MALÎ AVA DR. BEŞAR MOUSTEFA

MALÎ AVA DR. BEŞAR MOUSTEFA

Di vê sala pîroz da nivîskarê malpera me Husên Duzen

qîmetekî bilind dide keda welatparêzekî esilzade û

em jî bi vê nivîsa wî sipasîya wî dikin bo vî karê pîroz.

Husên Duzen

 

Di rewşên dijwar de, di hoyên tunebûnê de, gelek caran keҫ û kurên bavan derdikevin û bi wêrekî, zanîn û fedakariya xwe wan hoyên teng radikin, ji bo bêhnvedanê riyên ku nayên bîra kesekî vedikin. Bê guman kesên xwedî taybendmendiyên wisa ne pir in, lê hene.

 

Yek ji wan Dr. Beşar Moustefa ye, bijişkekî ciwan e Beşar. Bijişkê ҫavan Dr. Beşar bi eslê xwe ji Efrîna brîndar e, li Berlînê bijişkî xwendiye û li wir jî wek bijişk kar dike.

 

Qey qirdê nivîskarên binxetê ye ku Dr. Beşar, tenê karê bijişkiyê nake. Her roj piştî karê xwe yî pîşeyî derbasî navenda weşanxaneya SerSera dibe û bi sebra gêrgêrîkekê pirtûkan ji bo ҫapê amade dike.

 

Her ji ҫend heftiyan ҫar pênc pirtûkan bi hev re diweşîne û beşekî ji wan ji nivîskara/ê pirtûkê re dişîne, beşekî ji wan jî ji wan kesên di lîsteya xwe de mîna diyarî dişîne. Di despêkê de ev kar hemû ji kîsî xwe dikir, vê dema dawîyê ger rewşa nivîskar î diravî derfetê bide, beşekî ji mesrefa ҫapê dide sernivîskaran; lê tenê hinek ji mesrefê û tenê ji hin kesên ku rewşa wan rê dide distîne. Piraniya pirtûkên ku ji weşanxaneya wî derdiҫin hîn jî bi ked û derfetên wî yî şexsî tên ҫapkirin û belavkirin.

 

Piraniya nivîskarên ku pirtûkên wan ji nav weşanên SerSera derdikevin, ji rojavayê welêt in û li surgûnê dijîn. Bi belavkirina berhemên van kedkarên peyvê Dr. Beşar, karekî pîroz dike. Bi vê jî namîne, ji bo ku ew berhem li cihekî nemînin wan bi dest û pereyê xwe dike pakêt û ji gelek kesên ku ew bawer dike dê wan pirtûkan bixwînin û wan di pirtûkxaneya xwe de ji bo nivşê piştî xwe hilînin re dişîne.

 

Ji bo van herdu karan jî zor spas Dr. Beşar Moustefa.

Berî bi ҫend salan fedekarekî Amûdî jî bi karekî pîroz rabibû. Karsaz Arîf Remezan jî li Duhokê pirtûkên hin nivîskaran ji kîsî xwe diweşand û datanî cihekî heta ku nivîskaran ew bi şêweyekî dianîn ba xwe.

 

Xwedê karê Dr. Beşar Moustefa jî û yê Arîf Remezan baş li hev bîne, rebî!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev