Îsmaîl Ebu El Cezerî û Mîrê Botan

Îsmaîl Ebu El Cezerî û Mîrê Botan

Pêşengê cybernetik û robotan

Mela Mihyedîn

 

Rojek ji rojan Mîrê Cizîra Botan telalê xwe dişîne hawîrdorê Cizîrê. Telal li kuçe û kolanan digerin. Bi dengekî mezin fermana mîr li her derî belav dikin.

“Kesê Hz. Hazer di nava çil rojan bibîne û bîne Birca Belek dê mîr çil kûzên zêran wek dîyarî bide wan. Kesê Hz. Hazer nebîne û neîne dê serîyê wî ji laşê wî bê kirin.”

 

Belengazekî navê wî Dilgeş ferman dibihîze. Lê dixe diçe Birca Belek û ji bo Hz. Hazer bibîne heft kûzên zêr didin wî. Radihije kûzên xwe û diçe bazarê. Ji malîyan danûstandina xwe dike û lê dixe tê malê.

Jina wî heyîrî dimîne û dibêje: “Te ev zêr û ev xwarin ji ku anîn?”

Dilgeş çîroka xwe ji serî heta dawî ji jina xwe re dibêje. Xanima wî bi dilsarî û xemgînî dibêje: “Ma tu yê Hz. Hazer li ku bîbînî. Mîrê te bikuje.”

Dilgeş: Heger ez mirin tu yê nanê min bide. Piştre bi saya van zêran hûn ê ji feqîrîyê xilas bibin.”

 

Çil rojên Dilgeş diqedin. Dilgeş destevala qesta Birca Belek dike. Li ser rêya wî zarokan ji bo lîstikê bi cokek biçûk ava şetê Dîcle ber bi alîyê jor ve birine. Ji ber ku betilîne zebeşê xwe jî xwarine û qaşilkên xwe avêtine erdê. Dilgeş hay ji xwe nîn e pêl qaşilkên zebeş dike, dişemite û dikeve.

Bi deng aciz û hêrsbûyê dibêje: “Mîrê we dixwaze min bikuje lê xuyaye hûn ê pêşîya mîr min bikujin.”

Di nava zarokan de yekî zîrek hebû. Navê wî Îsmaîl bû. Îsmaîl meseleya wî pirs kir û wî jî ji wan re tişta hatî serê wî eşkere kir. Îsmaîl xwest pêre were Birca Belek.

Îsmaîl û Dilgeş bi hev re dikevin rêyên Birca Belek. Her du tên hizûra mîr.

 

Mîr pirs dike: “Ev zarok Hz. Hazer e?”

Dilgeş: Na mîrê min. Ez li herî derî gerîyam lê leqayî Hz. Hazer nehatim.”

 

Mîr li wezîrên xwe vegerîya û ji wan pirs kir: “Gelo em çi cezayî bidin vî camêrî?”

Wezîrê pêşî: “Em wî li qada Cizîra Botan li pêşberî bajarîyan daleqînin.”

Wezîrê duduya: “Em erdekî vala bidin wî. Bila bixebite û deynê ji me standî bide me”

 

Di wê kêlîkê de Îsmaîl bi gotinek nerm got: “Mîrê min, emrê we çil sal e. Ev çil sal e we Hz. Hazer nedîtîye lê ev belangazê reben di çil rojî de wê çawa Hz. Hazer bibîne?”

 

Keyfa mîr ji vê bersiva wî re pir tê. Ji Îsmaîl dixwaze li mekteba Birca Belek bixwîne. Bi vî awayî Îsmaîl Ebu El Cezerî dest bi xwendina xwe dike. Piştre jî dibe pêşengê sîbernetîk û robotan.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev