Bi pirsên kurdên Rojhelata Kurdistanê û bi bersîvên min PKK (II)

Bi pirsên kurdên Rojhelata Kurdistanê û bi bersîvên min PKK (II)

ÎBRAHÎM GUÇLU, sîyasetmedar

 

Çavdêra mafên mirov a Rojhelata Kurdistanê beriya vê demekê di derbarê PKKê de bi min re hevpeyvînek çêkir. Ev hevpeyvîna min li Îranê û li Rojhelata Kurdistanê bi tîpê latînî û erebî hat weşandin.

Ez nûha hevpeyvîna xwe pêşkêşî raya giştî ya Bakûrê Kurdistanê dikim.

 

6-Niha Tirkiye hin beşên Kurdistana Sûriyê dagir kiriye û gotûbêjên kurdên Sûriyê jî negihîştine encamê. Ji bilî menfieta Amerîkayê, çima ev gotûbêj nagihîjin encamê û niha dijî dagirkeriya Tirkiyê divê ew yek bin.

 

BERSÎV: PKKê wek projeya Dewleta Kemalîst ava bû. Lê piştî demekê bû projeya çar dewletên kolonyalîst. Loma jî mîsyona xwe ya nexweş û xirab li Bakûrê Kurdistanê, li çar parçeyên Kurdistanê pêk anî. Ji bona ku ev rastiya aliyê we ve tê zanîn ez nûha naxwazim ku dûrdirêj binivîsînim.

Di sala 2011an de dema li Sûriyeyê serhildana sivıl li tixûbê Urdunê li Deraayê dest pê kir, kurdan û rêxistnên Kurdistanê bi awayekî sivîl û demokratîk piştgiriya wê serhildanê kirin. Wek tê zanîn dema serhildana Deraayê hat li darxistin, daxwazên gel, daxwazên demokratîk û aborî  bûn.Daxwazên wan yên siyasî tune bûn. Lê piştî demekê daxwazên siyasî anîn ser zimên. Wê demê jî li Rojavayê Kurdistanê hêzên milî û demokratîk dîsa bi awayekî sivîl û demokratîk piştgirî kirin. Dema ku dewletê û rejîma baasê dest bi êrişên çekdar û kûştinê kir, wê demê serhildaran guhertina Rejîma Baasê daxwaz kirin. Kurdan ji, ji  vê daxwazê re piştgirî kirin. Lê tu dem nefikirîn ku çek bigrin testê xwe û şerê çekdar bikin.

PYD/PKKê ji Rejîma Baasê re piştgirî kir. Got ku em naxwazin ku Rejîma Baasê têk biçe.  Li Sûriye sîstama demokratîk, pirrpartî û parlamenter ava bibe.

Kurdan piştî demekê him guhertina rejîmê xwestin û him jî federelbûna dewletê parastin. PKKê bi şiddet li dijî van daxwazan derket. Di wê qonaxê/merheleyê de Rejîmê Baasê,  PYD/PKKê çekdar kir,  Rojavayê Kurdistanê bi awatyekî teslîmî wan kir. Bi hev re dîktatorî li ser gel meşandin.

Ew pêvajoya heta îro hat. Li Rojavayê Kurdistanê çend herêmên deshilatdar çêbûn. Rejîm, Emeıka, Rûsya-Îran, Dewleta Tirk desthilatdar bûn.  PYD/PKKê her demê jî li dijî rêxistin û partiyên Kurdistanê xirabî kir. Siyasetmedar û berpirsiyarên partî û rêxistinan girt û hepis kir. Li wan êşkence kir.  Heman êşkence û girtin li ser gel jî meşandin.

Ji bona ku PKK/PYDê berê berjewendiya Rejîma Baasê, Rûsyayê, Îranê diparst bi kurdan re nedixwest ku bibe yekrêz û bi wan re yekîtiyekê ava bike. Nûha ji bi wekaletê şerê Emerîka û hevalbendên wan dimeşîne.

Emerîka û Fransa dixwaze ku PYD bi ENKSê re bi yekrêz û yekîtı ava bike. Lê PKKê vê yekê naxwaze. Lewra ew berjewendiya neteweya Kurd û Kurdistanê napêrêze.

 

7-Em dizanin bi qasî çend salan we ser îdamên nava PKKê kar kiriye. Encam çi bû? Çend kesên sereke ji ber rexne û dijatiya bi Ocalan re hatine kuştin?

BERSÎV: 45 sal in ku PKKê li Bakûrê Kurdistanê û li hemû beşên Kurdistanê kurdan dikûje. PKKê: 1- Kurdperwer û serokên kurdan û qedroyên rêxistin û partiyên Kurdistanê kûştin. 2- Xelkê sivîl yê eşîr, berpirsişyarên civakê serok eşîr, axa, mîr, şêx, gundî, xwendevan, mele, mixtar kûştin. 3- Mixalîfên di nav xwe de kûştin.

Gor tespîtên min ji dervayî 3-4 kesên ku ji wan re tên gotin damezrênêr in (ku ew şiklî ne. Esil damezrênêr Ocalan û 2-3 kes in), hemû hatine kûştin û an jî ji PKKê reviyane.

Gor daxuyaniya Ocalan bi xwe li dadgeha Tirkan got ku “me di nav xwe de 17.000 kes kuşt.” Heta pişt re dibêje ku “mimkûn e zêdetir be”

Di derbarê vê mijarê de di destê min de raporek heye. Lê biTirkî ye. Heger hûn bixwazin ez dikarim raporê ji we bişînim.

 

8-Ser Sakine Cansizê we digot ew terora nava rêxistinî bû, gelo bo vê belge hene? Çima hûn fikir dikin karê Tirkiyê nebû?

BERSÎV: Dema ku mirov sedema kûştina Sakîne Cansizê bizane, wê demê dikare tespîıt bike kî/kê ew û hevalên wê kûştine.

Wek tê zanîn ku Sakîne Cansiz û hevalên wê di pêvajoya çareseriyê de hat kûştin. Ew li dijî pêvajoya çareserî bûn. Apo dixwest ku PKKê dev çek berde û Qendîlê, Dewleta kur ya Dewleta Tirk, Îran, Rejîma Sûriyeyê ev yeka nedixwest in.

Diviya bû ku ev pêvajoya bê prowekirin. Sakîne Cansiz û hevalên wê bûn qûrban.

Loma jî derket holê ku ew kesê Sakîne Candsiz kûştibûn, hem ajanê Dewleta Tirk e û him jî endam û berpirsiyarekî PKKê yê baş e.

 

9-Rewşa niha ya kurdên Tirkiyê çawan e û pêşerojê çawan dibînin?

BERSÎV: Rewşa Bakurê Kurdistanê ya îro nexweş e. Rewşa pêşeroj dê çewa bibe, ev mijatra bi serê xwe mijareke gelek girîng e. Analîz û gahdariyeke gelek dirêj qasî pirtûkkekê dixwaze. Lê nûha ez hewce nabînim.

Beriya 12 Îlona 1980yî Tevgera Bakurê Kurdistanê bi her awayî hebû û xurt bû.. Xwediyê gelek partî û rêxistinan bû.

Di nav gel de xwediyê girseyekê mezin bû.

Tevgereke sosyolojîk û civakî bû.

Bi hemû beşên civatê re xwediyê pêwendiyekê bû. Di têkoşînê de qerardariyek û îstıkrarek hebû.

Gel û endamên rêxistin û partiyan ji serokatiyên xwe bi bawer bûn.

Tevgerê û rêxistinan di wextê de midaxeleyî bûyeran dikirin û dixwestin ku jiyanê gor pîvanê nû ji nûve ava bikin.

Xwediyê serokatî û endamên fedekar bû.

Endam û berpirsyarên rêxistin û partiyan hêvîdar bûn ku dê gelê kurd azad bikin û Kurdistana serbixwe ava bikin.

Hezar mixabin di wan şertan de di heman dem de bi destê dewletê di nav kurdan de  tasfiyekirina Tevgera milî ya Kurdistanê jî dest pê kir.

Dewletê ji bona tasfiye bi hêsanî bibe serî PKKê ava kir.

Bi riya PKKê êrişî Tevgera Bakûrê Kurdistanê, rêxistin partiyên Kurdistanê kir.

Lê dîsa jî dema dît ku bi operasyonên PKKê jî serkeftî nabe, darbeya leşkerî bi destê PKKê û gelek rêxistinên radîqal yên çep û rast amade kir.

Piştî darbeyê tasfiyeyê Tevgera Bakûrê Kurdistanê, rêxistin û partiyên Kurdistanê bi rastî dest pê kir.

Di encamê de Tevgera Bakûrê Kurdistanê û hemû rêxistinên wê hatin tasfiye kirin. Eleqeya wan û serokatiya wan, bi gel re hat birîn.

Kurdan xwestin ku piştî salên 90î dîsa tevgera xwe ava bikin. Ji bona vê jî wek berê ne bi komeleyên yasayî û bi partiyên yasayî siyaseta milî bimeşînin.

Di encamê de ji aliyê hemû rengên kurdperwer ve HEP hat ava kirin. Hezar mixabin pişt re dîsa bi plana dewletê û bi wesîteya beşek mirovên dewleta kemalîst HEP xistin bin bandora PKKê.

Piştî PKKê di nav partiya yasayî ya kurdan de hegemonya xwe ava kir, hemû beşen kurdperwer û hemû rengên kurdperwer hatin tasfiye kirin.

Dewletê beriya kurdan bi plan û organîzekirî dan partiyên yasayî yên PKKê. Wan partiyan bi mîlyonan xweser, bi tîfaqa SHPê, wek partî dengên kurdan wergirtin.

Lê van partiyan tu dem kurd temsîl nekirin û berjewendiya milî ya neteweya kurd naparastin. Ji hêjayişyên neteweya kurd re li Bakûr û li hemû parçeyên din yên Kurdistanê re dijminitî kirin.

Nûha jî ew rola xwe ya qirêj û nebaş dilîze.

Di hamen dem de mixabin di vê merheleyê de jî tevgereke sosyalojîk û civakî û girseyı ya Bakûrê Kurdistanê tune ye.

 

10-Sipas birêz Gûçlû bo bersiva pirsan. 

BERSÎV: Ez jî, ji bona sipas dikim. Serkeftina we dixwazim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev