
Nivîsandin: Ramazan Comer Tetik
Kurmanciya wê: Umîd Demîrhan
Çend payîz hat û çend zimistan çî
Wihare nehat gulîstanê dili min û çî Xardam de naw xeyalî, neyam we cî Rûj mang salgel xwê le wa kird û çî
* * *
Qerecirax, le qur ê mengal dingirî Newedil slam le ban slam dierdinî We berf û duman xwê dixemilinî Xwere elat, germe berfe heland û çî
* * *
Hattinet ke çûn hat, çîyînet jî enço çî Gene û Zalu je demarem xwîn dimijî Kosevî, Hoz, Slenî, Lerr, Xewend û Jîrkî Yekîtîye newî, yek lîla ê dine lolla çî
* * *
Şewê têrike gran gran diyî we rujnayî Dem deng nekird, çêwe tiştî wit û çî Hewîyîn û newîyînem we destî Rebbî Bî wext, bî ruh û bî can wîştem û çî |
Çend payîz hatin û çend zimistan çûn
Bihar nehat gulistana dili min û çû Reviyam di nava xeyalekî, negihiştim cî Roj, meh, salan xwe li ba kir û çû
* * *
Qerejdax li çiyayê Mengal dinêre Ne bi dil silavê li ser silavê dişîne Bi berf û dûmanê xwe dixemiline Roj hilat, germê berf heland û çû
* * *
Hatina te çawa hatibe, çûyîna te jî wisan çû Gene û zîlo ji demarên min xwîn dimijin Kosewî, Hoz, Silenî, Lerr, Xewend û Jîrkî Yekîtîya wan nebû, yekî yê din avêt aliyekî û çû
* * *
Tarîtiya şevê giran giran gihişte ronahiyê Dêv deng nekir, çavî tiştek got û çû Hebûn û nebûna min di destê Xwedê de ye Ez bê wext, bê ruh û bê can hîştim û çû |
Riataza