Sersal û Cejna Pîrê Arî (Batizmî) pîroz bê

Sersal û Cejna Pîrê Arî (Batizmî) pîroz bê

Yilmaz Yildiz 

Bi hatina Sersala Kurdî û Cejna Batizmîyê a Pîrê Arî, ez Sersal û Batizmîya hemî Êzîdîyan û tevaya Kurdistanê pîroz dikim.

 

Wek ku tê zanîn, Civaka Êzîdî cejin û şahîyên xwe li gor salnameya kurdî pîroz dike. Ji ber wê jî Cejna Batizmîyê li gel Sersala kurdî pîroz dikin.

 

Ango him Sersala kurdî ye û him jî Cejna Pîrê Arî, Cejna Batizmîyê ye.

 

Cejna Batizmîyê 7 rojan dom dikê û bi taybet ji alîyê Êzîdîyên herêma Mêrdînê ve, ku wek “Ezîdîyên Çêlka” an jî “Çêlkî” tên bi nav kirin, tê pîroz kirin.

 

Êzîdîyên Çêlka jî wek “Êzîdîyên Torê” (Torî) û “Êzîdîyên Çolê” (Çolî) tên binav kirin.

 

Êzîdîyên Torê ji Êzîdîyên qeza Midyadê re û Êzîdîyên Çolê jî, ji Êzîdîyên qeza Nisêbînê û yên derdora Qamişlo (Cerihê) re tê gotin.

 

Gundê Kîwexê jî, ku tekane gundê Êzîdîyan e li navça Hezexê a ser bi wilayeta Şirnexê ve, bi ser Çolîyan ve tê hesibandin û Batizmîya xwe li gel Êzîdîyên Çolê pîroz dike.

 

Êzîdîyên Torê Batizmîya xwe berî Êzîdîyên Çolê pîroz dikin. Eve ji berê de wiha bûye û heta îro jî her weha berdewam dike. Bêyî ku yek bikevê nava hûrgilîyan, yek dikarê sedema wê wiha bînê ziman. Pîrê Arî pêşî çûye nav Êzîdîyên Torê û pişt re jî xwe berdaye nav Êzîdîyên Çolê.

 

Êzîdîyên Çêlka, çi li Bakurê Kurdistanê, çi li Rojavayê Kurdistanê, çi li Başûrê Kurdistanê û çi jî li Ewropa bin, li her devera ku lê dijîn, vê Cejna Pîrê Arî li gor erf û adetên olî yên bi sedên salan pîroz dikin.

 

Ev cejin li nav Êzîdîyên li herêmên din yên li Kurdistanê bi navên cûr be cûr tê pîroz kirin. Li Başûrê Kurdistanê jî Êzîdî vê cejnê bi navê “Cejna Bêlinde” pîroz dikin.

 

Bi hêvîya ku Sersala Kurdî û Cejna Pîrê Arî bibê cihê aşîtî û aramîyê.

 

Sersal û Batizmîya we pîroz bê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev