Xwebûn

Xwebûn

Zikrî Mûsa

Serok Mesûd Barzanî di lapera122 ya pirtûka xwe (Bo Dîrokê) de dibêje: “Eger ti ne ti be (mejiyê te ne ji serê te be) û eger ti pişta xwe bi xwe û bi xelkê xwe û bi karînên girê nede, wê demê ti tune ye.” Herwiha di lapereya dûvre de ji mirovê Kurd û siyasetmedaran re dibêje: “Ti carî pişta xwe bi xelkê germ nekin. Niha dinya, dinyaya berjewendiyan e. Eger berjewendiyên xelkê bi Kurdan re lihev bikin, dê bibin dostê me û eger berjewendiyên wan bi me re di cogekê re derbas nebin, dê pişta xwe bidin me û me nas nekin. Lewma tenê pişta xwe bi Xwedê û bi xwe germ bikin. Eger pêşmergeyên me hebin û em xwedî hêz bin, dê Kurdistan karibe xwe biparêze. Lê eger em bêkêr û bêhêz bin, kes me naparêze û dê me jinav bibin.”

Bi rastî ev gotinên Serok Barzanî ne ji valahiyekê hatine, lê belê ji ezmûna bi dehên salan a Serok Barzanî û ji ezmûna tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê hatiye.

Sedem û sebeb çi bin, Kurdan heya niha hez kiriye ku xwe fêr bikin çavê wan li destê xelk û welatan be. Herdem çavê Kurdan li ser Bexdayê bû ku kî bibe rêber. Ka dê çawa kar bi Kurdan re bike, baş ya xerab? Gelo dê li Amerîka Komarî bên ser hikim an Demokrat? Welatên Ewropî dê alîkariya me bikin yan na?…

Rast e ev tişt girîng in, lê jê giringtir, mirovê Kurd bi xwe ye. Ka Kurd bixwe çawa ne. Nerîn û karê wan di warên abûrî, zanistî, xebat, pîşesazî, çandinî û jiyanê bi giştî çawa ye? Di warê siyasî de çawa kar dikin? Di hindir de dezgehên wan çawa ne? Perwerde û kiltûrê Kurdan di çi halî de ye? Gelo îradeya Kurdan heye û mejiyê wan ji serê wan?

Em hemû dizanin ku niha rewşa abûrî ya Kurdistanê nebaş e. Gelek pirsgirêkên miletê me hene. Herwiha gelek nakokî û hevrikî di navbera partiyên me yên siyasî de hene. Şofînîstên li Bexdayê û yên li welatên navçeyê ji çarenivîsa me hez nakin û ji destê wan bê dê xwîna me vexwin.

Di vê rewşê de, gelo çare çi ye? Gelo çare ew e ku em xwe bixin bin destê xelkê û em bi koylebûnê razî bibin? Bêguman ev ne çareserî ye. Dibe ku hinek siyasetmedarên Kurdan vê yekê bixwazin. Dibe ku pêlek ji medyayên li Kurdistanê û hinek kesên din ber çavê miletê me reş bikin. Lê tiştek ji vana nabe çareser.

Di lapereyên dîrokê de gelek mînak hene ku miletên cîhanê di nava cehnemê re derbas bûne û karîne biser bikevin û xwe gihandine serwerî û aramî û pêşketinê. Dibe ku ev rewşa niha jî bibe derfetek ji me re. Derfetek pir mezin ji bo ku em bikaribin baş hêza xwe nas bikin û êdî çavê me li destê me bi xwe be. Êdî bikaribin li ser lingê xwe bisekinin, û ew kesên ku nemana me dixwazin em mineta wan nexin ser milê xwe. Derfet e ji bo ku em baş bikevin nava rastiya kar û dezgeh û dadperweriyê, û êdî baştir di her demê de xwe biparêzin. Berê xwe bidin şîretên bav û kal û arif û zana û edîb û şaîrê Kurdan ên berê, hemû tije dersên giranbiha ne ji bo ku mejiyê me ji serê me be û li pêşiya dijmin û neyaran em xwe ji dest nedin. Şîretên wan hemû tekeziyê dikin li ser canê berevaniyê û hezkirina ji ax û hevdu.

 

Çavkanî: KDP.info

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev