Çavdarek

Çavdarek

Beşek ji romana ”Lerz”ê

Qasimê Xelîlî

 

Di tarîya vê şevê de, dîsa bayekî rêbirr û talanker; li bin guhê pelên min fîkefîkê dike. Heta bi vî emrî min gelek bayên bêbext, ên şehdezor, ên birext, ên kerekor dîtine. Temenê min sed û nozdeh e, pîr im, pîroz im, fenanî kitêbeke dîrokî ya sed û nozdeh rûpelî me; li nav Zîyaretka Strîstanka, bi çend hevalên xwe yên weke min pîr re me. Em di bin perdeya starê ya mişayîxê xwe de ne, siha kesî bi ser a me de xwehr nabe. Der û dora me vekirî ye; hewşa me bêsênc e; derîyê bexçeyê me heta bi darê piştê, ji hemû kesî re vekirî ye; ji xweşan bigire heta bi nexweşan, ji saxan bigire heta bi mirîyan, ji mirovan bigire heta bi hovan, ji tîtîyan bigire, heta bi miraz-tî û miraz-birçîyan…

Li vî welatî, tirsa me ji ti tiştî û ji ti kesî nîne. Em ji tirsa mirovan bêrî ne; hetta tirsa em ji wan bikin li dera ha, ew bi xwe ji me bitirs in; biteybetî dema dibe şev… Dema tarî dikeve li ser rûyê erdê, kes newêre berê heywaneke xwe bide nav eqarê me. Xelk, dema di ber me re derbas dibe, bi rêzgirtineke xwe li cawê tirsê dutew sêtew pêçayî, silavê dide me û mêhvanên me. Mirovan, tirs ji xwe re kiriye xerca avahîya vê civakê; çi dera serî lê teng hatin, tepekê ji herîya wê tirsê pê ve dizeliqînin.

Divê rêzgirtin û hezjêkirin, silava Xudê jî nede tirsê; lê ji dil dibêjim, ev tuxmê mirovan tuxmekî zehf ecêb e. Bingeha hezjêkirin û rêzgirtina wan ji tirsê ye, ne ji dil e. Hez û rêzgirtinê, dema pişta xwe sipartibe tirsê; vêca tirs, jê re dibe tiryak û efyon. Tirsa mirovan çi qas zêde dibe, hez û rêzgirtina wan jî zêde dibe; lê hezjêkirina bi vî rengî hezjêkirineke bidurûtîyê ye. Mesela, di bawerîya wan de; kesê herî jixudêbitirs, kesê herî hezjêkerê Xudê ye. Ma ew bawerîya ji tirsê gohn xwaribe, çi qasî azad e; an jî bawerîya ne azad be çi qasî bawerî ye? Lo wellehî ev mirov ecêb in, ecêb…

Gelek caran min dil pê heye ez ji wan re behsa hêza hezê bikim; lê hengî serhişk in, mixabin hem ji zimanê min fêhm nakin hem jî mirîdên hêzê yên terîqeta tirsê ne. Xwezî wan bizanîya, li vê dinyayê tilisma herî hêzdar hez e.

Ji alîyekî ve ziravê wan ji me û ji mişayîxên me diqete û ji alîyê dî ve zêwan li ser navê me û li ser erda me pêk tênin; yanî rojên şahî û mihrîcanan, zîtirk û reqs û dîlanan çêdikin.

Tirsa wan jî hezjêkirina wan jî weke wan têra xwe ecêb e. Mînak, di rojên eydan de cihên me, seyrangehên wan in; lê heman mirov, bê çi qas mijara me li civatekê vedibe, çîrokên tirsê di derbara me de ji hev re dibêjin. Li ser kesên bêrêzîyek li buwara me kirî, bi sedan çîrok û çîvanokên têne gotin hene ji yên ku dawîya her yekê ji ya dîtir xirabtir, di navbera me û wan de.

Di bawerîya wan de, em pir pîroz in; ji ber vê yekê, digel ribandekên li derdora me, yên li raserê van çiyayan, tev kurisandî ne; heta niha kesî destdirêjîyek li me nekiriye.

Her çi qasî tilismeke me hebe jî, evan salên dawîyê gelek agahîyên ecêb têne ber guhên me. Tê gotin; li gelek wargehên me yên di bin sitara mişayîxan de, gelek kesên ji ehlê me, têne qirkirin; ji alîyê hin hêzên çekdar ên bi zimanê guran diaxivin ve, ji qurm ve têne birîn, koka wan tê qelandin. Dibêjin, qet û metên wan li kemyon û trempêlên xwe yên bi çekên ecêb dikin û her yekê ji wan, bêserî bi derekê ve dibin, wan dişewitînin. Lê tişta ecêbtir; hê jî, ne gundîyan, ne jî me tiştek ji vê yekê fêhm kiriye.

Aqilê hemû kesî maye sekinî ji bêdengîya mişayîxên me; heta weke niha tiştek bi serê wan hêzên çekdar nehatiye. Nizanim, belkî ocaxa çekên wan di ser a mişayîxên me re be; belkî hêza ocaxa mişayîxên me ya efsûnî, ne bi qasî hêza mirovên çekdar xurt be ku karibe devê gur li me girê bide; belkî hêzên çekdar û mişayîxan li hev kiribin an jî belkî ocaxa mişayîxan ew jî kiribine bin sitara xwe û ew tilisimandibin; dinya ye ma kî pê dizane?!

Xwezîya ev dar û ber, ev teht û lat, ev gelî û newal, ev çiya û neqeb jî tilisimandîbûna û ew jî weke min bi zar û ziman bûna; we yê hingî bidîta bê her yek ji wan bûye çavdêrê çend hovîtîyên mirovan.

Ne zehf, bi qasî miqdarê deh pazdeh deqîqeyan ji min bi wê de, kaşikek heye, dibêjinê Kaşikê Yehqo, Yehqoyê Suryanî. Hema bila ew kaşik tenê biştexile bê hovîtî çi ye, bila bibêje bê çilo Yehqoyê karwanî, li ser talana malê wî bi çi hovîtîyê hate kuştin û laşikê wî çilo li nav wê axa sor a helaneya wî kaşikî hate veşartin.

Wijdanê zilmê nîne, hebe jî nêzmirî ye; zilm, reşî ye; zilm, çandeke tarî ye; zilm, şaristanîyeke taristanî ye. Zilm, bihêz e; hêz, bizilm e. Serdestî bêzilm, zilm bêserdestî nabe, yanî destûbirayên hev in.

Çarenivîsekê dîsa rahiştiye pênivîsa xwe û dîsa xwe kar dike li rûpela min a herî dawî qîrîneke dî xêz bike, ji hibra zilmê. Her û her bayê zilmê li vê axê serdest û li ba bû; weke vê mînaka niha li binê çiqilên min diqewime. Dîsa keçikek û xortekî ciwan… Dîsa yê çekdar kur e… Dîsa bêpêjnîyeke sar ji bilî dengê kundekî li ser çiqilekî min û dengê kutkuta darkutkê ya li ser qurmê darberûya cîrana min…

Kesên bixwazin hêvî û mirazekî wan bi cih were, pezekî tênine ser mişayîxê me û jê re dikine qurban. Gelo vê nîvê şevê, di vê reşê de, vî xortî bi çi mirazî ev keç anîye vir û çima dixwaze ku wê bike gorî? Ev ocaxa ku em bi tilisma xwe hêzdar kirin, çima îşev weha bêpêjn e ez nizanim; lê bes ez vê dizanim, niha şev kor, wijdan lal, mişayîx kerr bûye.

Hûn dizanin çima mêr, pîr nabin; lê kal dibin, tehl dibin? Lewre bihêz in; lê hêz jehra mêr e. Ya jinan ma wilo ye? Jin, pîrek in; pîr û pîrek, pîroz in. Bêhêz in; lê pîroz in. Li vî welatî hêz, desthilatdar û serdest e. Hez di bin lingên hêzê de diperçiqe, ken di bin destên girî de dievçiqe, şadî di bin awirên zilmê de digerviçe… Yanî li vî welatî aşê xurtan digere, parîyê devê qelsan her sê danan her cewr û zilm e; mezin li biçûkan, çekdar li bêçekan, mêr li jinan, bivir û das li me daran zilmê dikin.

Nexasim li vî welatî, ne xwezîya bi jinbûnê û darbûnê… Hema mûyekî tu li gorî dilê xwe çiqil û şax bidî tu têyî kesixandin. Ma naxwe ne ji ocaxa mişayîxê me bûya, li vê axa zilm û taristanîyê, îro heta bi vî temenî kesî ez û hevalên min em dihiştin li quntara vî girî?

Girî, erê girî! Girî, dermanê dilkeviran e û hêstir, keviran nerm dikin! Girî, rêhevalê bêkesan e û hêstir, deryaya hestan difûrînin! Girî, destpêka pakî û paqijîyê ye û hêstir, aramî bi xwe ye. Girî, dengê wijdên e û hêstir, banga poşmanîyê ye! Û va ye dengê girî tê, dengê girîyê kurik tê…

Vê carê dilovanîyê nehişt rohnîya hezê vemire û bibe gorîyeke dîtir ya hêzê. Serê dermanceya di destê gêncî de, bi hêstiran re berê xwe da ber bi xwarê ve û her du qederekê wilo ji xwe re bêlebt li ser darê piyan man.

Piştî aramîyeke bêpêjn, di nav xişexişe pûş û giyê de, di wê tarîya nîvê şevê de, dîsa her duyan berê xwe dane bi alîyê cihê jê hatin ve, bi baskî Meranê ve. Her du di nav tarîyê de hêdî hêdî bûne du reş û ji ber çavan winda bûn. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev