Sonja Galler a Almanî çîrokên Birayên Grimm ji bo Kurdî wergerandine

Sonja Galler a Almanî çîrokên Birayên Grimm ji bo Kurdî wergerandine

Ferid Demirel 

Sonja Galler û Dawid Yeşîlmenî 5 çîrokên Birayên Grimm wergerandine ji bo Kurdî û dixwazin hin berhemên din jî wergerînin.

Çîrokbêjiya her du berhevkarên Almanî Jacob û Wilhelm Grimm ango bi navê xwe yê navdar Birayên Grimm li hemû cîhanê tê zanîn. Her dû bira di destpêka salên 1800î de li Almanyayê çêbûne û ji bo berhevkirina çîrokên Almanî li gelek deveran geriyane. Paşê jî ew çîrok weke pirtûk çap kirine û hiştine ku di nava cîhanê de binav û deng bibin.

Çîrokên ku Birayên Grimm kom kirine û belav kirine ji bo gelek zimanên din hatine wergerandin û zarok û mezinan ew bi zimanên xwe xwendine. Dîsa hin ji wan weke xêzefilman û filman hatine çêkirin û di televizyonan û sînemayan de hatine nîşandan.

Çend çirokên ku Birayên Grimm berhev kirine û ji bo zimanên din jî hatine wergerandin wiha ne: Keçmîra Pembû û Heft Boçî, Mala li Daristanê, Rapûnzel, Hansel û Gretel, Muzîkjenên li Bajêr en Bremenê, Zarokê Pêçikê, Bedewa Razayî, Qîza Serpoşsor.

Çîrokên Birayên Grimm li gel zimanên din ên cîhanê heta niha ji hêla çend kesan ve ji bo Kurdî jî hatine wergerandin. Dema mirov li ser înternetê li gotina “Birayên Grimm” digere, dibîne ku li gel hin nivîsên derbarê çîrokbêjiya wan, lêkolînên derbarê miqayeseya di navbera van çîrokan û çîrokên Kurdî de û çend wergerên ji Almanî bo Kurdî hene. Ev xebatên ku behsa mijarê ne bêhtir ji hêla Kurdan ve hatiye kirin. Lê ji bo cara pêşiyê jineke Almanî ya bi navê Sonja Gallerê piştî ku zimanê Kurdî fêr bûye di sala 2015yê de tevlî mêrê xwe yê bi navê Dawid Yeşîlmenî 5 çîrok ji çîrokên Birayên Grimm ji bo Kurdî wergerandine.

5 pirtûkên ku ji hêla Weşanxaneya Hîvayê ve çapkirine ev in: Muzîkjenên li Bajêr en Bremenê, Li Ser Masîvan û Jina Wî, Terziyê Biçuk ê Wêrek, Berfespî, Şahbanûya li ser Şoqilê.

Sonja Galler a ku niha li Almanyayê dimîne derbarê çîrokên Birayên Grimm, pêvajoya wergerê û têkiliya di navbera zimanê Almanî û Kurdî de axivî.

“Peyva pêşîn a di Kurdî de hîn bûm ‘bixwe, bixwe’ bû”

Sonja Galler weke Birayên Grimm ji Almanyayê ye û ji ber ku bi salan li Amedê maye fêrî zimanê Kurdî bûye. Sonja Galler Kurd çawa û kengî nas kirin? Ew û Kurd û Zimanê Kurdî di nava têkiliyeke çawa de ne?

“Di bihara 2008an de hatime Bakurê Kurdistanê ji bo gerê. Wê çaxê min Amed pir ecibandibû lê min ji xwe re digot ku belkî ez ê bes werim. Lê di pey re dîsa hatim û biqasî şeş salan li Amedê mam û weke mamoste li Zanîngeha Dicleyê xebitîm. Lê têkiliya min bi Kurdî re bi ser muzîkê re çêbû. Min CDyeke Mehmet Atlî ji hevalê xwe ku paşî bû mêrê min (Dawid Yeşîlmen) girtibû weke diyarî û hertim guhdar dikir. Lê gava ez dibûme mêvanê malbatên Kurdan, hertim peyvek dihate guhê min. Gava min têr xwarin jî bixwara dîsa dubare digotin “bixwe, bixwe”. Ev peyva min a pêşîn bû. Bi vî awayî têkiliyeke min bi Kurdî re çêbû û dev ji min berneda. Bi demê re têkiliya min xurttir bû lê hîn jî têra min nake mixabin. Min werger ne bi tenê kirin. Min û mêrê xwe bi hev re kirin. Ger ew nebane min nikarîbû û ger ez nebame wî jî nikarîbû.”

“Pêşiyê me werger ji bo kurê xwe çêkirin”

Çîrokên Birayên Grimm li gel ecibandinê ji hin hêlan ve tên rexnekirin. Bi taybetî hêlên wê yên tundkariyê û derbarê mijara zayendî de ev çîrok rastî rexneyan tên. We bi çi sedemê çîrokên Birayên Grimm hilbijartin? Çi taybetmendiyên van çîrokan hebûn ku we ji bo Kurdî wergerandin?

“Weke tu dizanî çîrokên Birayên Grimm di wêjeya cîhanê de xwedî giraniyeke mezin in û nexasim di çanda min de. Ji Almanî tên û ez bi wan re mezinbûm. Her Alman gelek hevokên wan ji ber dizanin. Wek mînak: “Knusper, knusper Knäuschen, wer knuspert an meinem Häuschen? – Der Wind, der Wind, das himmlische Kind!” (Xirte xirta kê ye, kî dixwe xaniyê min? Zarok dibêjin; ‘Ba ye ew, tu ji wê re bibêjî’) Belkî mirov ji hêla pedagojîk ve wan rexne bike îro, lê xwedî hêz û qelîteyeke wêjeyîne û ji bo cîhana xeyalî ya zarokiyê, deriyê nû di hişmendiya zarokan de vedikin û xwedî zimanekî dewlemendin.  Di hilbijartina çîrokan de, me yên xwedî kêm şidet hilbijartin lê di heman çaxî de yên xwedî hestên pêkenokî û afirîner. Herweha di hilbijartina wan de, me formateke ku li Almanya populere ku jêre dibêjin pirtûkên Pixi (Pîksî) hilbijart. Gelek zarok bi wan mezin dibe û di her malê de bi sedan hene. Metnê orijînalin lê kinkirîne, lê em weke deriyê pêşî yê cîhana wêjeyê dibînin wan. Herweha erzanin jî û li market û bufeyan jî peyde dibin. Wêneyên wan jî gelekî rengîn, balkêş û afirînerin ji bo zarokan. Me ev fikr bire ji weşanxaneya Hîvayê re, gelekî ecibandin û xwe dane ber karî û karekî baş û profesyonel derxistin. Me hêvî dikir ku bikevine destê her zarokê Kurd de. Herweha belkî fikrekî egoist be jî lê berî hertiştî me ev werger ji bo xwendevanê xwe yî pêşî û herî taybet wergerandin. Lawekî me çêbû, Rênas Torî û me xwest em wî bi pirtûkxaneyeke dewlemend a bi zimanê Kurdî mezin bikin.”

“Wergerên ji Kurdî bo Almanî ji bo min muhîmtirin”

Tu dikarî ji me re behsa pêvajoya wergerê bikî? Di vê pêvajoyê de te çi têkilî di navbera Kurdî û Almanî de dît? Wergerên di navbera her du zimanan de di çi astê de ne?

”Karê wergerê helbet ji bo me karekî tije kêfxweşî û afirînerî bû. Me hevok bi hevok, peyv bi peyv bi hev re nîqaş dikir û yên herî baş dihilbijartin. Karekî hevkariyê yê herî xweşbû bo min. Fikrê ku zaroka me wê bi Kurdiya wan mezin bibe, bandoreke xweş li me dikir. Belkî wê biketa bi sedan malên Kurdan jî. Wergera ji Almanî rehettire ji bo Kurdî gava tu bi Tirkî re muqayese dike. Ji ber ku sentaksa Kurdî û Almanî li hev tê. Ez dibînim ku wergera ji Almanî bo Kurdî hêdî hêdî zêdetir dibe. Biqasî dibînim, ji Franz Kafka, Stefan Zweig, Hermann Hesse, Johann Wolfgang von Goethe, Joseph Roth hene. Bawerim wergêr Husên Duzen karekî pir baş dike. Bala mêrê min pir dikişînin ev wergêr.  Lê ji bo min berevajiyê vê muhîmtire. Wergerên ji Kurdî bo Almanî. Du berhemên Bextiyar Elî wergerandine Almanî, gelekî hatine xwendin. Ev jî ji bo wêjeya Kurdî muhîme û divê ne tenê Bextiyar Elî lê gelekên din jî bêne wergerandin.”

Sonja Galler û Dawid Yeşîlmen hin pirtûkên din jî wergerandine. Herwiha di dest wan de hin metnên oryantalîstên Almanî hene ku li ser herêma Torê û Botê yên weke koleksiyonên çîrok û helbestane. Dixwazin wan jî wergerînin lê balê dikişînin ser derfetên çapkirin, fînansekirin û belavkirinê.

Kovara Sormeyê çîroka bideng weşandiye

Di vê navberê de Kovara Sormeyê li Rojava yek ji çîrokên Birayên Grimm a bi navê “Her Duwazdeh Birader” bi wergera Barîn Şêxo weşandiye Kurdî. Wêneyên çîrokê ji hêla Nadya Hesen ve hatiye kirin. Lê tiştê vê çîrokê ji yên din cuda dike ew e ku çîrok bideng e. Çîrok bideng hatiye qeydkirin û vîdeoyek ji bo wê hatiye çêkirin û li ser medyaya civakî hatiye parvekirin. Dîsa heman çîrok ji hêla Rodî Şêxo ve ji bo Erebî hatiye wergerandin.

Beriya niha jî Weşanên Diljenê li Ewropayê 7 çîrokên Birayên Grimm bi wergera Sabîha Otlûyê di nava pirtûka bi navê “Hebana Çîrokan” de weşandiye. Otlûyê wersiyona wan a Swêdî esas girtiye.

Derbarê Birayên Grimm de

Birayên Grîmm, Jacob Grîmm (1785) û Wîlhelm Grîmm (1786) li Hanauya Hessenê, li Almanyayê ji dayik bûne. Lîse li Kasselê qedandine û li zanîngeha Malburgê dest bi xwendina huqûqê kirine. Lê piştî demekê dev ji huqûqê berdane û dest bi xwendina zimanzanî, dîroka serdem a navîn û etnografyayê kirine. Demekê li pirtûkxanyê weke karmend kar kirine û di dawiyê de li zanîngehê bûne profesor.

Paşê ew li seranserê Almanyayê li pey çîrokbêjan digerin û li çîrokan guhdarî dikin û dinivîsin. Di sala 1806an de dest bi berhevkirina çîrokan dikin. Piştî demekê van çîrokan di pirtûkan de kom dikin. Berga yekê ya vê xebatê bi navê “Zarok û çîrokên gelêrî” ku ji 86 çîrokan pêkhatiye di sala 1812an de derdikeve. Berga duyem ji 70 çîrokan pêkhatiye û di sala 1815an de derdikeve. (FD)

Çavkanî: Stenbol – Navenda Nûçeyan a BIAyê

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: in[email protected]

Qeydên dişibine hev