Bi pirsên kurdên Rojhelata Kurdistanê û bi bersîvên min bo PKK

Bi pirsên kurdên Rojhelata Kurdistanê û bi bersîvên min bo PKK

Îbrahîm Guçlu, sîyasetmedar 

Çavdêra mafên mirov a Rojhelata Kurdistanê beriya vê demekê di derbarê PKKê de bi min re hevpeyvînek çêkir. Ev hevpeyvîna min li Îranê û li Rojhelata Kurdistanê bi tîpê latînî û erebî hat weşandin. 

Ez nûha hevpeyvîna xwe pêşkêşî raya giştî ya Bakûrê Kurdistanê dikim. 

 

1-Bo xwendevanên me, ji kerema xwe hinekî ser çawan çêbûna PKKê û bo çi û di çi rewşeke fikrî û îdeolojî de çêbû bibêjin. 

BERSÎV: Piştî Darbeya Leşkerî ya 12ê Adara 1971an, di sala 1974an de ji bona girtiyên kurdperwer yên Kurd jî Ef a giştî derket. Ez jî yek ji wan kesan bûm, ku.min di encama darizandinê de sizayê bilindtir girtibû. Dewleta Kemalîst ya Tirk a Kolonyalîst di wê qenaetê de bû ku dê bi Darbeya Leşkerî, Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê ji holê rake. Lê piştî salên 1974an tespît û stratejiya Dewleta ne rast derket. Tevgera Neteweyî ya Kurd xûrttir bû. Berê bes Partiya Demokrat ya Kurdistan Tirkiyeyê (PDKT) hebû, piştî salên 1974an gelek partî û rêxistin ava bûn. PDKT di şertên Darbeyê de gelek qels ketibû, Piştî wan salan xwe jinûve rêxistin kir. Rêxistinên nû ji aliyê gelek siyasetmedar û qedroyên çalak yên Kurdistanê ve ku poştî salên 1959an ji bona ku Tevgera Neteweyı ya Bakurê Kurdistanê ava bibe û xûrt bibe, ava bûn. Gel bi wan rêxistinan gelek bawerî dikir. Ew partiyan (Tevgera Rizgarî-Ala Rizgarî, PSKT, DDKD, Kawa, KUK, Têkoşîn) di nav gel de û li herêmê Kurdistanê bûn xwediyê civateke girseyî.

Li Bakurê Kurdistanê fikir û ramanê nasyonalîst yên çep û rast xûrt bûn. Di nav gel şiyarbûneke gelek xûrt çê bû.

Dewleta Kemalîst ya Tirk dît ku bi girtin, bi darizandin, hepiskirin, êşkence, kûştin, sizakirin, nikarepêşiya Tevgera Bakurê Kurdistanê bigre. Lewra li Bakurê Kurdistanê ji aliyê siyasî de “Bihareke Nû” dest kiribû. Wê demê dewletê stratejiyeke gelek xeter pejirand, li ser navê kurdan PKKê ava kir. Xwest ku bi destê xwe ji derve de û bi destê PKKê ji, ji hûndir de Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê têkbibe û pûç bike.

Rastî jî di nav pêvajoyekê de bi taybetî jî piştî ku Leşkeran bir PKKê ve Darbeya Leşkerî ya 12ê îlona 1880 li darxistin, Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê pêşî tevizandin, pişt re şikandin, di dawî de jî tune kirin.

 

2-Gelo hemû damezirînerên PKKê kurd bûn? Bawera wan a îdeolojîk çi bû?

BERSÎV: Wek min bersîva yekemîn ya we de diyar kir, PKKê di şertên nexwezayî de û ji bona ku Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê têk bibe û ji holê rake ava bû. Loma kurdên kurdperwer û bi dehsalan e ku ji bona serxwebûn û azadiya Kurdistanê xebat dikin, di nav vê projeya dewletê PKKê de cî nagre. Bersîva vê pirsê gelek aşkere ye ku ew ji damezrênêrê PKKê bi piranî kurd nînin.

Loma jî, li ser navê kurdan Ocalan û li derûdora wî du-sê kesê kurd yên necivakî û bi tevgera milî ya kurd re eleqeya wan tune bû, peyda kirin, ji Tirkan jî cemaatek çêkirin. Wê cemaetê PKKê ava kir.

Baweriya wan kurdperwerî û nasyonalîzma kurd nebû. Ew xwediyê îdeolojiya çeprev ya Stalînîst û Kemalîzma Tirkan bûn. Loma jî hemu kurd û rêxistin û partiyên Kurdistanê û hêzên civcakî yên bingeha Tevgera Neteweyî  ya Kurdistanê (mîr, axa, şêx, serokeşîr, mele, rewşembîrên nasyonalîst yên mihafazakar) dijmin îlan kir. Ji bona ku wan ji holê rake, bi piştgiriya dewletaTirk dest bi şerê giran û çekdar kirin.

 

3-PKK dijî serxwebûna Herêma Kurdistanê ye û ev dijî slogana wê bixwe bo kurdan e? Ev dijayetî ji ku tê?

BERSÎV: PKKê di destpêkê de ji bona ku Kurdan li derûdora xwe bicivîne serxwebûna Kurdistanê, yekîtiya Kurdistanê parast. Piştî ku kurd li derûdora wan civiyan û bi hezaran Kurd dan kûştin; bii xwe hevalên xwe û kurdperwer kûştin dev ji serxwebûna Kurdistanê berda. Öcalan li dadgehê gelek aşkere diyar kir ku heger PKKê nebibûya nasyonalîtên kurd û Celal Talabanî û Mesûd Bazranî bi piştgiriya Emerîkayê û Yekîtiya Ewrûpayê Dewleta Kurdistanê ya wek dewleta îsraîlê ava dikirin.

Heta got ku ji bona kurdistanê federalî û otonomî (hukmî zatı) jî nepewîst e. Dive girêdana neteweya kurd Dewleta Tirk dom bike. Di statuya kurdan de guhertinek çênebe.

Ew dijiyatiya PKKê li hemberî dewleta Kurdistanê, ji projebûn PKKê ya dewletê, rêxistineke operasyonal  a li dijî kurdan û Tevgera Neteweyî Kurdistanê tê.

 

4-Ser PKKê û têkiliyên wê bi MITê re hertim hin guman hebûne ku dibêjin MITê PKK çêkir û piştre MITê kariye bikeve nava PKKê. Hûn ser vê çi dibêjin?

BERSÎV: Min di bersîva pirsa  yekemîn de diyar kir ku PKK çewa ji aliyê Dewleta Kemalîst ya Kolonyalîst a Tirk de hatiye ava kirin. Armanca vê projeyê diyar kir. Ji aliyê din ve Ocalan bi xwe dibêje ku mirovên li cem min mirovên MÎTê bûn. Lê ew bi xwe jî gelek aşkere diyar dike û dinivîsîne û di dema darizandina xwe de jî li dadgehê diyar kiriye ku MÎT”ê ji wî re û ji wan re alîkarî kiriye. Beriya ku bê girtin û hepis bibe, digot ku “min MÎT xapandiye.” Piştî ku hat girtin got ku “MÎT ji me agahdar bû. Ji me re alîkarî kir.”

Mijara girîngtir jî ew e ku Ocalan di dema darizandina xwe de di dadgehê de dibêje ku “Min ji her kesî û dezgeha Tirk zêdetir ji dewletê re xizmet kiriye. Heger ez û PKKê nebûna, nasyonalîstên Kurd bi piştgiriya Yekîtiya Ewrûpayê û Emerîkayê dewleta Kurdistanê ava dikirin.”

Dîsa Ocalan gelek aşkere ji dewletê re dibêje ku “Mesûd Barzanî û Celal Talabanî bi alîkariya Emerîkayê dixwazin Dewleta duyemîn ya îsraîlê li Rojherlata Navîn  ava bikin. J imin û PKKê re alîkar bin, em pêşiya vê bigrin. Lewra Dewleta Kurdistanê wek dewleta Îsraîlê li Rojhelata Navîn û ji bona we dibe dewleteke gelek xeter. Dema Ew li Başûrê Kurdistanê dewlet ava bikin, Tirkiye û Sûriye, Îran jî parça dibe. Kurdistana yekgirtî û mezin çê dibe.”

Ocalan dema li Kenyayê hat girtin û anîn Tirkiyeyê, di destpêkê de diyar kir ku “xalê min Tirk in. Ez hatime xizmeta dewleta xwe (Yanî Dewleta Tirk) bikim. Ji bona vê div dewleta min derfetê ji min re çê bike.”

Rastî jî Ocalan ji serî de ji dewletê re xizmet dikir, piştî ket hepisê jî ji dewletê re xizmet kir. Ji Kurdan re, ji serokên Kurdan re, ji Partî û rêxistinên Kurdistanê re, Herêma Federe ya Kurdistanê re dijminitî kir. Ji Dewleta Tirk re dostanî û alîkarî kir.

Gelek aşker got ku “dewleta serbixwe mafê kurdan nîne. Heta federalî û hikmû zatî jî mafê kurdan nîne.”

Dema ku Ocalan ji Kenyayê anîn Tirkiyeyê li wî qet êşkence nehat kirin. Her tiştek bi dilê xwe pêşkêş kir. Agahdariyên di destê me de diyar dikin ku Ocalan di lêpirsîna xwe de gelek tişt pêşkêş kiriye. PKK çewa ava bûye, bi destê ke û bi plana kê avabûye diyar kiriye. Di derbarê hevalên xwe û berpirsiyarênn Tevgera Neteweyî yên Çar Beşên  Kurdistanê gelek tişt gotiye.

Min di gelek bernameyên telewîzyonên Tirkan de got ku “divê hûn tiştên û nêrînên Ocalan ku di lêpirsîna xwe de aniye ser zimên divê hûn ji raya giştî re diyar bikin.” Ji bona berjewendiya dewleta Tirk ew daxwaza me pêk nehat. Heger ew nêrînan deşîfre bibûyan, ji bona Dewleta Tirk dibû siqandal.

Beşekî biçûk deşıfre bû, di wir de jî li hemberî Tevgera Neteweyı Kurdistanê çi xirabî kiriye, rokala wî di Tevgera Kurdistanê çibûye gelek aşkere dibêje. Ew jî ji dewletê re xizmet e.

 

5-Tirkiye û MIT ji birêvebirina PKKê çi menfietê dibin? Menfieta vê saziyê bo tirk û pantirkan çi bûye?

BERSÎV: Min armanca Dewleta Tirk di avakirina PKKê de çi ye, min di pirsên din de bersîv kir. Dewleta Tirk ku MÎT dezgeha wan ya sixurî ye, ji bona ku pêşiya  Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê bigre,  partî û rêxistinên Kurdistanê di nav pêvajoyekê de tasfiye bike, Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê ji armanca dewleta Kurdistanê dûr bixe, di nav neteweya kurd de nekokiya kur bike PKKê ava kirin. PKKê loma jî di destpêka de li dijî partî û rêxistinên Kurdistanê şerekî xirab  dest pê kir. Li hemberî eşîretên Kurdperwer şer kir. Ew şera bi piştgiriya eşîretên hevalbendên dewletê ve meşand. Bi hezaran kesên sivîl û pêşengên civatê û serok eşîr û mele û axa û mîr kûştin.

Piştî Bakûrê Kurdistanê jî, li hemû beşên din yên Kurdistanê (Li Rojhelata Kurdistanê, li Başurê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê) ew mîsyona xwe ya xirab û li dijî neteweya kurd û Kurdistanê meşand. Bi hezaran kurdperwer kûşt û da kûştin. Bes li Başûrê Kurdistanê 3500 pêşmerge şehîd kir.

Li Rojhelata Kurdistanê bi sedan ciwanên Kurd da kûştin û da îdam kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê bi dehhezaran ciwanên Kurd da kûştin û kûşt.

Gelo ji vê mezintir berjewendiya dewletên dagirker dibe?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev