
Ali Gurdilî
Ya rast ew e ku kes nizane ka hunerê kengê dest pê kiriye. Hinekan gotiye ku huner, ji sehrê derketiye û hinekan jî, wiha xwestine ku wêneyên li dîwarên şikeftan jî; bila wek hunerê werin dîtin.
Lêbelê heger derheqê pêkanîna şekil û awayê tiştekî de, hindek ramanên cihêreng hatibin vegotin; bê guman li wir felsefe jî hebû ye û têkilî wî karî bûye.
Felsefe û huner herçiqasî du warên cuda bin jî, derheqê têkilîya di navbera wan de, meriv dikare çend tiştan bibêje:
1- Felsefe û huner, du qadên afirander (kreatîf) in û ji herduyan re jî, ramaneke afirander divê. Lê ji ber ku ji hunerê re hunerwerî (meharet) jî divê, ew ji felsefeyê cuda dibe.
2- Felsefe, çalakîyek rasyonal e. Lê huner, bang li hestên meriv dike û şixulkarîyeke nîgaşî (xeyalî, hêmayî, îmgesel) li pêş e.
3- Hem felsefe û hem jî huner, ji ber ku du xebatên kirdewar (oznel, subjektîv) in; meriv dikare bibêje ku, ew dişibin hevdu. Lê ji hêla bikaranîna navgînan (alavan) ve, ji hevdu cuda dibin.
4- Felsefe, hêmanên (prensîbên) aqil û mentîqê bikar tîne û hunermend jî; reng, nîgar (desen), firçe, tuwal, boyax, herî, seramîk û hwd. (nesneyên girgîn, somut) bikar tîne..
Riataza