Nasandina çend têgînên felsefeyî

Nasandina çend têgînên felsefeyî

Ali Gurdilî 

 

1- Ehrîmen (Ehreman): Di dualîzma mitleq a zerdeştiyê de prensîpa xirabîyê û yan jî, xwedayê xirabîyê ye ku bi berdewamî li dijî Ahura Mazdayê xwedayê (yezdan) başîyê, şer dike.

2- Eidetik: Raman yan jî rengdêra ku taybetî (xususîyet) û cewhera diyarker ya nesneyeke (bar, object) vedibêje.

3- Ekzoterîk (exoteric): Ji ‘eksoterikos’a yewnanî ku di wateya ‘der yan derve’ de ye. A ku ne ezoterîk e û ji herkesî re vekirî ye, a ku ji aliyê gel ve bi zelalî û aşkere tê têgihiştin. Navê berhemên Arîstotales, yên ku ji bo têgihiştina gel hatine nivîsandin. tr: ekzoterik / fr: exotérique / al: exoterisch

4- Felsefeya Wêjeyê (philosophy of literature): Bineşaxê felsefeya ku mijara wê wêje (edebiyat) ye û dixwaze ku naveroka gotina wêjeyî (edebî) fam bike. Şaxê (beş) felsefeya ku dixwaze têkilîya wêje (literature) û felsefeyê raxe holê. tr: edebiyat felsefesi / fr: philosophie de Ia literature

5- Egoîzma Hedonîst, Egoîzma Coşîparêz (egoistic hedonism): Nêrîna felsefeyî a ku ji mirovan re dibêje dest ji erk û berpirsiyarîyên xwe berdin û bi tenê bidin dû coşî (haz) û keyfê. Ev nêrîna felsefeyî di dîroka felsefeyê de, ji aliyê Theodorosê feylesofê xwedênenas ê Kreneyî ve hatiye parastin. tr: egoist hazcılık / fr: hédonisme égoïstuque

6- Meyl (disposition): Çêbarîya (quality, wesf, taybetmendî, nitelik) ku wekî hêzeke potansiyelî, di nesne (bar, object) yan tişteke de heye. Hêz yan bandora ku cismeke, ber bi nesneyeke ve dahf dide. Heza ku dixwaze berê çalakîyên mirovan bide coşîyê (haz). Potansîyela ku di nesneyeke de heye û dibe ku rewşa wê nesneyê biguherîne. Hez yan hesta ku dixwaze berê mirovan bide tevgerên diyar yan jî kifş. tr: eğilim / fr: inclination / al: disposition

7- Perwerdehî (education): Demajoya veguhastina (neqlkirin) çand, zanînî (zanayî, bilgi, knowledge) û dadbarîya nirxî (değer yargısı, value judgement) ya civakeke û di saziyên mîna dibistanan de, pêkanîna çalakîya wê ye. tr: eğitim / fr: éducation / al: erziehung / os: terbiye

8- Felsefeya Perwerdehîyê (philosophy of education): Beşa felsefeyê a ku dixwaze pirsgirêkên derbarê îmkan, xweza, rêgeh û armancên perwerdehîyê de bizanibe û wan, bi rê û rêgehên felsefeyî binirxîne. tr: eğitim felsefesi / fr: philosophie de l’éducation

9- Civaknasîya Perwerdehîyê (sociology of education): Beşa civaknasîyê (sosyolojî, sociology) a ku bi rê û rêgehên civaknasîyê li sazîyên perwerdehîyê, sîstemên dibistanan yên perwerdehîyê, têkilîya dibistanê û avahîya civakî vedikole û dixwaze ku têkilîya ku di navbera perwerdehîyê û sazîyên din yên civakî (aborî, siyaset, dîn) de heye, bizanibe. tr: eğitim sosyolojisi / fr: sociologie de l’éducation

10- Eidola: Di nêrîna felsefeyî ya atomparêz a Demokrîtos û Epikurosî de, ji kom yan komika perçe û piçikên ku livokên me yên sehekî (jêderên zanînên me ne) hişyar dikin û bi vî hawî, wan dilivînin re tê gotin.

 

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev