„Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê!

„Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê!

Şeyhmus Özzengîn

Dîrokek 40 salî ya dewleta tirk li ber me ye. Ev dîrok, li ser mijara Kurd û Kurdistanê tije ders in. Dîrokek, helwesta dewleta tirk a li henber pirsa Kurd û Kurdistanê, ya 99 salan bi belge û stratejîya xwe, derdixe ber me. Divê em ji vê dîrokê dersan bigirin û li gor van dersan xwe ji tinekirina sîstem û stratejîya dewleta tirk biparêzin. Li ser stratejîyek netewî tevbigerin û xwe rizgar bikin. 

Di vê dîroka dewleta tirk a 99 salan de pir hikûmet hatine guhertin. Sê kudetayên leşkerî, guhertinên sivîl û zagon ava bûne. Lê di vî warî de helwesta dewleta tirk nehatîye guhertin. Dewleta tirk di 99 salan de sê hedefên stratejîk meşandine û ji van hedefan bi paşde gav navêtîye.

Redkirina hebûna kurdan û meşandina asîmîlasyoneke sîstematîk!

Dejenerekirina miletê Kurd, bi armanca hilweşandina balans, exlaq, çand û hiqûqê civakî yê balansa miletê Kurd.

Bi hilweşandina van hêjayîyên civakî re, entegrekirina miletê Kurd bi dewletê re; ku ev tê armanca tinekirina miletê Kurd bi xwe.

Înkarkirina hebûna Kurd û Kurdistanê, „teorîyên“ nijadperestî, ku di vî warî de ji terefê zanîngehên tirkan de hatine weşandin, kampanyayên di her pergalên medyayî, hunerî û civakî de, di xizmeta vê stratejîyê de meşîyane. Van têra xwe encam nedaye. Metoda leşkerî, zor, zilim û metodên terorî jî xistine dewrê.

Car caran ev metod ji kontrolê jî derketine û bi komkujî, kuştin û zîndankirinên girsî re, van metodan metirsîyek derxistîye holê, ku ji wan re bibe sebebên ku Kurd ji dewletê dûr bikevin. Bi lêkolînên zanistî her nabzê civatê pîvane, xebatên endezyarî rapor kirine û li gor van raporan, guhertinên deman anîne û helwesta kurdan şopandine.

Di van 40 salên borî de, ev stratejîya dewleta tirk, carinan sert û dijwar, carinan nerm û aşitîxwaz, derketîye ber me. Lê rewşenbîrên kurdan li ser van guhertinên şiklî bi pisporî xebat ne meşandine. Piranî bi çavê „bidestxistinan û hinek mafan“ li van helwest û guhertinan nerîne!

Ji 1980 an û virde ev stratejîya ku dewleta Tirkan li ser Kurd û Kurdistanê meşandîye; di navendên lêpirsînên polîsan de, di zîndanan de, li kuçe û kolanên Kurdistanê, hêjayî lêkolînê ye, ku miletê me ji van kiryar û stratejîyan dersan bigire û têxe hafiza dîrokê.

Çendîn demên „nerm“, ji bona avakirina balansek nû û reorganîze kirina sîstema dewletê, bi navê „pêvajoka aşitî“ destpê kirine?

Ev program çend salan û bi çi armancan meşîyane?

Kî ji kurdan bûne pergalê van program û stratejîyên dewletê, ku dewleta tirk di warê asîmîlasyonê, dejenerasyonê û entegrasyonê de serkevtî be?

Bersîva van pirsan pir girîng in:

Ya ku di her demê de “pêvajoka aşitîyê” destpê kirîye, meşandîye û ya ku bi dawî jî anîye dewleta tirk bi xwe ye. Yên ku ji van pêvajokan re bûne pergal, Abdullah Ocalan, PKK û rêxistinên vê tevgerê, yên bakurê Kurdistanê û dîyasporayê ne. Beşek ji sîyasetmedar, rewşenbîr, zana, pispor, hunermend û aktorên civakî yên kurdan jî, ji destpêkirina van programan re bûne pergal. Ev jî çend cûre ne. Hinek ji wan li derdorê PKK bi armanc û hesaban rêkevtî ne. Hinek dijî veqetandina kurdan û dewletek Kurd û Kurdistanî ne û berjewendîyên xwe di entegrekirina kurdan de dibînin. Hinek ji wan, wek îrade hêza xurt û rastîya sîyasetek Kurd û Kurdistanî tevlihev dikin û berjewendîyên şexsî esas digirin. Lê hemû xizmetê ji stratejîya dewleta tirk û armancên wê re dikin.

Teorîya „Tirkîyeke xurt, bihêz û hevgirtî, biratîya gelan, tirkîyeke demokratîk, dema avakirina dewletên netewî qedîya ye, ji kurdan re dewlet ne lazime, va dewleta me heye, Tirkîye ye. Divê em wê demokratîze bikin“(!) Naveroka van hevokan, naveroka stratejîya dewleta tirk e, ku li ser kurdan dimeşe. Lingê vê stratejîyê a nav kurdan jî Ocalan, PKK û HDP û derdorên wan in.

Piştî her demeke sert û dijwar, ku mesafe ketîye navbera dewleta tirk û kurdan; xebatên endezyarî meşîyane û aqlê dewletê nebza milet, an jî ya kurdan rapor kirîye. Dema di balansa civatê de tehlîkeyek dîtibin, pêvajokek nerm destpê kirine û alîgirên xwe xistine dewrê.

Ji bona têgihîştina van stratejîyan; dema em li salên 1984-1991 an li 1993-2000, salên 2007-2012, 2013 û heta niha yek bi yek, bi metodek zanistî deynin ber xwe û binirxînin, emê encamên dîrokî bidest bixin.

Hûn li dîroka Tirkan binêrin; her piştî demeke sert û dijwar, wê programek bi vî rengî derkeve ber we. Ev 40 sal e dûbare dibe.

Niha dîsa hinek aktorên hevparên dewletê, dixwazin rojevekê ji vê programê re vekin, ku îmkan hebe, „pêvajokek aşitî“ destpê bibe.

Lê vê carê hinek balans hatine guhertin. Dewlet bi alîkarîya PKK û HDP stratejîya asîmîlasyon, dejenerasyon û entegrekirina kurdan bi dewletê re serkevtî derketîye. Dibe ku dewletê biryar dabe ku PKK ya xwe bisînor bike (ez nabêjim biqedîne, ji ber ku qedandina PKK tenê ne di destê dewleta tirk de ye jî). Ji ber wê jî hinek derdorên dewletê îşaretan didin.

Lê ez ne bawer im ku dewlet vê carê li eynî def û zirnê bixe.

Ji ber kû bandora Ocalan li ser PKK zeîf bûye û PKK ketîye destê Îran, Sûrîye û İraqê.

Divê em van bandorên heyî yek bi yek hesab bikin û binirxînin. Bi ya min, îhtîmalek pir zeîf e ku carek din bi vî rengê “pêvajoka aşitî” xwînê bidin HDP û PKK.

Çavkanî: Nerinaazad

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev