Liberxwedana Çiyayên Xerzan – 1925 / 1937 (beşa pêşin)

Liberxwedana Çiyayên Xerzan – 1925 / 1937 (beşa pêşin)

Xerzî Xerzan

Dîroka Kurdistanê ya nêz, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku dîroka serhildan, liberxwedan û raperînan e. Bi taybetî, piştî belavkirina mîrnişînîyên kurd a sedsala 19-an, Dewleta Osmanî û gelê kurd bi deha caran li hemberîhev rabûne û şerên dijwar rû dane. Osmanî, bi destpêka sedsala 19-an ve, xwestîye ku desthilatdarîya xweser a mîrnişînîyên kurd rake û Kurdistan bike wilayeteka mêtîngehîya xwe. Mîrên kurd, bi dijwarî li ber xwe dan, da ku peymana xweserîyê ya navbera pêşîyên xwe û Osmanî de hatibû avakirin biparêzin lê ji ber ku yekîtîya wan tine bû û ji hev re ne rast bûn, di dawîyê de (sala 1855-an, li gel têkçûna Êzdan Şêr ê Mîrê Botan), serdema Mîrnişînîyên kurd xelas bû. Ji wê demê pê ve, gelê kurd vegerîya şêwazeka dinê ya rêxistinî û wek êl, eşîr û terîqatî xwe birêxistin kir. Lê mixabin, ev şêwaz lewaztir  û biçûktir bû. Ji bo Osmanî jî ev rewş baş bû, ji lew re gap êdî biçûktir bû û daqurtandina wan hêsantir bibû.

Ew rewşa hanê, heta şerê cîhanê yê yekemîn dewam kir. Tevî  zilm û zordarîya Osmanî, êl û eşîr û ronakbîrên kurd bi piranî li ba Osmanî cî girtin. Gelek sedem û faktorên cûda di vê cîgirtinê de hebû lê ya sereke “biratîya olî” û “Banga Cihadê “ bû. Bi taybetî, nakokîya di nav bera gelê kurd û gelê ermen de, ya ku ji hêla Osmanî ve hatibû geşkirin, rê nedida kurdan ku têkilîya xwe li gel Dewleta Rûs re deynin. Pêşîvanên ermen, dîsa bi “biratîya olî”li gel Rûsan pêwendî danîbû û kurd di wê heyteholê de tenê mabûn. Ji ber bêgavî, mezinahîyên kurd bê dilê xwe li ba Osmanî man û bi hev re li hember Rûs û İngilîsan dest bi şer kirin.

Di dawîyê de Osmanî têk diçû û Mustafa Kemal ê generalê Osmanî, sala 1916-an hate Kurdistanê, da ku kurdan birêxistin bike û li hember ermen û artêşa rûsan şer bike. Wê demê , di bîranînê wî de jî tê xuyan ku, ewî gelek soz û bext dide serek û şêxên kurd, ku piştî “rizgarîyê”, tirk û kurd bi hev re dewleteka hevpar dê ava bikin. Pêşîvanên kurd, her çiqas bi fen û fûtên Osmanî serwext bin jî, weke hate gotin ji ber neçarî, ji M. Kemal bawer dikin û pê re tev digerin. Ev tevgerîna bi hev re, heta Kongreya Erzorom û Kongreya Sêwasê, heta Banga Amasîyayê jî didome. Tenê xelkê Qoçgerîyê û serokên wan tev li vê peymanê nabin û ew jî di vê biryara xwe de tenê dimînin. Piştî kongreyên M.Kemal, karê ewil, tefandina tevgera Qoçgerîyê ye. Hîn wê demê, xapandin rû dida lê ji ber nezanî û neçarî û tinebûna rêxistineke hevpar a kurdan, di rastîyê de kurd xwe bi xwe dixapandin, tevî ku rastî li ber çavan bû. Dîsa jî, tevî her tiştî “Şerê Rizgarîyê ya tirkan“ bi ser ket û M.Kemal û hevalên wî, soza xwe ya ku dabûne kurdan ji bîr kirin. Hîn wê demê, slogana “Yek dewlet, yek nijad, yek ziman û yek al” hate belavkirin û hemû kemnetew tine hatin hesibandin, bi taybetî gelê kurd. Pêşîvan û ronakbîrên kurd, êdî rastî ji ber ku li ber çavên wan bû, bi xwe hesîyan lê bibû dereng. Peymana Lozanê hatibû îmzekirin û navê kurdan tê de tine bû. Komara Tirk a nû jî hatibû avakirin û yek peyvek derbarê Kurd û Kurdistanê de, tine bû. Soza Jontirkan bibû toz û ev rewş ji hêla kurdan nikaribû bihata qebûlkirin.

Piştî ragihandina komarê, M.Kemal û hevalên wî, sinorên dewleta xwe bi fermî li rayagiştî a navnetewî dane pejirandin û berê xwe dan pirsên navxweyî. Pirsa sereke jî “pirsa kurd” bû. Kurdistan bi tevahî ne di bin kontrola “komara nû” de bû û ev rewş ji bo desthilatdaran ne xweş bû. Bi taybetî, ronakbîr û pêşîvanên kurd ên welatparêz, di nav tevgerek de bûn da ku vêca ew bixwe şerê xwe yê rizgarîyê pêk bînin. Ji ber vê helwestê, komîteyeka bi navê “AZADΔ, bi pêşengîya Xalid Beg ê Cibrî hatibû avakirin û li benda roja xwe bû. Haya M. Kemal  hevalên wî jî, ji van tevgeran hebû û pê hesîyabûn. Ji boyî pêşîlêgirtina vê tevgerê, hemû pêşengên komîteyê (Xalid Beg jî tê de) hatin girtin û zindankirin.  Şêx Seîd ê Kal jî, piştî van girtinan serî hilda û tevger bêwext û ji ber bêgavî zû dest pê kir.

Di wê tevgerê de, piranîya kurdên dilsoz û welatparêz li ba Şêx Seîd cîyê xwe girtin. Yek ji wan cîyên serhildan û liberxwedanê jî, Çiyayên Xerzan û Sasûnê bû. Gelê çiyayên Xerzan bi mêrxasî û dilsozî li ber xwe dan û nehiştin leşkerên tirk bikeve çiyayên wan ên asê. Ewan peywira xwe bi cî anîn lê li gel têkçûna giştî ya Tevgera Şêx Seîd ê Kal, ew jî xwe ji qada şer kişandin. Divê em pêşî, herêma Xerzan, Sasûnê û gelê Xerzan bidin nasîn da ku em bikaribin xwe ji ezberên şaş ên dîrokî xelas bikin û bi vî awayî, nirxandineka bêkêmasî pêk bînin…

Herêma Xerzan, herêmeka dîrokî, kevnar, berdar û zengîn a Kurdistanê ye. Di sêgoşeya çemên Batmanê, Tîjle û Botan de cî digire. Ji alîyê rojava ve, sinora wê li Çemê Batmanê dawî dibe. Ji alîyê Rojhilat ve digihîje hetanî Çemê Botan û Çemê Bedlîsê. Ji alîyê başûr ve sinora wê Çemê Tîjle ye û bakûr ve jî heta bajarê Bedlîsê diçe. An ku ji Piara Mala Badê heta Bedlîsê, Xerzan e. Sasûn jî di nav de cî digire. Ev pênase û binavkirina anegorî çand û dîroka kurdî ye. Weke ku em dizanin, Xerzan, forma pirjimarîya XERZ e. Xerz wateya, rez, bostan, bexçe û warê fêkî-nebatan dide. Ji ber ku bax û bostan û bexçeyên Xerzan binavûdeng in, navê wê deverê jî XERZAN E. Her weha, di Dîroka Antîk de, yûnan û Romî ev herêm wek ”Arzanane” bi nav kirîye û nivîsîne.  Ereb gotine “Erzen”, Tirk gotine “Garzan”, ermen jî gotine “Arzan”. Lê kurd tev de wek Xerzan bi nav dikin û em dikarin bi hêsanî bibêjîn ku, navê vê herêmê xwerû bi kurdîya kurmancî ye. Gelên dinê, anegorî bilêvkirina zimanê xwe, tîpa X a kurdî avîtine û bi şêweyên dinê, bi lêv kirine…

Herêma Xerzan, ji du beşan pêk tê; Çiyayên Xerzan û Deşta Xerzan… Çiya bi piranî, li Sasûnê, li Hezzo, li Modkan û li derûdora Bayîkan û Hîzan heta bigihîje Bedlîsê dimînin. Deşt jî ji Hezzoyê wirdetir, li Batmanê, Li Bişêrîyê, Li Misircê û heta bigihîje Zîyareta Xana Hawêl (Bayîkan) dirêj dibe. Gelê Xerzan bi du beşan tê nasîn; Deştî û Çiyayî… Deştî berê ve bi piranî ziraetê ve mijûl in, çiyayî jî bi firotina gûz û xweyîkirina dawaran debara xwe dikin. Eşîrên deştê yên tên zanîn ev in ; Reşkotî, Alikî, Sînikî, Pencînarî, Siloqî û hwd… . Yên çiyê jî ev in; Eşîra Xerzan (Mûsî, Sarmî, Belekî), Timoqî, Mala Şeref, Xwêtî, Xiyî, Modkî, Bûbanî, Bekirî, Çirî û hwd… Ev eşîr tev de, dûhatîyên gelê Mîrnişînîyên Bedlisê û Sasûnê ne, yên ku Şerefnameyê da behsa wan bi berfirehî tê kirin.

Çiyayîyên Xerzan, bi tevahî li herêmê wek “Qewmê Çiyê” tên nasîn û zanîn. Dema Komara nû ya tirk a nû ava bû û pişt re mafên  kurdan nas nekir û bi ser de jî înkar kir, weke ku li jor hate gotin, Tevgera Şêx Seîd ê Kal dest pê kir û piranîya gelê Xerzan tev li vê tevgerê bûn. Di dîroknûsîya giştî ya kurd de, mixabin ev helwest bi hêjayî nayê zanîn û nayê nirxandin. Di destpêka Tevgera Şêx Seîd ê Kal de, bi taybetî eşîrên Reşkotî, Mûsî, Sarmî, Belekî, Mala Şeref, Timoqî, Modkî, Bekirî û tevahîya gelê Xerzan serî hilda û herêma xwe parast. Ji çiyayê Mereto bigire heta çiyayên Helqis û Kermelehê, ji Timoq heta Şat û Xarbak, ji Melefan heta Sasûnê agirê azadîyê geş bû. Li wan çiyayên asê û bilind, şerekî bê hempa dan. Serokeşîrê Mala Şeref, Mihemed ê Elî yê Ûnis navçeya Melefan a Xerzan zevt kir û qerekola wê di destê xwe de girt. Mezinê Mûsîyan, serokeşîrê Mala Kendo, Teter ê Badik jî herêma xwe parast û berneda. Reşkotan û Modkan jî gelekî li ber xwe da. Bekiran, bibû qada şer û ewan jî bi camêrî şer kir. Piranîya eşîrên herêma Xerzan bêbextî nekir û piştgirî dan Tevgerê. Lê piştî têkçûna Tevgera Şêx Seîd ê Kal, artêşa tirk ser wan ve girt û şerên mezintir rû da.  Şervan xwe spartin çiyayên asê û artêşa tirk, tiştên nedîtî anîn ser gelê sivîl û serê gundan. Bi seda gund hatin şewitandin, hatin kavilkirin û dem bi dem heta sala 1928-an ev şer li ser çiyan dewam kir. Gelê herêmê bi piranî hatin nefîkirin, çi zar û zêç, çi jin û kal…. Komara nû a tirk, kevir li ser kevir nehişt lê dikir û nedikir, nekarîbû serekên raperînê bigire. Armanca wan a sereke, girtina Mihemed ê Elî û Teter ê Badik bû, lê qeweta wan nedigîhişte wan. Her êrîş dikir, şikestin dixwar û windayîyên wê zêde dibûn. Ji ber vê yekê, sala 1928-an  efû deranî lê pêşîvanên eşîrên çiyayên Xerzan û Sasûnê teslîm nebûn, ji ber  ku bi xapandinên dewletê baş serwext bûn.

Dewleta tirk, bi rûdan û çirûskên azadîyê serwext bibû, bi taybetî li Dersimê, li Agirîyê û li Çiyayên Xerzan. Li Agirîyê tevgereka netewî bi destê Komeleya Xoybûnê dest pê kiribû û Dersimê jî tevgereka nû li ber destpêkirinê bû. Ji ber van qewaman, dewlet xwest ku navberek bide şerê Sasûnê û Çiyayên Xerzan û berê xwe da Agirîyê. Ji lew re baş dizanibû ku, Liberxwedana Agirîyê dijwartir û berfirehtir û rêkûpêktir bû. Xetereyeka mezin bû. Dibe ku ew liberxwedan, çirûskên xwe bigîhanda Sasûnê û Dersimê jî… Divîyabû ku pêşî lê bihata girtin. Ji ber vê yekê, hemû hêza xwe ber bi Agirîyê ve şand û ji vê hewlê, divê mirov sedema efûya Çiyayên Xerzan baş fam bike. Beş bi beş, gap bi gap liberxwedan dihatin têkbirin…. Armanc ev bû….

Ji 1928-an heta 1934-an Dewleta Tirk, zêde zordarî li gelê Çiyayên Xerzan nekir û ser wan ve neçû. Lê li ber fersenda xwe bû, piştî tefandina Agirîyê, vêca dem hatibû kontrolkirin û tinekirina gelê Çiyayên Xerzan, yên ku wek kûnêrek ji hêla erkdarên Dewleta Tirk ve dihatin dîtin. Berxwedana yekemîn, di navbera salên 1925-28 de rû dabû û piştî şeş sal, êdî erkdarên dewletê fikirîn ku dema şer hatîye. Hemwext ser Dersimê ve jî girtin û dest bi qirkirinê kirin. Peydakirina sedeman ji boyî êrîşê her dem amade bû; bac, kemçûr û birina ciwanan li leşkerîyê her tim sedemên sereke bûn. Li Dersimê jî heman lîstik kete rojevê û her wiha ji boyî Çiyayên Xerzan jî ev sedemana rû da… Wexta şer hatibû…

Di wêne da: Şervanên Mala Elî yê Ûnis, li Rojava: Ji aliyê rastê ber bi çepê ve: Elî yê Mihemedê Elî yê Ûnis, Derwêşê Elî yê Ûnis, Mihemed ê Ebdilmecîd ê Zobaşî, Mihemed Elî yê Mihemedê Elî yê Ûnis, Nesreddînê Derwêşê Elî yê Ûnis.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev