Mizgîniya Metroyê

Mizgîniya Metroyê

Memê Miksî

 

Caran hinek tişt diqewimin, mîna nivîsa li ser kevir li mejî tên xêzkirin û mayînde dimînin di derûniya mirov da… Paqijkirin jî ne mumkin e. Ev mesela hanê jî yek ji wan bûyerên ku dixwazim jibîr bikim e lê, Nirç!

Şirketa ez tê da dixebitîm karê ceyran/elektrîkê dikir. Şirket bixwe li Kadikoyê bû lê hema bêje em li her semt û navçeyên Stembolê digeran. Bi kurtasî geh li Dudullu geh li Pendîkê, geh li Mecîdiyekoy geh li Esenyurtê bûn û heta caran em diçûne Sakaryayê jî.

Îcar sê sal berî, şirketa me di gel karên xwe yên mayî rabû xwe li karê ceyrana rawestgehên metroyê da. Ceyrana temamê rawestgehên nû ma bi hêviya me ve. Hingî em li ser xeta Mecîdiyekoy û Gazîosmanpaşa dixebitîn. Ew sê çar meh e li taxeka Gazîosmanpaşa xebata rawestgehekê dest pê kiriye û em jî tên li ser dixebitin.

Rojekê ji ser kar ji bo nimêja nîvroyê ez çûme mizgefteke bi qasê du sed mîtroyan ji karê me dûr. Me nimêja xwe bi cemaet kir. Piştî nimêjê hinek sofî mofî derketin çûn û em çendek jî ji bo tesbîhan man. Dema karê me qediya, em jî derketin. Dema ez derketim, min dît sofiyek bi tenê li ser bankekê, li derê mizgeftê rûniştiye. Çawa ez dîtim destê xwe bilind kir bi tirkî: “Xaharzî ka were li vir ji kerema xwe” got.

Ez jî çûme li rex runiştim. Sofiyê ez dibêjim xwedî rihên boz, şêst û pênc an jî heftê salî heye. Kumekî gewrik li serî, şelwarekî fireh di rengê kumê gewr da lê ye. Êşlikek belek ê dirêj jî li ser şelwarê fireh da berdaye. Yanê tam bi moda sofiyên demê ye. Sofî kal e lê qelew û serxwe ye.

– Keremke xalo? Min gotê, wextê ez li rex rûniştim.

Wiha bi rûyekî bişirî ewil hal û rewşa min pirs kir û got:

– Tu çi karî dikî?

– Ez karê ceyrana metroyê dikim. Min gotê.

– Metroyê? Qeyê dê metro bête taxa me? Got.

Min jî lê vegerend:

– Belê. Rawestgeheka metroyê li taxa we ye ezbenî. Hûnê li vir siwar bibin ta biçine Mecîdiyekoyê û ji wir jî biçine Ûskûdarê.

Devê sofî ji keyfa mabû vekirî û dîsa li min vegerand:

– Tu bi serê xwe bikî tu rast dibêjî?

– Belê xalo. Ma ez ê direwan bikim?

Destê xwe da bin çena xwe di ber xwe da ponijî û bi hêdî ji xwe ra digot “Metrooo metro hey gidî” û serê xwe bilind kir:

– Wey mizgîniya te li ser xêrê xortê qeşeng. Welleh ez ê seba vê mizgîniya xweş tiştekî diyariyê te bikim. Ka were em biçine luqantê delalo.

– Xalo karê min heye û heval li hêviya min in.

– Nexêr. Wê nimêja me bi hev ra kirî ez te bernadim. Tu vê mizgîniya xweş bidî min, ez tiştekî nedim te? Nabe, qet nabe…

– Xalo me hêj firavîn xwar bila bimîne carekî din. Min gotê.

Destê xwe li nav rihên xwe hinekî gerand:

– Madem tu têr î, were ez ê qolayekî di gel hin cîpsî mîpsiyan bînim û em biçine filan parqê. Ez û tu tenê, bi serê xwe hinekî bixwin û vexwin.

Min ji camêriya sofî gelek minet girt û gotê ez nikarim bêm. Çimku piştî saet pêncan em ê terka Gazîosmanpaşa bikin. Lema min destûr jê xwest û rabûm.

“Çi behs e ewqas meh e li vir xebata metroyê didome, dengê makîne û dînemîtan ta ji Sultangaziyê tê sehkirin, lê vî sofiyî sehnekiriye. Çawa heta niha meraq nekiriye û pirs nekiriye ka ev xebata çi ye? Hema ji tu nas û cîranan jî sehnekiriye gelo?” Min ji xwe ra got.

– Ka neçe. Ez ê jî bêm. Sofî got.

Ji baxçeyê mizgeftê em derketin, di kolaneke ne ewqasî fireh da em serejêr bûn. Sofî destê xwe danî li ser milê min û hêj israra xwarinê dikir. Dîsa min spasiya wî kir û ji xwe ra got “Her car milet dibêjin Stembol, eger xira nebe ji ber vê kufrê, sedem zarokên tefal û qencên Xwedê ne. Bi saya wan Stembol ser xwe ye. Dibe ew rast dibêjin. Gelo ev sofiyê han jî ne qencek ji wan be?”

Sofî caran pirsan jî dike di derheqê kar da û ez jî dibersivînim. Danê nîvroyê ye. Dinya ewqas germ e, hêkê bişkînî li erdê wê bipije. Di wê saetê da hema bêje kesek di wê kolanê da xuya nake. Dikandar hene lê ew jî li ser kursiya xwe rûniştî, li ber bagera klîmayê temaşe televizyona xwe ya biçûk dikin heta mişteriyek bide derî.

Ez û sofî bi tena serê xwe di kolanê tên. Bejna min bi rastî ne kurt e. Min xwe nepîva ye lê hema bêje 1.80 cm e. Bi vî halî ve ez diçûme binçengê sofî ve. Destê sofî yê bi mohrên pîrîtiyê belekbûyî li ser milê min mîna mar bişûle bi hêdika dakete tehîla min. Min di ber ra temaşekir, tiliyên wî yên mîna melhêba mamê min Hacî Mikaîl li paresûyên min hêdî hêdî dişidan. Min xwe bi ser ve nebir. Dema min xwe bi ser ve nebir, min dît ew tilî sist bûn û dîsa şidan. Pişt ra edî bi şidandinê nema destê xwe di tehîla min ra dianî û dibir.

Ez bi niyeta wî hesam lê min dengê xwe nekir. Min serê xwe bilind kir ka kesî haja me heya an na. Nexêr kesek tunebû. Min bi hêceta telefonê xwe ji nav destê sofî derêxist û du sê mîtroyan jê borîm û sekinîm.

– Ew telefonek ji te ra hat? Min pêjna wê seh nekir. Gote min.

– Mabû bêdengiyê da sofî. Wextê ez hatî mizgeftê min dengê wê qut kirbû.

Çawa serê xwe anî pêş ve, min telefon êxiste cêba xwe da.

Destê xwe dîsa danî li ser milê min û serê xwe xwar kire li ber guhê min, bi dengekî nizim:

– Ew manîta te bû gelo? Got.

Min gotê:

– Erê

Halbukî direw. Tu car manîtên min çênebûne heta niha. Ji îro pê ve jî wê çênebin. Belku min cesaret nedikir ji ya ez jê hez dikim ra vê gotina Mewlana bibêjim” Piştî min tu di dilê xwe da dîtî, ji hingî ve ez li dor xwe tewaf dikim”, lê bi rastî dilê min her ji bo wê lê dida. Belê. Ya min eşqekî platonîk bû. Çiqas ez jê hez dikim, a niha jî ew nizane. Heta rojekê ez li ber bizinan bûm. Min navê wê bi kelema gihûjê li ser milê xwe kula. Çendî milê min sor bibû ji xwînê, qet nediêşa; Ji ber ku navê wê bû. Di ser ra jî min ji xwêdanka xwe kulmek xwê derxist û bi wê birînê ve danî ca wan tîpan bişewitîne. Hingî bişewite birîna tîpan kûr dibe û nema jê diçe. Birîn dibe qelpik jê dirabe lê şûna wê her dimîne. Heta di helbesteke xwe da min behsa vê bûyerê jî kir:

 

” min navê te kola li ser zendê xwe

bi kelema gihûjê

xelkê li saeta xwe dinêrî

min li navê te”

 

Bi xef min gelek jê hez kir lê, lalome li devê min bide carekî jî be min jê ra negot. Carekî jî be ez nebûme Kafka, bi hevokekê jî be min nameyek ji Mîlenaya xwe ra nenivîsî.

– Ku a niha manîta te li vir be dixwazî pê ra şa bibî? Gote min sofî.

Ji qest min gotê:

– Erê

Di wê navberê ra destekî wî li ser milê min e, bi yê din jî destekî min girt mîna aşiqek destê maşuq xwe bigire, birehm miz dida.

Çav di nav serî da bilbisîn û bişirî. Wisa bişirî min diranên wî yên pêşiyê ji qirêjê gewrbûyî dîtin. Ji xwe ew diranên din tev ketibûn ji pîrîtî.

– Tu dibînî ewqasî destê te nerm û germ e. Naxwazim ji dest xwe berdim. Tu bi serê xwe rojekê ez û tu tenê biçine behrê. Xwe hinekî bidine tavê. He? Tu çi dibêjî? Got wisa bi dengekî kelecan û nizim.

Di serî da jî min niyeta wî hindik jî be texmîn kirbû lê min dixwest rasterast bibim şahidê sofiyê qunde. Ya ji min hat min dehfek lê da. Belku sê mîtroyan ji min dûr bû. Min dît ku vetehisî lê nekete xwarê. Ew ma û min jî ling bi lingan danî çûme li ser kar. Ev bûyer, ev durûtî heta sibê ji hişê min derneket. Her ew keftarê Asyaya navîn, ew bişirîna tehl, ew diranên wî yên gewr û teklîfa wî li ber çavên min bûn.

Roja ve paştir dîsa wextê nimêja nîvroyê hatiye lê ez neçûme nimêja bi cemaet. Çimku miheqeq dê min sofiyê xwe li wir bidîta. Ji ber vê yekê min xwest cemaet verese paşî biçime mizgeftê. Piştî kêliyekê ez jê emîn bûm mizgeft xalî bûye ji cemaetê. Min berê xwe da mizgeftê ez çûm. Çawa hatim li rex mizgeftê min dît sofiyê min pişta wî bi min ve, destekî xwe daye riknê dîwarê mizgeftê û yê din jî daye li tehila xwe û quna xwe xwehr kirye di gel xortekî diaxive. Wî xortî ez dîtim lê sofî haja min nebû wextê ez ji wan derbazê avrêjê bûyî. Ji sekna wan jî min ev tê derxist. Diyar bû nîv saet beriya hingav ewan bi hev ra nimêja xwe kirine û sofî pirsek jê kirye. Ewî xortî jî çawa bersiva sofî daye, bi wê bersivê sofî gelek keyfxweş bûye û dixwest diyariyekî bidetê. Lê ez dizanim bersiva wî xortî ne mizgîniya metroyê bû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev