
Xeteriyeke jidil ji bo zimanê kurdî li ber me dixwiyê ku hin kes bi zanîn an nezanîn, lê bi israr bi zimanê tirkî qaşo dixwazin xebat û xizmet bikin ji bo zimanê kurdî.
Di serî de an ji dûr ve, ev şîroveyên bi tirkî asayî û wek pêwist dixwiyên. Lê îsrara li ser vê, bi domana demê re dibe helwêsteke xeternak û dibe alîkar ji bo asîmîlekirina zimanê kurdî. Û dibe sedemên van pirsgirêkan:
1- Cidiyeta bikaranîna zimanê kurdî winda dibe, deformasyon dest pê dike, giringî pûç dibe û ji navê radibe.
2- Îsrara bikaranîna zimanê tirkî, bi taybet jî ji alî qaşo kurdîhezan ve dibe sedemê şirînkirin û berbelavkirina zimanê tirkî.
3- Ev helwêst di rastiyê de zimanê kurdî bê îtibar dike û piçûk dixe. Yanê wê înitibayê çêdike ku em giringiya bikaranîna zimanê xwe jî ancax bi zimanê tirkî dikarin bizanin.
4- Ew enerjiya ku ji bo bikaranîna zimanê kurdî heye, wê enerjiyê bi alekî din ve diherikîne û berbelav dike.
5- Di nav kurdîhezan de bikaranîna zimanê tirkî meşru dike û rê li ber xweş dike.
Gava ku bi rastî jî kesek an saziyek bixwaze ji zimanê kurdî re xizmet bike divê ku ji bikaranîna zimanê kurdî qet û qet tewîz nede.
Meseleya esasî bikaranîna zimanê kurdî ye, hînbûn û hînkirina zimanê kurdî ye.
Ji vê re ciddiyet divê, xwîşk û birayên ezîz!
Riataza