
Mihemed Erzurum
Di derbarê Hecî Musa Beg’ê Xwêtî de, bi sedan nivîs û gotar, lêkolînên dîrokî, bîranîn û serpêhatiyên dûr û dirêj ji yalî evîndarên dîroka welatê çar perçe kerîkirî ve hatine çapkirin û nivîsandin…
Ez zêde naxwezim li ser pêwendî û pratîka wî ya kevnare bisekinim; bi kurtasî ezê li ser sedema sirgûnkirina wî, wergera belge û wesîqeya arşîvê bisekinim.
Weke ku tê zanîn, li ser kiryarên Hecî Musa Beg’ê ji yalê Ermenên Bedlîsê, Mûşê û li Stenbolê bi dehan dozên huqûqî hatibûn vekirin. Musa Beg ji revandina Gulîzer’ê û kuştina çend hev misyonerên Ermenan dihate sûcdarkirin…
Sadrazam Kamil Paşa dixwest ku Musa beg li welêt bide dadgehkirin, lê rayedarên Dewleta Osmanî û bi zora dewletên navnetewî, Musa Beg û kesên li ser wî doz vekirine tînin paytexta Osmanî…
Hecî Musa Beg li mala Muteserifê Pera’yê Bahrî Paşa (Mîr Bedirxanzade) dibe mêvan. Piştî çend rojan dewe û doza ku li ser hatibû vekirin bi dawî dibe; cezayê nefiyê lê tê birrîn. Hecî Musa Beg, di sala 1896 de sirgûnê bajarê Medîn’ê dikin. Piştî derbeya leşkerî ya Îtihat Teraqi’yê û destpêkirina şerrê cîhanê yê yekemîn dîsa vedigere Bedlîsê…
Şîrove û Wergera wesîqê:
Bab-i Humayûn Baş Katib-î Celîlesî Canîb-î Alîlerine;
Atufetlu Efendîm Hazretlerî
Ba îrade-î seniyye-î Hazretî Padîşaha Medîne-i Munevvere de ikamet de mazûr olan Kurd Musa Beg belde-î tahîre de mevcud ve taht-ı nezarat de bulundurulduxundan arz-ı beyan haber olunur ol bab da emr û ferman hazreti menlehulemirîndir.
Fî 2 Muharem (1)314 Fi 1 Haziran (1)313
Medine-î Munevvere Muhafızı ve yaveri Fahri Hazreti Şehriyari Ferik Bende.
Riataza