TEYR Û BALINDE DI MÎTOLOJÎ Û ZARGOTINA KURDÎ DE -4

TEYR Û BALINDE DI MÎTOLOJÎ  Û ZARGOTINA KURDÎ DE -4

Nivîskarê me bi taybetî bo malpera me nivîseke gelekî delal nivîsîye,

me ew kir pênc beşan, hersê beşên pêşin me sê rojên buhurî çap kir.

Kerem bikin, îro beşa çaran bixwînin.

Şemoyê Memê

4.3- Teyrê Enqer – Anzû

Teyrê Enqer( anka), Sîmirê li nav Ereban e. Di dewra Sumeran de navê wî Îmdîgûd bû ku li ser du şêran teyrekî serîşêr hatîye sembolîzekirin. Xelkên Misira qedîm û Yewnanan jê re digotin Phoenix, di mîtolojiya Hîndûyan de teyrê Garûda, xelkên Misilman jê re digotin teyrê Hûma an jî teyrê dewletê. Li nav xelkên Anatoliyê û Mezapotamyayê jî wek teyrê duserî hatiye nimandin û bi vî formî bûye sembola dugel, mîrî an jî devletan.

Teyreke mîtolojîk e ku tê bawer kirin hêlîna wê li pişt çîyayê Qafê ye. Jixwe ev teyr jî efsaneyî ye, helbet tu kesî ne ew dîtiye ne jî çiyayê Qafê. Di zargotinê de behsa du ankayan tê kirin; ankaya baş û ya xirab. Ankaya qenc wek milyaketekê alîkar û dostê merivan e. Yê xirab teyrekî qerase ye, baskên wî ewqasî fireh in, wexta ku baskên xwe vedike difire wek ewrekî reş û tarî ezmîn dipêçe û rûerdê dibe şevereş. Wexta ku difire qey avareş dikişe an jî wek ewran dike gurinî. Her du jî xwedî şewq û şemaleke xurt in ku, kesek nikare wan binêre. Ew teyr wek mirovan difikire û diaxive. Xwedî gelek huner û zanyariyan e. Wek teyrê Sîmir dikare bi baskên xwe yên efsûnî birînên xedar derman bike û bipêçe. Gelek caran şîretan dide û rêberiya leheng û hukumdarên ku tên bal wî dike. Meriv bi alîkariya wî dikare bigihîje çiyayê Qafê. Tê bawerkirin ku Zulqurneyn pişta wî sîwar bûye û heta stêrkan bilind bûye. Stuyê wî pir dirêj e û bi nikilê xwe dikare fîlekî jî erdê rake. Herwekî Zulqurneyn, Îskender û Key Kavûs jî wek formekî ankayê jî teyrê baz sîwar bûne û hewldane derketîna ezmanan. Helbet em dikarin bibêjin ku ev teyrê baz dûajoyê anka an jî Sîmir e.

Teyrê anqa forma xwe ya ewil dibe ku teyrê “Anzoû” girtibe. Li gor Mîtosa Mezopotamyayî Anzoû teyrê bayê ye û xizmetkar û peyamgerê xwedan Enlîl e. Berê ewil teyrekî nefspiçûk e lê hestên quretîyê lê peyda dibin. Çav dike tablêta ku sir û razên xwedanan ku tê de nivîsî û di bin destê xwedan Enlîl de ye. Rojekî wexta ku xwedan Enlîl cil û bergên xwe radestê Anzoû dike û dikeve avê, Anzoû rahişte tableta sir û razan û firya çû serê çiyê venişt. Xwdan Enlîl pir qehirî, tiştekî nebûyî, tiştekî sosret, çawa teyrek dikare hukumî xwedanan bike. Lema hewl dide wan tabletan vegerîne lêbelê xên ji xwedan Nînurta kes ber vî karî ranabe ji ber tirsa hêza Anzoû. Axir Xwedan Nînurta bi alîkariya xwedanên din per û baskê Anzoû dişikîne, serê wî diqetîne û tablêtên qederê teslîmî Enlîl dike.

Li gor mîtolojîya Êzdîyan teyrê Enqer di heyama afirandinê de hebûye. Tê gotin ku, Xwedê berê hertiştî Durra spî afirand ji raza xwe ya herî ezîz û pê re teyrek bi navê “Enqer” afirand. Wî durra spî li ser pişta teyr bi cî kir û çil hezar salan li ser wî îqamet kir. Li gor çend versiyonan jî Xwedê pîştî afirandina durrê kevokeke spî afirand û navê “Enfer” lê danî. Baş xûyaye ev teyr ku gelê Êzdî temsîl dike, jî wek formeke din ya Tawis e, wek Tawis û Sîmir, ew jî li ser dara “Herhere”yê vedinîşe ku ev dar bihûştê şîn dibe. Tê bawer kirin 72 baskên teyrê Enqer hene û her baskek milletekî rûdinê temsîl dike.

5. Neçîrvanê Cinsê Xwe: Teyrê Baz – Eylo

Teyrê baz teyrê neçîrê ye. Dewrên qedîm heta niha ji bo neçîrvanan gelekî kar û xebat kirine. Bûne qesasê teyr û balindeyên din. Lema di zêna gel de wek teyrekî xirab hatiye nasîn. Ji ber neçîrvaniya wî, mîrên Kurdan jî baz xwedî dikirin û qedrekî giran didan wan. Ev teyr di mîtolojî û zargotinê de jî gelek caran rastî me tê. Em dikarin bibêjin, teyrê baz an jî eylo herî zêde di nav mîtolojî û baweriyên Şamanan de cih digire. Eliade destnîşan dike pêywendiya teyrê baz û peydabûna şamanan. “Berê ewil li rojava Xwedan(tengrî) û li rojhilat jî Ruhên Xirab hebûne. Xwedanan mirov afirandine û mirov, heta roja ku ruhên xirab mirin û nexwaşî rûerdê belav kirine, bi şadî jiyane. Ji ber nexwaşî û mirinê, xwedan dilkirine ku şamanekî mirovan re bişînin. Seba vê yekê teyrê baz şandine nav wan. Lê belê mirovan zimanê wî tiştek fehm nekirine loma baz vegeriyaye bal xwedanan ku feraseta axaftinê bidinê. Xwedanan jî carek din baz şandine rûerdê ku rastî kîjan mirovî bê divê feraseta şamanîyê bide wî. Baz daketiye rûerdê û rastî jinekê hatiye ku li ser çiqlê darekî razaye. Baz bi wî re şabûye û wextekê nêz de zarokek jinikê re çêbûye ku tê gotin ew şamanê ewil e. Tê bawer kirin ku teyrê baz şaman bixwe ye û ruhên mirovan digihîne ezmîn. Nifşê mirovan ji teyrên baz rabûne û belav bûne. Baz “Heyiya Pîroz” e. Zarokên wî jî ruhên wek di dilqê teyran de, li ser çiqlên dara gerdûnê veniştîne ( Eliade, 1999:98). Teyrê baz gelek caran bi darên pîroz an jî hesinkeran re hatiye têkildar kirin. Şaman teyran wek bav û kalên xwe dihesibînin û wek “Heyîna Herî Pîroz” dihewînin. Loma dixwazin hertim têkevin dilqê wan û cilên xwe per û baskên wan dixemilînin. Li xwe kirina wan cil û bergan, şaman dixwazin û hest dikin ku di rêûresm û nîyazkirinên dûr û dirêj de bigihêjin forma ruhê ewil ya bav kalên xwe. Çawa van peran cilên xwe dixemilînin, wan li ser gorên şamanan jî diçikînin ku wek bibe rêberê ruh, gelo biçe kîjan alî. Ev per rênişandan e, çawa perê Sîmir jî rê nîşanî Zal û Rostem dikir.

Mîtosa herî kevn ya nivîskî derheqa teyrê baz da, mitosa “Etana” ye. Herçiqasî gelek tablêt kêm an jî şkestî bin jî çîrok bi temamî tê fehm kirin. Ev tableta Babîlî ye û çîrok wisa honandiye; Xwedan biryar didin ku rêberiya gerdûnê ji ezmîn daxine rûerdê. Seba vê yekê jî dixwazin Etana bê peywirdar kirin. Lê belê Etana kordunde ye, divê kesê bê erkdar kirin xwedî zarokan be ku rêvebirî ji bavan derbasî kuran be. Çîroka teyrê baz li vir destpê dike. Teyrê baz, di bin çelekê de ase hayiye zîndanî kirin, xwedan Şamaş lawa dike “ger min vî çelê derxînî, eger ez têra xwe çûkên piçûk bixwim û bêm ser xwe, ez ê hertiştî bidim wî (Etana). Ew çi bixwaze ez ê bikim, ger gura min bike”( Bender, 1996;117). Bi xêra teyrê baz û rênîşandana xwedan Şamaş, Etana teyrê baz rizgar dike û teyrê baz, Etana pişta xwe sîwar dike, dibe heta “giyaya vejînê” peyda dike û dide wî. Bi xêra baz zurrîyeta Etana zêde bûye. Li vir teyrê baz ên mîtosên Şamanan û Babîliyan gelek dişibin hev. Bi xêra herduyan jîyan destpê kiriye an jî rûerdê hukumdarî destpê bûye. Çîrokê destebirakîya Mar û teyrê baz jî tê destnîşan kirin lê axirî teyrê baz qewlê xwe xirab kiriye û çêlikên mar daqurtandiye û bi vê kirina xwe hatiye zîndanî kirin bin ç’elekê de.

Rikberîya teyrê baz û maran pirsgirêkeke gelek qedîm e. Li gor rîwayetan teyrê baz û mar ji bo destxistina çîyayê Agirîyê ketine pêsîra hev û şerekî dijwar kirine. Axir li deşta Îdirê teyrê baz zora mar dibe û serokatiya ezmanan destdixe. Mar jî dibe sembola erdê. Teyrê baz li bal kurdan jî teyreke xwedî bihêz û razên veşartî hatiyer nimandin. Wek navekî taybet, navê “Baz” kurên xwe kirine. Bi vî yekî xwestine ku kurên wan jî wekî bazen xurt, çalak, bilez û xwedî heybetekî bin.

Çawa jorê hate behs kirin ku meriv bi saya teyrê anka hilkişîyane ezmîn heta stêrkan, dewrên nêzîk te ew peywir jı teyrê baz hatiye spartin. Li gor Şahnameyê Key Kavus bi quretiya xwe, xwe cêrga xwedanan de hesibandiye û xwestiye ku derkeve ezmîn û Xwedê bikuje. Seba vê rîya dûr û dirêj teyrên baz ên çiyayê Elbûrzê bi kar anîye. Çar çêlikên teyran bi mehan bi goşt dayê xwedî kirin û ji bo xwe textek daye çêkirin. Çend rojan ew teyrana birçî hiştiye û paşê her yek alîkî textê xwe dide girêdan û her alîkî text jî rimekî dirêj û serê riman goştê berxan dide girêdan. Derdikeve ser text û teyrê baz hewl didin ku xwe bigihînin goşt difirin lê nikarin bigihîjin goşt lema her bask didin û bi vî formî heta ezmîn difirin û li gor rîvayetên Firdewsî neqil dike Key Kavûs li ezmîn tîr diavêje Xwedê û tîr bixwin dikeve erdê. Ev hewldana Key Kavûs dişibe hewldana Zulqarneyn û Îskenderê Makedonî.

6. Sembola Ruhê Pak û Bedewiyê: Kevok

Belasebeb nîne kevok wek teyrê edlayê, aşîtiye, pakiyê hatiye sembolîzekirin. Teyreke spehî, kaw û kibar e. Herwisa wek sembola azadiyê jî hatiye pejirandin. Teyreke bêguneh e û kitêbên pîroz de jî navê wê/wî derbas dibe. Kevokê mizgîniya jiyaneke nû anîye, herwisa wek ruhê pîroz jî hatiye pejirandin. Di Tewratê de behsa rabûna tofanê û karê kevokê wisa tê kirina, “ …bere-bere av ji e’rdê dik’işîya, pey sedpêncî r’ojîr’a av kêm bû…û çil rojî şunda Nuh k’uleka gemîya xweye çêkirî vekir, û qar’qar ber’da. Lê ew virda-wêda xwera fir’î h’eta ava li ser e’rdê ziha bû. Peyra kevotk ji cem xwe ber’da, ku bibîne k’a ava li r’ûyê e’rdê kêm bûye. Lê kevotk cîyê ku nigêd xwe lê danîya nedît, ber bi gemîyê li ser wîda veger’îya, çimkî temamîya r’ûyê e’rdê hê av bû, Nuh jî dest avîte wê girt, anî cem xwe kire gemîyê. Heft r’oja jî sebîr kir, peyr’a dîsa kevotk ji gemîyê ber’da. Berê êvarê kevotk li ser wîda veger’îya, wê belgekî zeyt’ûneyî nû nikulkirî devda, hîngê Nuh pê h’esîya ku ava li ser r’ûyê e’rdê kêm bûye” (Pênc Kitêbêd Mûsa,2010;23). Bi vê xeberê Nûh û kes û heywanên di keştiyê de dadikevin erdê û nifşê mirov û heywanan vî cureyî zêde dibe.

Ji mêj ve kevok wek peyambirek hatiye bikar anîn. Wek teyreke pîroz hatiye pejirandin û tu kesî destdirêjiya wî nekiriye. Wexta ku Hz. Îsa bi destê Yûhenna li çemê Urdunê vaftîz dibe, ruhê Xwedê wek kevokekî ji ezmîn dadikeve ser milê wî. “ Îsa imad bû ji avê derket derneket û pêre pêre ezman qelişî û wî dît ku Ruhê Xwedê wek kevokekê hat xwarê û li ser wî danî. Û dengekî ji ezmanan weha got: <<Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e.>>” ( Metta 3:16-17, Marqos 1:9-11, Lûqa 3, 21-22). Loma li bal Xaçperestan kevok sembola Ruhê Xwedê û ruhê Îsa mesîh ê bêguneh û pîroz e.

Li bal misilmanan jî kevok pîroz e. Li gor rîwayetan Hz. Mihemed wexta ku destê mişrîkan xwe spartibû şkeftekê, pîrikekî devê şikeftê tewna xwe çêkiribû û kevokekê jî li ser tewnê hêlîna xwe danîbû. Lema mişrîk şik nebiribûn û neketibûn şkeftê. Hz. Mihemed bi saya wan destê wan filîtîbû. Li bal Misilmanan jî kevok sembola pakî û nefspiçûkiyê ye. Heta bigrê di dewrên qedîm de jî wisa bû. Di dewra Hîtîtiyan de wexta jineke duhala giran dibû, ji bo welidinê dibirin perestgehê, piştî welidinê kêşe ber dergehê kevokek ser jê dikir. Ev jî wek xwina keçaniyê dihat hesabê çawa xwedîîffetê û bekaretê. Herwisa kevok dayîktiyê re dihat girêdan.

Çawa perên teyrê Sîmir, Ankayê dibin derman û birînên kujer derman dikirin, di mîtosekê Çîngeneyan de jî perê kevokan vî karî radibin. Çîrok behsa mêr û jinekê dike ku navên wan Îlîa û Proroe ye. Îlîa cotkarek e û rojekî pir westîyayî bêtaqet vedigere mala xwe. Ser rê rastî çend şeytanan(benga) tê. Şeytan dixwazin kirên xirab bidin kirin û jê re dibêjin ku, wexta ku ew çolê ye jina wî mêran berê ser xwe dide. Şik dikeve dilê Îlîa û wekî gayekî har û dîn xwe digihîne malê. Wexta ku dikeve malê bala xwe didê, di bin cilan de du kes radikevin û hew zane ku ew jina wî û dilketiyê wê ye loma herduyan jî dikuje. Lê belê wexta ku diçe oda xwe bala xwe didê jina wî li odê razaye. Axir, Îlîa pê dihese ku ew kesên di bin cil de dê û bavê wî ne. Îlîa ji ber kirê xwe diqehire, bexta re çend kevok xwe digihînin hawara wî. Şîret didin Îlîa, bila perên baskên wan biqetînin û can û cesedê dê û bavê mirî de. Bi lêdana perên kevokan re dê û bavê Îlîayê radibin ser hişê xwe( Gezgin, 2014:96).

Destan û çîrokên kurdan de jî kevok gelek caran keçikên pêriyan e. Di bedewbûnê de bêqusir in. Ev pêrî di dilqê kevokan de difirin û herî zêde li ser kaniyan peyda dibin. Li wir ji dilqê kevokan derdikevin û avê xwe dikin. Lehengên çîrokan jî bextê çê rastî xeberdana wan tên û bi saya wan gelek kemînan xilas dibin an jî dibin xwedî gelek razan. Çimkî ew pêriyên dilqê kevokan hertiştî dibînin û dizanin, lema tedbîra pêwist jî eşkere dikin. Gelek caran jî bedew û çelengan digihînin hev.

Di vê hêlê de erka kevokan di destana Memê Alan de gelek eyan e. Li gor destanê rojekî Zîna delal bi koma cariya, xasbaxçeya bavê xwe de gelek gerîyan. Bi eşq û şa, lê halekî westiyayî vegerîyan koşka bavê xwe. Zîna delal kete nav xeweke şîrîn. “Gelek we’dê şevê derbaz bûbû, wextekê sê kewotkê delal pencera dîwana, ko Zînê têda razayî bû, lê danîn. Wexta kewotka Zîna nazik dîtin, met’elmayî man. Xûşka ç’ûk gote xûşka mezin, go: ‘Xûşkê, gelo bende jî ewqa bedew dibin? Te qe e’mrê xweda dîtîye ewqas bedew dînêda.? ’ Xûşka mezin go: ‘Xûşkê, min xortek dîtîye, wekî ji vê qîzê bedewtîre, ew xwexa jî kurê Al-paşayê şeherê Muxurzemînêye’. Herd xûşkê ç’ûk, teweqa xûşka mezin kirin, go: Xûşkê, gelo nave wekî em evê qîza nazik bigihînine ewî xortê tu dibêjî? Ew herd jî nazik û bedewin, bira mirazê xwe şabin.’ Xûşka mezin herd xûşkê xwera qayîl bû, û wana dua li xwedê xwest, libas li Zînê kirin.” Û vê yekê lîgel Zînê hewa ketin.

“Em kewotkê p’er hêşînin,

Libas û qanata dihejînin.

Xatûn Zîna delal xwera hiltînin,

Ezmanê hêşîn, welat, welat digerînin.

Sih’eta nîvê şevê p’encera Memêda datînin.”( Celîl&Celîl,1978:46)

Em dibînin ku vî destanê de hevdîtîn û bengîbûna Mem û Zînê bi xêra hersê kevokan pêk tê. Em dikarin bibêjin ku ew kevokên destanê ji bo Memê û Zînê û evîna wan ya bêmiraz tor avîtine. Di berhevoka Roger Lescotê de ev hersê pêrî ku qîzên padîşahê pêrîya ne, dîsa dilqê kevokan de ne û navên wan Tavbano, Stêrbana û Heyvbanû ne. Li ser kanîya Gulan, ji xwe danîne postê kevokan û ketine hewzê. Stêrbano ku piçûkê xwîşka ne, bala xwe dide ku herdu xwîşkên wê pir bedew in, bêqisur in, çavreşîya wan dike û postên wan direvîne. Herdu xwîşkên din ji soz danê ku ji wan bedewtirîn qîzek û xortek heye rû dinê. Stêrbano bi qewlê dîtina herdu bedewan postê wan didê. Li ser vî yekî hersê kevok difirin li ber pencere û kulekan. Morîya xewê pifkirine guhê Zînê û textê wê dane ser pîyê cin û pêrîyan û firîne bal Memê Alan. Mem wexta pesnê Zînê dide dibêje “kevoka ji nûy ferxînê”. Di gelek stran û çîrokên Kurdan de jî keçikên bedew û delal şibandine kevokan. Herwisa kew (kewa gozel) û qumrî jî vî hêlê de wek teyrên evîndariyê hatine zanîn.

Di çîrokên Mîrze Mihemed de jî em rastî van kevokên dilpak û alîkar tên ku, bextê çê Mîrze Mihemed xeberdana wan agahdar dibe û ev kevok, rê û dirban nîşanî wî dikin. Di çîrokekê de Mîrze Mihemed pey keçikekê dikeve ku navê wî Gulperî ye. Ew bajarekî efsaneyî de dimîne ku deriyê wî bajari, yek jî odeyên bavê Mîrze Mihemed re vedibin. Mîrze Mihemed ligel hevalê xwe Ehmed re dikevin wî odê, navê Gulperiyê dibihîzîn. Hespên xwe diwestînin, gelek rê diçin, axir di malekî bêxwedî, bisêhr û ecep de disitirin. Hertîşt tê ber dest û lingên wan û wextekî du kevok, yek spî yek reş li ber şibakê peyda dibin û bi hevre behs dikin gelo Mîrze Mihemed çawa bike ku bigihîje bajarê Gulperiyê. Ew bi gotin û temiyên kevokan dikin û digihîjin mirazê xwe. Di rêya vegerê de vê carê Gulperî jî li bal wan, disa heman malê diqesidin. Nan û ava wan tê ber wan, paşê dîsa du kevok yek reş yek spî ber şibakê veniştin û dest bi axaftinê kirin. Kevoka spî eşkere dike ku wexta Mîrze Mihemed vegere mala bavê, bavê jê re kemînan daîne; bi dorê, ê jehrê bide hespê wi, ê mirovekî xwunxar bişîne ser, ê xwarina jehrî bide wan û ê wan vexwîne malê lê cîhê wan li ser bîrekî raxe. “Dema ku kevokê bi axaftina xwe qedera wan şîrove dikir, Mîrze Mihemed, Gulperî û Ehmed guhê xwe didin wê, dema ku axaftinên wê xilas bûn, rabûn bi hev re bi firê ketin”( Öncü; 2014:364). Mîrze Mihemed bi saya kevokan hemî kemînan xilas dibe û Gulperiyê re dizewice. Xwedê kurekî didê, lê telebexta re rojekî, Mîrze Mihemed, destebirakê xwe Ehmed dikeve şikê, tavilê Ehmed ji şerm û xeman hişk dibe û dibe kevir. Helbet çareserîya wî belayê jî Mîrze Mihemed ji kevoka spî ku di dinyaya odeya çilan ya bavê wî de, mala “kes lê neyî lê liv jê heyî” de hîn dibe. Kevoka spî, kevoka reş re dibêje, “Bila here kurê xwe li ser peykerê Ehmedê dilsoz de serjêke, dema çilkek xûna kurê wî bikeve ser peykerê wî, wê vegere rewşa xwe ya berê”(Öncü, 2014:366). Helbet Mîrze Mihemed û Gulperî, gotinên şîretkarê xwe kevokê bêdudilî dibin serî, xûna kurê xwe ser peykerê wî de dirijînin.Ehmed tê ser hemdê xwe.Li van çîrok û destanan de jî pir eşkere ye erka kevokan çawa mirazbexşandî, dilhebandî, hevgîhandî ye.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev