Çîroka Pişrûkê

Çîroka Pişrûkê

Şemsettin Işıklı

 

Kek Ahmet Engin li ser babeta Îsmaîl Beşîkçî û li ser statûya Başûr meselokekê ku li herêma me tê gotin wek jêrenotekê nivîsîbû. Min xwest dîsa vê meselokê bi we re parve bikim.

 

Li gundekî du camêr (cîranên hev) ji xwe re sohbet dikin. Dibe nîvro, sohbeta xwe diqedînin, îcar radibin ku biçine malên xwe, da ku firavîna xwe bixwin.

Yek ji wan ji cîranê xwe dipirse:

– We îro çi xwarin çêkiriye?

Cîranê wî dibêje:

– Me pişrûk çêkiriye. ( Pişrûk xwarineke klasik ya kurdan e li herêma me. Ji arvan, pîvaz, xwê û ku hebe hindikek jî ji rûnê çêdibe. Wek şorbeyê ye.)

Yê din jî dibêje:

– Pişrûk! Ma pişrûk jî xwarin e, yanê?

Îcar cîran dipirse:

– Ka tu bêje, we çi çêkiriye?

Mirovê me jî dibêje:

– Qet, me tiştekî çênekiriye.

Cîran:

– Ê baş e, îcar pişrûka me ji ”qet”a we ne çêtir e, gelo?

Em li Bakur tenê xwediyê ”QET”ê ne. Li mala me pişrûkek jî tune ye lê ji sibê heta êvarê em qala pişrûka li Başûr dikin, gazind dikin, nerazîbîna xwe eşkere dikin, rê nîşanî wan didin û şîretan li wan dikin.

Ka pêşî em ji vê ”QET”a xwe re çareseriyekê bibînin!

Ma ne wisa ye?

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev