
Çend gotinên balkêş ji vê kitêba balkêş
Ekrem Cemîl Paşa di pirtuka xwe ya bi nav nîşana (Dîroka Kurdistan), di rûpela (25an) de beşeke ji kitêbê ha bi nav kirîye:
Gerdişên (Adetên) Kurdên kevnare. Çend xetên ji wê li jêr in:
Kurd berî her tiştî koçer bûn, bi keriyan terşên wan hebûn, barbirên wan erebe bûn, hesp yan ga girêdidan paşê, dereng dereng gava li welatê xwe yê îro bi cî bûn, bajar û gund avakirin, cot kirin, bax û bexçe serrast kirin, lê berî her tiştî kurd şervan bûn, şerker bûn, mertalger bûn, şûrhingêv bûn, pehlewanên hesinbaz bûn.
Kurdên berê karibûn, ji yekê bêtir jin bînin, mehir birîn tunebû, erêkirina dê û bav, dilxwestina keç û kur bes bû, kur heya nebûna mêr, kemer girê ne dida.
Kurdan berê miriyên xwe venedişartin, termên miriyan li ser darên bilind, zinarên bilind datanîn, dilxwaza wan ev bû, ku termê miriyê wan cardin jîn bibe, paşê dev ji vê gerdişê berdan û termên miriyên xwe dixistin kûzan û li ciyên bilind vedişartin.
Kurdan pir hij ji mêvanan dikirin, ji mêvanên xwe re pir mêvannazî û ciwanmerdî dikirin, îro jî mêvanperweriya kurdan, li cihanê bi nav û deng e, ev camêriya kurdan ji bav û kalan gihiştiye wan, jin li dema kar bi mêran ra dixebitîn, alîkariya mêran dikirin, serazad û serbest bûn, keybanû an mezina malê bûn, ji hundir malê keyban û berpirsyar bûn, kurdên îro ji keybanû ra kevanî dibêjin.
Riataza