TEYR Û BALINDE DI MÎTOLOJÎ Û ZARGOTINA KURDÎ DE -2

TEYR Û BALINDE DI MÎTOLOJÎ  Û ZARGOTINA KURDÎ DE -2

Nivîskarê me bi taybetî bo malpera me nivîseke gelekî delal nivîsîye,

me ew kir pênc beşan, beşa pêşin duh çap kir.

Kerem bikin, îro beşa duduyan bixwînin.

Şemoyê Memê

3.Teyrê Bihuştê: Teyrê Tawis

Teyrê tawis ciwantirîn teyr e di nav balindeyan de û hemû rengên ciwan di nava perên wî de hene. Her wisa li der û dorên gewdê wî nîşanên mîna çawan hene û çaxê ew perên xwe vedike hingî mîna tirêjên rojê xuya dibin û eşkere ye ku roj jî pîroztirîn sembol e li cem Êzdîyan û nûra Xwedê ye (Tolan, 2006:143). Li gor Mishefa Reş, Xwedê Cebraîl bi şiklê teyrekî afirandîye. Em dikarin bi asanî bibêjin ku sembola herî giring di êzdayetîyê de teyrê tawis e. Çîmkî xelkê Êzdî ronahiyê, nûrê û pakiyê hez dikin, loma sembola van tiştan, teyrê tawis jî li bal Êzdiyan bûye sembola dînê wan. Peykerê tawis amade kirine û di mal û êzdîxaneyan de cihê herî paqij û bala jê re veqetandine. Mîrê Êzdiyan di wextê de, êzdîxane kirîye heft herêm û her herêmek tawisek bi navê wê kifş kirîye û her sal ew sembola tawisan heft herêma gerandine û digerînin.

Ew teyrekî pir balkêş û rengîn e. Bi baskên xwe yên reng rengî, purtên serê xwe, teyrên din cûda dibe û xwedî şikl û şemaleke bêrikber e. Çavên herkesî li ser e û temaşevanan hijmekar dike. Ji ber vê bedewîya xwe wek teyrê bihuştê jî hatiye binav kirin. Hem di zargotinê de hem jî di edebiyata klasîk de tawis cihekî mehkem girtiye û bûye sembola bedewî, spehîtî, pakbûn û herwisa ji ber xweşikbûn û xwerazîbûna xwe bûye sembola pozbilindiyê. Ji ber vê yekê bere bere teyrê tawis weki mexlûqetekî şeytan hatiye pejirandin. Bîsk û temorîkên yarê hatine şibandin wek dêl û baskên tawis ku merivan riya rast dikşîne û carcaran rê derdixe. Herwisa di dewrên qedîm de bawer dikirin ku goştê teyrê tawis piştî mirinê kurmî nabe. Ji ber vê yekê teyrê tawis wek sembola nemirinê hatiye pejirandin. Dêla wi sembola ezmîn e û gelek çavên li ser dêla wî jî wek herdem haydarbûnê, çavnêriyê temsîl dike. Ew tu caran nakeve xewê.

Teyrê Tawis, bedewtirîn teyrê bihuştê bû. Her roj di baxçeya bihuştê de, bêminet, bi dengê xwe yê zelal û delal Xwedê re dirozge distira. Şeytan serwext bû, pozbilindiya wî hesiya û çav kirê ku, bi saya wî têkeve bihuştê. Şeytan bi gotinên xweş ev teyrê qure( pozbilind) zû rê derxist. Li gor çîrokeke Yêmenî, Tawis ku navê wî taos derbas dibe, alîkariya şeytîn dike. “Taos got; “Ez mexlûqekî nasdikim ku bikaribe te bike bihuştê, ew bendeyê Adem, xelîfeyê Xwedê, mar Hayya ye…Ew hevalê min e, ez pîşta wî siwar dibûm. Wî bîne vir, ew e hêviya me. Pişti vî xeberdanê Şeytan dide ji ber Taos re dide lotika û dikeve pey şopa Hayya yê”( Schîpper,2015;173). Bi vê yekê teyrê tawis şaşîtiyekî bêveger kiriye ku bûye sebeba qewirandina Adem ji bihuştê. Tê gotin ku şeytan, di dilqê marekî de, bi saya teyrê tawis (Taos), bin baskên wê de ketiye bihuştê û Adem rê derxistiye ku sêva cinnetê ku Xwedê jê qedexe kiribû, lê daye xwarinê. Tê gotin ku şeytan pir piçûk bû, gelek caran dikete nav nikilên tawis û dergevanê bihuştê Ridvan pê nedihesiya. Carekê jî Taosê(tawis) bi eşkerekirina razekî dixapine. Ê sê peyv fêrî wî bikira ku, wexta ev peyv bigotana êdî nexwaşî, kalbûn û mirinê nebûya para wî. Ji ber van yekan teyrê tawis, bi hevaltiya mar û şeytîn re hatîye tawanbar kirin, nemaze di çirokên Îslamî de. Ji ber kirinên xwe yên xirab, Xwedê ew jî bihuştê qewirandiye û li bal bedewbûna wê, dengekî naxoş û nigên bêteşe bûne para wî.

Eslê tawis li Serendîpê (Hîndistan) ye û tê gotin ku Îskenderê Makedonî ew bi xwe re biriye Evropayê. Balkêş e, li gor rîwayetan, wexta ku Adem û Hewa ji bihuştê tên qewirandin, bi emrê Xwedê, mîlyaket Cebraîl wan dadixe çiyayê Serendîpê ku erdekî t’er, bidar û ber e. Helbet teyrê Tawis wek sebeba wan ew jî bi wan re daketiye wê derê. Adem li wir sêsed roj, li gor rîwayetên din sêsed salan ji ber kirê xwe digrî, dinale. Helbet şîrîkê wê Teyrê Tawis jî, ji wê rojê pê ve her roj hezar cara poşmaniya xwe tîne zimên. Attar wî dide xeberdanê; “ Ez milyaketê Cebraîl yê teyran bûm. Bextê reş, şixulekî xirab hate serê min, marê reş bû hevalê min lema ez bihuştê hatim qewirandin. Tika dikim, rêberek hebe, min vê dinya reş û tarî derxîne. Riya bihuştê nîşanî min bide, ez vê carê xwe bigihînim dergevanê Wî jî ez qayîl im” (Attar; 57).

Li berewajî kevneşopiya ku tawis gunehkar e ku bi saya wî şeytan ketiye bihuştê, li bal êzdiyan tawis sembola herî pak ya ruhaniyê ye û ew sermelek e. Melek Ezazil wek forma tawis hatiye sembolîzekirin. Xelîl Cindî Resho dibeje, dema ku dinya tarîstaneke gerdûnwerî bû, û hin erd û asîman ji hev cûda nebûbûn, Tawisî Melek bi kesîmê “Teyrê Tawis” li ser dara “Herhere” ya sernedî danî. Bi dahatina wî xwedawendê gewre re, her tişt bi şêweyekî tekûz û kamil, hate afirandin. Ew dema destpêkana dema Çarşema yekemîm ji meha nîsanê bû.

Xanna Omerxalî destnîşan dike, “Herkesê ku derbarê êzdiyan de agahdar e, bêşik dizane ku êzdî Tawusê Melek dihebînin û zanyariyên gelekî muxtelîf û dijî hev têne pêşxistin sebaret bi Tawûsê Melek”( 2007:78). Melekê Tawis çawa serokê milyaketan e herwisa, milyaketê baweriyê, pîrê êzdîyan, Pîr Binyamînê Ehlî Heq re jî hatiye girêdan.

Gelek gerok ji ber hebandina Tawisê Melek gelên êzdî wek dêwperest an jî pûtperest dane zanîn. Çimkî li gor xebatên antropolojîk û arkeolojiyê derketiye holê ku hebandina teyran qedîmtirîn forma pûtperestiyê ye. Herwisa ew ruhê xirab hesibandine ji ber kirên xwe yên pozbilindiyê ber afirandin û nehebandina Adem de. Lê belê di nav êzdîyan de Tawisê Melek ruhê xirab nîn e. Ew ruhê herî pak e û nefspiçûk e. Ji ber kûr fikirîn û zêna xwe ya hûr, kûr û dûr nexastiye xên ji Xwedê mexluqekî din bihewîne. Li gor kevneşopiya wan, wexta Xwedê heft milyaketên ezmîn afirandin, ji wan re got, ji bilî Wî ji ber tu kesî pante nekin. Şeş milyaketên ji ber Adem pante kirin lê belê Melekê Tawis soza Xwedê bîrnekiribû û ji ber hezkirina Xwedê Adem re pante nekir. Lema Xwedê ev soz û bextê wî qayîl bû û ew kir serekê mîlyaketan. Gelek caran jî tawisê melek bixwe wek Xwedê tê hesibîn. Teyrê Tawis gelek caran jî wek milyaket Cebraîl hatiye pejirandin.

Teyrê tawis herwisa bi rojê re hatiye miqayesekirin gelek caran. Hinek zanyar tawis wek peyrewê xwedan Tammuz dipejirînin. Ev nav bûye navê meha salê ya herî germ( Tîrmeh) ku tav vê mehê herdem berbiçav e û pir xurt e. Li Misir, Îran û li Yewnana Qedîm de tawis wek sembola rojê hatiye bikaranîn. Hînduyên serdema Vedîk roj bi teyrekî mezin dinimandin. Di Mîtolojiya Hîndûyan de dûlikê tawis ya bi hemû bedewiya xwe vekirî, wekî ezmana sterk dagirtî tê qebûlkirin. Ev teyr xwedawendê zanyarîya pîroz, helbest û musîqê, xwedawend Sarasvatî re hatiye girêdan. Sarasvatî carînan sîwarê tawisê hatiye nimandin. Çavên li ser perên dûlika teyr, herdem vekirîne û hemû kirinên rû dinyayê temaşe dikin. Di baweriya “Îslamê de jî dûlika Tawus an kaynatê, an heyva çardeşevî an jî Rojê di heynê ku li nuqteya herî bilind de ye, nîşan dide. Îmaja tawûs ya mîtopoetîk ku li ser teybetiyên batinî yên vî teyrê ne, spektrûmeke fireh a sembolên sterkî dixe nav çepera xwe” ( Omerxalî, 2007:84). Em dikarin bibêjin ku hemû neqş û rengên ezmîn li ser tawis hatine nimandin.

  1. Mezintirîn Teyrê Rûerdê: Teyrê Sîmir

Ji ber gelek merîfetên xwe, gelek navên Teyrê Sîmir hene. Bi Farisî, Sîmûrg, morgî morgan, ango şahê teyran, morgî fermanrewa, morgî çareger, morgî dermanger, sîreng; bi Tirkî, Zumrudî Anka, bi Kurdî jî Sîmir. Peyveke gelekî kevn e û digihîje dewrên qedîm, heta Avestayê jî diçe. Binyata vê peyvê “Sînmorg” an jî “sênmurv” e ku meneya wê “teyrê neçîrê” ango “teyrê baz” e. Ev teyrê nûwaza di nav hiş û xeyalên mirovan de hertim cîh girtiye û dinyaya wan ya sembolîk xemîlandiye. Tu sînoran hilnehatîye û gelek cî û deweran navê Sîmir belavbûye. Loma em dibînin ku, di edebiyat û zargotina kurd, faris, ecem û tirkan de derheqa Sîmir de gelek efsane hene.

Bêguman di nav hemû teyrên mîtolojîk û efsaneyî de Teyrê Sîmir, teyrê herî bi nav û deng e. Teyrekî pir mezin, qerase û xwedî şemaleke sî rengî ye. Per û baskên wî bi heybet in û li ezmên dipêçîn. X. Omerxalî behs dike, “ Qedîmtirîn beşa Avestayê ku behsa Sîmir lê tê kirin “Yaşt” e. Di Bûndahişnê de dibêje ku “teyrê Sen” teyrê herî mezin e û berî hemû teyrên din ev hatibû afirandin”( Omerxalî, 2007;75).Li gor gotinan hêlîna wî li ser çîyayê Elbûrzê ye. Qet ne karê merivek an jî ruhbereke ku derkeve ser wî lûtke yê. Lûtkeyeke asê û mihkem e. Tê bawerkirin ku hêlîna xwe li ser darekê ango “dirextî heme tohme” ku ew dar toximê hemû nebatan nav xwe de dihewîne û dermanê gelek nexwaşîyan e, de avakirîye. Me di behsa Tawis de jî qala wê darê kiribû ku hemû teyrên mîtolojîk li ser vê darê vedinişin. Ev dar li gor Avestayê di nav behra Ferahkertê de ye. Li gor gotinên din hêlîna wî li çîyayê mîstîk, li ser çîyayê Qafê ye. Çîyayê Qaf çawa razek e, teyrê Sîmir jî wek wî razek e û ne xwedî şikl û şemalekê ye. Bi tenê sîya wî dikeve erdê, lê meriv nikare xwedî sî bibîne. Bixwe şahê teyran e ku em dikarin wî xwedanê teyran jî bihesibînin. Ferîdûddîn Attar di Mantık Al-Tayrê de pesnê wî dide; “ Ew şahê teyran e, berz e û serbilind e, devê heft bavan zêdeye navê wî hildin ser zar û hiç evdek nikare hilkişe ber dergê wî. Rê û dirb tune ku kes xwe bigihînê. Çendik û çend behr û çendik û çend deşt û newal hene, loma divê rêwî wekî şêr be, çimkî rê dûr, behr jî kûr e. Çi aqil çi jî dilê pak nikare bigihêje zanîn û feresata wî”( Attar, 50). Ev kar çiqas çetin be jî, teyrê dunikil dixwaze teyran bigibîne bal Sîmir.

Rojekî hemû teyr dicivin, biryarê didin ku xwe re padîşahekî hilbijêrin. Nîşkeva teyrê dunikil ku bixwe postegerê Silêman pêxember e, tê ba wan û behsa Sîmir dike. “ A rast padîşahekî we heye lê hûn hay jê nîn in. Navê wî Sîmir e, bi hezaran rûpoş û nûr wî wedîşêrin lema em nikarin wî bibînin. Ka werin em herin li ba wî, wî bibînin.” Her teyrek leborîna xwe dixwze ku nikarin bikevin rêyekî wisa çetin. Axir teyrê dunikil wan qayîl dike û dikevin rê û dirban. Di rê de dîsa gelek xeberan didin pêş ku vegerin lê dunikil rê nade ku vegerin. Di ser heft newalan re derbas dibin, wek, newala xwazî, sewda, nezanî, bêîmanî, tenêbûnê, xeyb û qîybet û newala dawî, xwebûnê ye. Her teyrek ji ber hincetekî newalekî de egle dibe û rê derdikeve, axir sî teyr newala heftan derbas dibin. Wexta ku dikevin derdê dîtina Sîmir nîşkeva postegerê wi bal wan peyda dibe û kaxizekî dide wan ku bila bixwînin. Di kaxizan de bi hûrgilî behsa serencema rêwîtiya wan û kirinên wan hatiye nivîsin lema diheyirin vî yekê. Tavilê Sîmir peyda dibe lê di şîkl û şemalê wan sî teyran de. Sîmir dibêje ku ew der wek neynikekê ye, Hûn sî teyr in lema hûn bixwe “Sîmurg”in. Her yek sîmirek bixwe ye êdî. Rê diqede, herkes xwe dibîne, xwe nas dike. A rast ev çîrokeke gelek sembolîke û gelek motîfên tasavvûfê di nav xw de dihewîne. Attar xwastîye bi axaftina teyran peyaman bigihîne xwendevanan li ser xwenasînê, tesevvûfê. Helbet li vir jî teyrê Sîmir û dunikil zêdetir bikar anîye.

Sîmir teyrekî nemir e. Li gor efsaneyan ew teyreke temendirêj e û wexta ku têra xwe kal dibe û ji taqet dikeve, xwe qirş û qala dipêçe û di nav giloka êgir de xwe dişewitîne û ji kula agirê xwe carek din temenê xwe dirêj dike. Her temenekî wî 1700 sal e û tê bawer kirin ku heta niha sê caran şedetîya rûxandin û ji nûva avabûna dinyayê kiriye. Herkes jî emrekî wek Sîmir dixwaze û gelê kurd xweziliya xwe wan kesan tînin yên temendirêj û temenxwaş û dibêjin “emrê te çawa emrê Sîmir e.”

Sîmir herwekî teyrê zanîn û serwextbûnê ye. Tê bawerkirin ku hêlîna wî li ser dara serwextbûnê ye. Dara serwextbûnê an jî zanînê, ne para mirovên xwedî temen in. Ew dara xwedan û xwedawenda ye. Di Tevratê de û mîtosên rojhilata navîn de jî tê behs kirin ew dar li bihûştê ye û berî ku Adem û Hewa li bihûştê bûn ji bo wan qedexe bû ku destê xwe dirêjî wî darê bikin. Bi vî yekî em dikarin bibêjin ku teyrê Sîmir jî wek teyrê Tawis, teyreke bihûştî ye. Jixwe kar û barên ku ew pê radibe ne karên ruhberên asayî ne. Tê bawerkirin ku, sê salan carê hêk dike û cûcikên wê piştî 25 salan ji hêkê derdikevin. Her perekî wê derman e û herkes dil dike ku perên xwe bide wan jî. Heta bigrê Ahûra Mazda jî Zerdeşt şîret dîke ku perê Sîmir cem xwe xwey ke û wexta ku pêwist bû wek melhem canê xwe de. Li gor rîwayetan, eger kesên ku perê Sîmir cem xwe xwey kirana tu zirar û ziyan nedigihîşte canê wan. Ger rastî tengasîyekî an jî bobelatekî hatibana, agir perê Sîmir bixistana, tavilê teyrê Sîmir li wir peyda dibû û wan kesan ji tengasiyan aza dikirin. Di vê behsê de helbet çîroka herî nas, çîroka “Zal, Rostem û Teyrê Sîmir” e.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev