Liberxwedana Çiyayên Xerzan – 1925 / 1937 (beşa duduyan)

Liberxwedana Çiyayên Xerzan – 1925 / 1937 (beşa duduyan)

Xerzî Xerzan

Vêca em ê li ser beşê diduyan a liberxwedana Çiyayên Xerzan bisekinin

Mihemed ê Elî yê Ûnis, sala 1930-an çû li ber dilovanîya Xwedê. Tê zanîn ku, Midûrê Zoqê qehweyekî jehrî didê û bi wî awayî Mihemed ê Elî jiyana xwe ji dest dide. Birayê wî Evdirehman ê Elî dibe serokeşîr û dikeve şûna kekê xwe Mihemed ê Elî. Evdirehman, yekî zana, welatparêz û dilsoz e. Navbera wî û Dewletê pir xerab e. Her wiha Teter ê Badik ê pêşîvanê Mûsîyan jî li gel Evdirehman ê Elî ye. Dewlata Tirk, ji van her du kesan pir aciz e lê çawa hate gotin, li ber fersenda xwe ye. Teter û Evdirehman, dixwazin gelê Çiyayên Xerzan birêxistin bikin. Têkilîya wan li gel kurdên binxetê jî heye, hîn serdema Tevgera Şêx Seîd ê Kal ve… . Amadehîya serhildanê dikin û dixwazin hawirdora xwe jî şiyar bikin. Lê derfeta wan kêm e û ew jî li benda roja xwe ne. Dewleta Tirk jî, êdî bawer dike dem hatîye û rêya êrîşê digere. Ji ber vê yekê sala 1935-an, qeymeqama Sasûnê, Miftîyê wê, Yuzbaşîyek û 70 leşker dişîne Xerbaq a gundê Teter ê Badik (Xerbaq – Gundê Teter e), da ku bac û qemçûran bistîne û ciwanan bibe leşkerîyê. Lê sedema çûnê ya esasî, ne ev in. Ew dixwazin Teter van bacan qebûl neke û bi wî awayî Teter bigirin, pê re jî hemû gund û deverên çiyayên Xerzan bixin bin bandora dewletê. Piştî jî, dema Evdirehman tenê ma, vêca dor tê were wî. Lê Evdirehman vê yekê baş hizir dike û berê de bi Teter dişewire û şîretan lê dike ku qet neyê lîstika dewletê û çi bibêjin (ji bo vêga) bila qebûl bike.

Heyeta Dewletê, gulana 1935-an diçê Gundê Xerbaq, yê ku gundê Teter ê Badik e. Teter bi dilovanî diçe pêşîya wan, wan dike mêvan û ji bona şîvê jî çêlekek serjê dike. Li nav gel, hîn jî tê gotin ku, jixwe çêlekekî tenê yê Teter hebûye û ew jî daye mêvanê xwe. Qeymeqam û Miftî û Yuzbaşî li gel leşkaran nanê xwe dixwun û pişt re jî dawa bacê û leşkerên nû dikin. Teter ti nerazîbûn nîşan nade û qebûl dike. Lê ev helwest ne bi dilê heyetê ye, Yuzbaşî lê dinêre ku Teter yê çêkirinê ye, berê xwe dide derve û pîlana xwe dike. Ji ber ku 70 leşker pê re ne, natirse û li ber devê derî dest diavêje keça Teter ê Badik, ya ku bûka birayê Teter e. Yuzbaşî baş dizane, xeta sor a kurdan “jin” e. Bi zanabûn dest diavêjê. Keçik qîr dide û hemû gundî li ber mala Teter ê Badik dicivin. Teter dinihêre ku serzabît dest avîtîye keça wî û bûka birayê wî, cî de êrîşî wî dike. Qeymeqam û heyeta wî jî dikevine destê gundîyan. Di wê bûyerê de, qeymeqam, mixtarekî din û çend kesên  ji heyeta dewletê têne kuştin. Miftî û gelek kes jî birîndar difilitin. Serzabit direve, leşkerên pê re jî… Çend kes ji leşkeran jî tên kuştin û bi vî awayî dewlet li Teter û hemû Qewmê Çiyê tê xezebê. An ku êdî, fersenda êrîşê dikeve destê dewletê.

Evdirehman ê Elî jî bi vê qewamê dihese û amadehîya şer dike. Li gel Teter dibin yek, hêza xwe zêde dikin û heta sala 1937an li hember dewleta tirk şer dikin. Dewlet ji ber ku fersend têxe destê xwe, herêma çiyayên Xerzan wek “HERÊMA QEDEXE” radigihîne, ji Sasûnê hetanî Zoqê çi gund û dever hebe dişewitîne, gelê çiyayên Xerzan bi piranî nefî dike, qir dike û dikeve pey şervanan. Lê nêzî sê sal dike û nake nikare agirê azadîyê bitefîne. Bi dehhezara leşker li ser çiyayên Xerzan ve digirin, lê bi ser nakevin. Ew jî çiqas têk diçin, windayî didin, kerba xwe ji gelê sivîl ê deverê der dixin û bi hezara kurd qir dikin, gundên wan dişewitînin û yên mayî jî nefîyê bajarên Anatolê yên dûr dikin, mîna Antalya, Izmîrê û hwd…. Di sala 1937-an, êdî mecala şervana jî kêm dibe, berik û çekên wan namîne, xiyaneta hawirdorê li wan zêde dibe û Evdirehman ê Elî, li gel şervanan biryara derbasbûna li Rojava digire, da ku bikaribe alîkarî û piştgirî ji wir bigire. Teter ê Badik, piştî oxirkirina Evdirehman, li Çiyayên Xerzan dimîne û şerê xwe didomîne. Lê piştî demeka kin, bi destê milîsên dewletê ve tê kuştin. Bi vî awayî, berxwedana Sasûnê an ku ya Çiyayên XERZAN ditefe, lê pizotên agirê li bin wê xwelîyê her zindî dimîne…

Ji bona ku mirov baş fam bike ka armanca dewleta tirk çi bûye û dîsa ji bona famkirina girîngîya vê herêmê û berxwedana wê, divê mirov serî li belgeyên wê demê bide. Belgeyeke balkêş a li Arşîva serokwezîrîya dewleta tirk de parastî de, agahîyên balkêş hene. Berpirsîyarê leşkerî ya herêmê Orgeneral Abidin Ozmen, gulana 1936-an de raporek amade dike û dide serokwezîrîye. Di belgeyê de wiha hatîye nivîsandin;
Derbarê vê berxwedanê de, şaşiyeke xuya ya ku ji hêla dîroknasan ve tê kirin, li ber çavan e. Kurd jî tê de, hin dîroknas ev berxwedan wek berxwedaneka herêmî an jî malbatî-eşîrî didin xuyan. Ev ezbereka şaş û neheq e. Dibe ku ne birêxistinkirî be, lê pêşengên berxwedanê, Mihemed û Evdirehman ê Elî yê Ûnis û Teter ê Badik, hîn di serhildana Şêx Seîd de li gel wî rabûne. Piştî jî, dîsa heta sala 1937-an li ber xwe dane û dawîyê de, berxwedana wan şikestîye. An ku, ev ne berxwedaneke malbatî-eşîrî an jî herêmî bûye. Têkilîya wan li gel Xoybûnê hebûye, perçeyên dinê re hebûye. Piştraskirina herî zexm, hatina Şêx Evdirehîm ê birayê Şêx Seîd ê kal e, yê ku li gel şervanên xwe derbasî bakûr dibe da ku tev li hêzên Xerzan bibe û li hember dewleta tirk tê bikoşe. Şex Evdirehîm, Sala 1937-an, bi destûra Xoybûnê ji binxetê derbasî bakûr dibe û dixwaze xwe bigihîne hêzên Teter û Evdirehman. Ji ber ku têkilîya wan û şervanên çiyayên Xerzan heye, li gel şervanên xwe berê xwe dide Xerzan û armanca wî ew e ku, pêşî berxwedana Xerzan birêxistin bike û pişt re jî ew hêz û hêzên Seyd Riza bike yek. An ku armanca wî û her weha ya hevalên wî, yekkirina berxwedanê ye û helbet armanceka niştimanî û netewî ye. Lê mixabin, nêzî Xerzan, li deşta Bismilê sixûr gilîya wî û hevalên wî dikin û hezara leşker ser wan ve digirin û li ber Çemê Salatê, Şêx Evdirehîm û hevalên wî şêhid dixin… Ev rastîyên dîrokî, yek bi yek li belgeyên arşîva dewleta Tirk de, bi taybetî li arşîva serokwezîrîyê de parastî ne. Her wiha, qirkirin, nefikirin û kavilkirina gundên Çiyayên Xerzan, bi hemû hûrgilîyan ve hatine nivîsandin û ya girîng ew e ku, berpirsîyarên dewletê, weke ku tiştên rewa bin, ev xerabîyan yek bi yek tomar kirine.

“Divê herêma Sasûnê bibe herêma qedexe û divê yek mirovek jî li wê derê neyê hiştin. Ji lew re, heger em ev bûyer wek perçeyek meseleya kurdîtî û Kurdistanê hildin dest, divê em ji vî meseleyê sûd werbigirin û weke fersendek bi kar bînin. Dê hinek pere lê here lê em ê karê Sasûnê hal bikin û bi vê yekê, perçeyeke xurt a kurdîtîyê em ê biperçiqînin û jê bifilitin…”

An ku dewleta tirk, ev bûyer û berxwedan ne wek rûdaneke herêmî û eşîrî, lê wek perçeyeke xurt a  a  kurdîtî û Kurdistanê ya ku divê bête tinekirin, nirxandîye. Û ji boyî tefandina wê, gelek kar û xebat kirîye… Ev rastî, di belgeyên fermî de bi zelalî hatîye tomarkirin.

___________________

Çavkanî û Lêveger

-Şerefname, Şeref Xan ê Bedlîsî

-Garo Sasûnî, Tevgerên netewî yên kurd

-Arşîva Serokwezîrîyê ya Dewleta Tirk

-Sehildanên kurd di belgeyên arşîva serfermandarîya tirk de

-Zargotin û bîranînên rûspîyên Xerzan

-Osman Sebrî-Evdirehman ê Elî , Şerrên Sasûnê

-Nêrîn û Bîranînên min, Hesen Hişyar Serdî

-Bîranînên min, Cemal Madanoğlu

-Bîranînên min, Nûrî Dersimî

Di wêne da: Evdirehmanê Elîyê Ûnis

Çavkanî: https://dirokurd.blogspot.com/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev