Berhema bingehdarê edebîyeta kurdî xemila kitêbxaneya me ye

Berhema bingehdarê edebîyeta kurdî xemila kitêbxaneya me ye
  • KURMANCÊD ELEGEZÊ
  • EREB ŞEMO

Novela Kurmancêd Elegezê sala 1936’an li Yêrîvanê bi tîpên latînî ên wê demê hatiye çapkirin.

 

Weşanxaneya me wekî gelek berhemên Kurdên Kafkasyayê ev berhem jî restore kir û pêşkêşî xwendevanan dike.

 

Kurmancêd Elegezê çend rêzikên ji jîyana Ereb Şemo û destpêka desthilatdarîya Yekîtîya Sovyetan e.

 

Em di vê berhemê de jî Mistoyê Jîyana Bextewar û Hopoyê dibînin. Dem jî ew dema ku rêveberîya Yekîtîya Sovyetan dike û dixwaze pergala xebata kolxozan li deverên di bin desthilartdarîya xwe de bi cî bike ye.

 

Ereb Şemo dîsa wekî Jîyana Bextewar û Hopoyê xwe ji bûyeran bêrî kiriye û ji dêvila xwe Misto kiriye sergovendîya vê berhemê ku em zanin Misto ew bi xwe ye.

 

Navnîşana kirînê: www.lisyayinevi.com 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev