em weha wekî berê, wekî xwe bimana, piştî ku ew tehm bi bin zimanê me ketibû? Ma ne ew name bi qelema wî dilsozî hatibû lêkirin û ew kewar bi destê wî evîndarî hatibû çêkirin ku peyvên xwe ji hênikayîya çem û kanîyên welatî hildiçandin û bi eşq û evînî pêşkêşî me dikirin… Kîjan agahîya ku di bin barê zemanan da pişt ketibû ber, diwêrîbû xwe jê veşarta? Kîjan warê me yê li ber sikratê diwêrîbû bi ruh ve nehata? Lixwemikurnehatinên kiribû ku şev li serê civata me bigere jî çong vedan li ber wî û nameya wî û ew bi temamî bûn derman ji çavên me yên bikul ra, bûn ronahî ji bo qewirandina tarîyê, bûn asîmanekê bişewq ê ku bi stêrkan raxistî.

A niha, êdî em dikin bi ser hişê xwe ve werin, ji wê sermestîya ji ber pêlên wê nameya ku em dabûn ber xwe. Hezar carî mala te ava be, xalo. Te ew şerbik çêkir û wekî mîratekê da destê wî hosteyê peyvan, wî sewdaserê ziman û warê bavûkalan û her weha yê dêdapîran. Her tiştê ku te gihand wî bi kurmancîya me, wî jî ew dilop bi dilop û hino hino meyand. Her ku em bi ser ziman û peyvên wî ve bûn, me ji wan vexwar, pel bi pel û em ji ser hişê xwe ve çûn, her wekî hingivê wî yê ku me jê tehm kiribû. Te dît, sifreya haziran e û para her kurmancîxwînekî tê da heye, xalo. Hê ku wî bayê sermestker li ser serê me digere, em xwe didin alîyekî û keremî gelek ciwanik û ciwanmêrên din dikin vê teberikê, van parîyên hingivîn û dilopên helal ên meyê. Lewra wê meydana ku ew cêz lê bû, pir firehtir û dewlemendtir e ji qada bajarekî, yan jî ji bo bazdana çend hespên ji malê. Ew weha fireh û pahn e ku her cihê ku bêhna kurmancîya me jê bifûre, jê ra hêlîn e, dar e, bask e…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev