Berhemên kurdzanên me – 232

Berhemên kurdzanên me – 232

Yekîtîya Sovyet, Brîtanîya Mezin, Îran û pirsa kurdan di salên 1941-1943an da -4 

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Serî ha tê binavkirinê: ”Yekîtîya Sovyet, Brîtanîya Mezin, Îran û pirsa kurdan di salên 1941-1943an da”. Em îro beşa çaran, ango ya dawî çap dikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Wek îdî hatîye gotin, hukumeta Îranê xên ji wê yekê, ku hîvî ji Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî û Tirkîyê kir navbeynkarîyê bikin, herwiha bi wan hîvîyan berê xwe da Moskvayê jî. 30ê nîsanê sala 1942an serekwezîr û wezîrê karên der Alî Suheylî têlêgrameke berk ji V. M. Molotov ra şand, ku tê da dihate destnîşankirinê, ku desthilata leşkerî ya Sovyet peymana derheqa hevkarîyê da bendî tiştekî nahesibîne û nahêle leşkerên Îranê bêne Rizayê, ku li wir ”gelek cerdên çekdar û kurdên serîhildayî welat wêran û talan dikin, bajarê Rizayê yê bêxweyî kirine kelefe”. Bi hezaran binecî têne bajêr û li wir jî xelayî ye. Serekwezîr hîvî dike bi desthilata Îranê ra bikevine nava hevkarîyê bona parastina qeyde û qanûnan67.

Rojtira mayîn, 1ê gulanê sala 1942an, cîgirê wezîreta karên der V. K. Dêkanozov proêkta bersîvê amade kir, ku V. M. Molotov rastkirinên xwe kire navê. Di wê da herwiha dihate gotin, ku elametîya A. Suheylî ”ne gorî rastîyê ye” (rastkirina V. M. Molotov) û em jê ecêb û zendegirtî mane. Ji qumandarîya Sovyet ra hatîye gotin, ku ”astengîyan saz nekin bona hêzên cendirmeyan û polîsan bêne navçeyên Kurdistana Bakur”. Lê ew yek alî wê yekê ne kir, ku ”aramî û rehetîya wira zêde bibe”. Desthilata Îranê bi xwe gunehkar e, ku hêrsa kurdan radike68.

Paşê şaşîtîyeke dîplomatîyê qewimî. Bi lez xwestin wê bersîvê bişînine Tehranê, û wisa xuya ye, destxweda dane hukumeta Îranê. Di eynî wextê da têksta wê dane Î. V. Stalîn jî û wî rastkirinên xwe kire navê û têksta wê zêde dijwar kir. Tevlihevîyên li Rizayê, di varîyanta nû ya bersîvê da dihate gotin, ji alîyê desthilata Îranê da hatine sazkirinê, ku ji dest kurdan çekan berev dike, dijminaya miletîyê dixe nava miletan, çekan tînine vira bona wana dijî kurdan bi kar bînin û h.w.d. Qumandarîya Sovyet tevî vî karî nabe, lê dikare di navbera kurdan û hukumetê da bibe navçîgar. Di eynî demê da hukumeta Sovyet nikare bi wê rewşa Rizayê ra razî bibe, ji ber ku ew nahêle baran bigihînine Yekîtîya Sovyet, li rex sînorên Tirkîyê rewşeke sert saz dike. Hukumeta Sovyet de`w dike mecalan qebûl bikin bona rewşa li Rizayê aram bikin, dest ji hewildanên, ku ji kurdan çekan berev bikin, bikişînin, nehêlin çekan bînine wira û h.w.d. V. M. Molotov dema ji Î. V. Stalîn varyanta bersîvê sitend, emir kir wê têkstê jî bidine A. Suheylî69.

Bi vî awahî, dibe di eynî rojê da, ango di 1ê gulanê sala 1942an, farizan ji Moskvayê du varîyantên bersîvan sitendin: bersîveke nerm – ya V. M. Molotov û ya berk – ya Stalîn. Alî Suheylî gerekê bi xwe tê derxista ka kîjan ji wan varîyantan helwêsta Yekîtîya Sovyet nîşan dide û ev yek tê wê maneyê, ku Krêml ne bi çavên qenc li hukumeta Îranê dinihêrî. Ne bêlî ye, ka A. A. Smîrnov ew yek çawa ji A. Suheylî ra şirove kirîye, lê ji şikberîyê der e, ku Moskva piştgirîya kurdan kirîye û nîşanî Tehranê da, ka di zona wê ya dagîrkirî da kê xwedî û xudan e. Wisa xuya ye, ku wan deman li Moskvayê ser wê bawerîyê bûn, ku piştgirîkirina tevgera kurdan dikare karê bide wê.

Lê wext bi lez diguhêrî, herwiha helwêsta hukumeta Sovyet di hindava kurdan û tevgera kurdan da jî guhêrî. Di serokatîya Îranê da girêdayî bi wê yekê ra, ku li herêmên welêt yên kurdan û azirîyan da bûyerên bi xeter dibûn û di wan da rola leşkerên Sovyet jî hebû, xemgînî zêde dibû. Li Meclîsê gelek caran xemgînîya xwe dîyar dikirin, ku hukumeta Mohemmed Alî Forûgî, ku piştî hatina leşkerên Sovyet û Îngilîs hate ser hukum, nikare zora tevgera eşîretên kurdan bibe. Kabîneya Alî Suheylî jî, ku kete dewsa wî, nikaribû di wî karî da guhastinên erênî yên berbiçav bike. Derheqa vê yekê da Şah Mohemmed Riza jî di axavtina xwe ya li Meclîsê got70.

Xirabbûna pêwendîyan bi Tehrana fermî ra ne di berjewendîyên sîyaseta Sovyet ya der da bû, ji ber ku London û Waşîngton dikaribûn wê yekê bi kar banîyana. Ya sereke ew e, ku rewşa wisa wê demê qet dest ne dida, ji ber ku di bihar û havîna sala 1942an da li pêşenîya başûr ya şêr rewş xirab bû, ji ber ku Kavkaz ketibû ber xeterê. Di vê rewşê da pirsa kurdan di navbera Yekîtîya Sovyet û Îranê da nikaribû bibûya pirsa sereke û ewê dûrî aqilan bûya. Û li Moskvayê hatine ser fikira anegor.

Di roja dawî ya havînê an jî roja pêşin ya payîzê da A. A. Smîrnov ji V. M. Molotov nameyek sitend derheqa bingehên sîyaseta di hindava kurdên Îranê da. Ew name bi rexneya di hindava karmendên Sovyet yên li Îranê va destpê dibû, berî gişkî jî konsûl û nûnerên leşkerî yên li Azirbêcana Îranê dihatine rexnekirinê, yên ku ne dihîştin, ku leşkerên Îranê bêne Rizayê. Di nameyê da dihate gotin, ku şaşîyên baylozxaneyê û dayîreyên Sovyet yên li Îranê di wê yekê da bûn, ku wana xwe dabû hêla “kurdên gazindar”, ew dihesibandin kesên bi mêlgirtina Sovyet, “wana dijberîyên di navbera miletan da li Îranê nedane ber çavan” û ev hemû bûne sebeb, ku “çend kesên derece bilind yên azirîyan û îranîyan berê xwe ji me guhastin” û ew ji alîyê cesûsîya Tirkîyê da hatine bikaranînê. Nûnerên me “fêm ne kirin, ku tevgera kurdên Îranê ji bo otonomîyê û serxwebûnê parastina jîyana derebegîyê-eşîrtîyê ye û ev ji me ra dest nade. Kurd gelek caran dijminatîya hevdu dikin, ji ber wê jî yekîtîya miletîyê di nav wan da tune. Sêparatîzma kurdan li Îranê herdem jî di dest sîyaseta Îngilîs û Tirkîyê da li Rohilata Navîn bûye çeka bikaranînê. Tevgera kurdan ya hevgirtî bona ji Îranê biqetin… ji alîyê komên serkarîkir yên Îngilîs û Tirkîyê da hatîye teşkîlkirin, bona zor li Îranê bikin û di hêla sîyasî û aborî da jê karê kevin. Lê serekên kurdan, hema bêje hemû jî, cesûsên dewletên împêrîyalîstîyê yên cuda-cuda ne, hinek caran jî cesûsên dewletên faşîstîyê ne. Serekên kurdan, ku bi xwe milkedarên mezin bûn û serokatî li serekeşîran dikirin, dema lazim bûya, bi hêsanî xwedîyên xwe diguhastin”. Meriv nikare hêvîya xwe dayne ser wana, ji ber ku ji wan ra dest dide hêvîya xwe daynine ser Ordîya Sor û ev yek karmendên me dixalifîne, ew dikevine nava gêjgerîngê”.

“Xebatkarên me gerekê xwe ji xeta şaş biparêzin, bi kurdan ra heq û hesaban nekin û xwe li riya qewînkirin û firehkirina pêwendîyên bi binecîyên kevinare ra bigirin, berî gişkî jî bi azirîyan ra. Gerekê hêvîya xwe daneynin ser serekên kurdan yên rêaksyon û xwefirotî, lê daynine li ser kesên pêşketî yên azirîyan. Ev nayê wê maneyê, ku em gerekê dest ji her pêwendîyên bi kurdan ra bikişînin û wan pêwendîyan ji bo berjewendîyên xwe bi kar neynin, lê di xebata me ya sîyasî li Îrana Bakur da gerekê guhdarîya sereke daynine ser azirîyên Îranê û wê yekê bidine ber çavan, ku hema di nav wan da meriv dikare diha pir kesên bi amin û dost bibîne, ne ku di nav kurdan da. Ji bo wî meremî gerekê xwe ji piştgirîkirina kurdan dûr bixin û ji bo desthilata Îranê tu astengan çê nekin bona ew di dewleta xwe da qeyde û qanûnan biparêze”. Gerekê di wî karî da alî desthilata Îranê bikin. Di dawîya nameya V. M. Molotov da dihate gotin: “Gerekê li xwe mukur bên, ku piştgirîkirina kurdan bona ewana daxwazên xwe yên di hindava bidestxistina otonomîyê û sazkirina Kurdistana serbixwe da pêk bînin, şaş bû, ji ber ku di şertên Îranê yên niha da ew daxwezeke bê bingeh û rêaksyon e”71.

Ev belgename, ku sîyaseta Yekîtîya Sovyet di pirsa kurdan da li ser çend salan dîyar dikir, tam hinkûfî wî kesî ye, ku ew îmze kirîye, yê ku pragmatîkekî pêkenî û herwiha dogmatîk e, karmendekî dewletê yê bi cûrê Stalîn e. Femdarî ye, ku V. M. Molotov sebebên rasteqîn destnîşan nake, ka ji bo çi lazim bû dest ji kurdan bikişînin û hêvîya xwe daynine ser azirîyan, lê bêy wî jî ew zelal in û bingehên wan sebeban di dogmayên marksîstîyê da nin, ku di bingeha wê da tu îzbatîyên pêbawer tunene. Lê ew gorî wan çarçovayan e, ku zanyarên Sovyet yên fûndamêntalîst, di nav wan da rohilatzanan, di salên 20-30î da çê kiribûn. Eger em bixwezin rastîyê derxine ser avê, em dikarin bêjin, ku V. M. Molotov di pirsên Rohilatê da zêde zane nîbû û hêvîya xwe danîbû li ser “êkspêrtan”, ku rastî bi awayekî pir xirab feş dikirin. Ji bo nimûne, wek ku di serên buhurî da hatîye destnîşankirin, îngilîsan piştî Şerê hemcihanê yê yekemîn li tu cîyan, herwiha li Îranê jî, piştgirîkirina tevgera kurdan ne kirine. Hilbet, Tirkîya bi çavê dijminayê li wê tevgerê dinihêrî, ji ber ku ketibû heyra problêma kurdên xwe. Ji alîyê îngilîsan da piştgirîkirina hinek serekên kurdan û hinek serekeşîran nayê wê maneyê, ku serîhildanên kurdan ji der va û bi destî cesûsan hatine teşkîlkirin û rêvebirin.

Întrûksyona Molotov, ku rewşa etno-sîyasî ya li Bakur-Roava Îranê bi awayekî feş raber dikir, bi wê yekê va zirareke mezin dida sîyaseta Yekîtîya Sovyet li wê herêmê û ew yek di nav demeke kurt da eşkere bû. Bi vî awahî, nûnerên Sovyet qîmetê lazim nedane pêşdahatin û mehkembûna xeta dêmokratîyê (di rastîyê da ya bi mêlgirtina Sovyet) ya di nava tevgera kurdan ya miletîyê da, ku xwesma li Kurdistana Mukrîyê rehên kûr avîtibûn û kêm tişt dikirin bona bi wê ra pêwendîyên xurt saz bikin. Lê desthilatdarên Îranê dîtin, ku helwsêta Yekîtîya Sovyet di hindava tevgera kurdan ya li herêma Rizayê û cîyên mayîn da guhêrîye, dest pê kirin dijberî xistine nava binecîyên Kurdistanê û Azirbêcana Îranê da. Gorî malûmatîyên sêkrêtarê pêşin yê baylozxaneya Sovyet li Îranê D. S. Soloda, qumandarê alaya cendirmeyan ya Tewrêzê Teymûrî bi awayekî kel û ce`d serekên kurdan derdixiste dijî Yekîtîya Sovyet. Serekê polîsên Rizayê serhing Hesar-xan Celîlwend jî ji wî paş ne dima, ku ”zaneyê pirsa kurdan bû”, ”yek ji kesên sereke bû, ku dilê kurdan dikirî û dianî alîyê xwe”. Ew ”yek ji serekên teşkîlkirina provokasyonên bi awahê faşîstîyê û dijî Sovyet” bû. Serekê cendirmeya Xoyê Dawer Paneh azirî berî kurdan dida, lê walîyê Makuyê Seyfetdîn Bayetî dijminayî dixiste navbera kurdên di nava xelayê da, rê ne dida, ku xurek bigihîje wan72.

Encamê van hemû bûyeran, ku piranî di rûyê helwêsta Sovyet ya dijî kurdan da li Îranê serî hildabûn, bû sebebê wê yekê, ku serokatîya kurdan îdî hew bawerî bi wê anî û eva yeka derbeke xedar bû di hindava berjewendîyên Sovyet li Îranê da. Nimûneyeke wê yekê nameyên du cîgiran -yê wezîrê karên der B. Z. Kobûlov û cîgirê wezîrê karê der V. G. Dêkanozov bûn, ku ji hevdu ra nivîsîne. Ji wana xuya dibe, ku 2ê çirîya paşin sala 1942an du kurd – Mehmûd Ahmed-oxli Moalîm û Alî Mustefa-oxli seredana konsûlxaneya Sovyet li Tewrêzê kirin û gotin, ku ew nûnerên Komîtêyeke kurdan li Suleymanîyê ne, ku xudêgiravî hemû eşîretên kurdên Îraqê, beşeke kurdên Sûrîyê, Tirkîyê û Îranê (dibe komîtêya ”Hîwa” be?) dikevine navê. Bi gotina wan, Komîtêyê sipartîye wan ji Yekîtîya Sovyet ra bêjin, ku ew amade ye çend hezar kurdên çekdar bişîne pêşenîya şêr ya Sovyet-Almanîyayê. Ewana ji sîyaseta Brîtanîya Mezin ne razî bûn û hîvî kirin, ku konsûlxana wan derheqa hatina wan da pê nehese. Berî çend mehan jî wana hîvî kiribû, ku alî wan bikin bona eşîreta Pîşder ji Îraqê derbazî Îranê bikin. B. Z. Kobûlova nivîsî: ”Weîzreta karên der ser wê bawerîyê ye, ku hatina van kesan li konsûlxaneyê hewildana cesûsîya Îngilîs e cesûsên xwe tevî karê me bike bona ji planên me hayadar be û pê bihese ka helwêsta me di hindava kurdan da çawa ye”. Lazim e ”derheqa van her tiştan da” bi riya konsûlxaneya sereke îngilîsan hayadar bikin. V. G. Dêkanozov bi wan argûmêntan ra razî bû73.

Hilbet dijwar e piştî ewqas salan û tunebûna îzbatîyên pêbawer bêjin, ka şikberîyên yek ji serekên dayîreya bi serokatîya Bêrîya çiqasî heq bûn. Nêzîkî aqilan e, ku li vir fikirandina dayîreya rêçgerîyê-cesûsîyê rola xwe lîst, ku gorî daxwazên Molotov bûn. Lê tu şik di wê yekê da tune, ku di komên serkarîkir yên Yekîtîya Sovyet da bawerîya xwe bi kurdan, xwesma yên Îranê, ne dianîn û hema bêje hewil ne didan xwe nêzîkî wana bikin bona hukumê Sovyet li Îranê bidine zêdekirinê. Li Moskvayê roleke mezin nedidane problêma kurdan ya miletîyê.

Lê dîsa jî dîplomatîya Sovyet mecbûr bûbû berî wan bûyeran bi wê problêmê va mijûl bibe. Derheqa wê yekê da Brîtanîyayê hertim behs dikir (û ne tenê wê), him girêdayî bi rewşa gêopolîtîkîyê ra, ku di dema şêr da saz bûbû, him jî girêdayî bi wan rewşan ra, ku di beşên cuda-cuda yên herêma Rohilata Nêzîk da saz dibûn.

Wan deman pirsa kurdan di pêwendîyên Îngilîs-Sovyet da berî gişkan bi Tirkîyê va girêdayî bû. Helwesta Tirkîyê di şêr da, diha rast, problêma tevnebûna wê di nav şêr da, ji bo Londonê û Moskvayê bi sebebên jorê kivşkirî pir giring bûn. Heta ew varyant jî dihate lênihêrandinê, ku ji bo tevnebûnê hinek berdaxwerinan jî bikin. Wek yek ji wan berdaxwerinan behsa beşeke Kurdistanê dihate kirinê. Di hevraxeberdanên wezîrê karên der yê Brîtanîya Mezin Antonî Îdêna li Moskvayê di nîveka çileya pêşin sala 1941ê bi Î. V. Stalîn û V. M. Molotov ra, di dema sohbeta pêşin da, ku 16ê çileya pêşin qewimî, serekê Sovyet got: “Tirkîya wek kompênsasyona bona tevî şêr nebe, dibe Dodêkanês bistîne, ku warekî Bûlgaristanê ye, dikeve başûrê Bûrgasê û piranîya binecîyên wê tirk in û dibe hinek axan jî li Sûrîyê bistîne”74 (wek em zanin, li başûrê sînorê Tirkîyê-Sûrîyê piranîya binecîyan kurd bûn). Lê paşê di hevraxeberdanan da ne Sovyetê, ne jî Îngilîs behsa Sûrîyê ne kirin. Wisa xuya ye, êrîşa bersîvdayînê ya Ordîya Sor ya serketî li rex Moskvayê bû sebeb, ku hevalbendan îdî dest ji kompênsasyonên bona Tirkîyê kişandin.

Lê dîsa jî piştî çend rojan, 20ê çileya pêşin sala 1941ê baylozê Brîtanîyayê li Yekîtîya Sovyet Stafford Krîpps nameyeke çendxetê ya A. Îdên da V. M. Molotov, ku sernavê wê ha bû: “Xemgînîya Tirkîyê girêdayî bûyerên li Kurdistana Farizistanê ra“. Tê da dihate gotinê, ku 2ê çileya pêşin Wezîreta karên der ya Tirkîyê nivîsek ji hukumeta Îngilîs ra şand, ku tê da dihate gotin xudêgiravî kurd dixwezin dewleta serbixwe saz bikin û qaşo leşkerên dagîrkar yên hevalbendan li Îranê piştgirîya wan dikin, û giva kurd dikevine axa Tirkîyê, lema jî leşker şandine bona şerê wan bikin. Bi bawerîya Îdên, sebebê şikberîyên tirkan di vê pirsê da ew bû, ku çend serekên kurdan seredana Bekuyê kiribûn. Dû ra dihate gotin, ku 11ê çileya pêşin Foris Ofice ji Wezîreta karên der ya Tirkîyê nivîseke din sitend, ku tê da gazinên xwe li leşkerên Sovyet li Îranê dikirin, ku piştgirîya kurdan dikin, ji ber wê jî pevgirêdana di navbera Enqereyê û Tehranê da qut bûye. A. Îdên got, ku wê kardar bûya, eger hukumeta Sovyet çareyek bidîta bona tirkan aş bike û di ser da zêde kir: “Bi bawerîya maqûl R. Bûllard, dijwarîya sereke di wê yekê da ne, ku sîyaseta Sovyet di zona Sovyet ya dagîrkirî da ji alîyê rêxistinekê da tê pêkanînê, ku nûnerê Sovyet li Tehranê nikare zêde tesîr lê bike“75 (wisa xuya ye, ku li vir behsa dayîreya Sovyet ya rêçgerîyê-cesûsîyê tê kirinê).

Molotov bi lez bersîva Krîpps da. V. M. Molotov di 28ê çileya pêşin sala 1941ê da nivîsî, ku em her tenê ji nameya A. Îdên pê hesîyan, ku “kurd dixwezin dewleta xwe ya serbixwe damezirînin û herwiha derheqa wê yekê da jî, ku kurd dikevine nava axa Tirkîyê“. Li alîyê Îranê her tişt rehet e, “tu pêwendîyên dayîreyên Sovyet bi daxwaz û emelên kurdan va tune“, ji alîyê Îranê da jî tu gazin tunene. Serekwezîrê Îranê Forûgî di hizûra baylozê Sovyet da ji nûnerê Brîtanîyayê ra got, ku “îngilîs xudêgiravî piştgirîya kurdan dikin“, lê haya Yekîtîya Sovyet ji vê yekê tune. Seredana kurdan li Bekuyê “ne ya sîyasî bû“. Di bersîvê da hemû gazinên tirkan yên din jî dihatine înkarkirinê76.

Wisa xuya ye, ku bersîva ha ne bi dilê tirkan bû, ne jî bi dilê îngilîsan bû. Lema jî Enqere, vê carê bêy navçîgarîya Brîtanîyayê, hewil da ji Moskvayê azirûkirina meselê bistîne. 14ê çileya paşin sala 1942an baylozê Tirkîyê Alî Heyder Aktay di dema seredana xwe ya bal cîgirê pêşin yê V. M. Molotov – A. Ya. Vîşînskî got, ku di encama ji alîyê leşkerên Sovyet û Îngilîs da zevtkirina beşeke axa Îranê “firsend kete destê kurdên Îranê û Îraqê bona kar û emelên xwe geş bikin û daxwazkarîyên xwe raberî hukumeta Îranê dikin“. Baylozê Îngilîs li Enqereyê tirkan da bawerkirinê jî, ku “ne leşkerên Îngilîs, ne jî yên Sovyet, ku li Îranê ne, wê piştgirîya tevgera kurdan nekin“, dîsa jî Aktay xemgînîya Tirkîyê dîyar kir. Lê bi wê ra tevayî şirovekirinên A. Ya. Vîşînskî yên bi zar dilê wî baristan kirin, ku herwiha behsa malûmatîyên îngilîsan yên “derheqa çend hûrgilîyên bi pirsa kurdan va girêdayî jî kir“77. Di proêkta bersîva fermî ya A. Ya. Vîşînskî ji bo Aktay da, ku ji alîyê Molotov da hatibû erêkirin, dihate gotin: V. M. Molotov ji Îdên ra got, ku “hukumeta Sovyet ser wê bawerîyê ye, ku tu bingeh tune bona Tirkîya ji bo pirsa kurdan xemgîn bibe“. Em derheqa tevlihevîyên li Kurdistana Îranê tu tiştî nizanin, leşkerên Sovyet tu destekî nadine kurdan. Hela di ser da jî, ewê nehêlin, ku kurd bi îranîyan ra pev biçin78.

Bi vî awahî, pirsa kurdan London, Moskva û Enqere kiribû nava tefekûrîyê ne ji bo wê yekê, ku ewê dikaribû zirar bida berjewendîyên wan li Îranê û tevaya herêma Rohilata Nêzîk. Xeter dikaribû paşê peyda bibûya û hereketên dîplomatîyê, ku dihatine bikaranînê, gerekê pêşî li wê yekê bigirtana, ku rewş li Kurdistanê ji bin kontrolê dernekeve, ku dikaribû bibûya sebebê paşmayînên bê hesab xirab û dijwar. Lê dîsa jî ji wan hemûyan ra li hev ne hat xwe ji dijwarîyên bi kurdan ra girêdayî xilaz bikin.

67 Dîsa li wir, fonda ”Sêkrêtarîya V. M. Molotov”, çente 4, 1942, dexle 188, defter 18, belge 5.

68 Dîsa li wir, belge 8-9.

69 Dîsa li wir, belge 30-35.

70 Om. 1942, hejmar 5, rûpel 202; hejmar 6, rûpel 251; hejmar 8, rûpel 330.

71 AVPRF, fonda “Sêkrêtarîya V. M. Molotov”, çente 4, 1942, dexle 188, defter 18, belge 10-14.

72 Dîsa li wir, belge 25-27, hejmar 686. Beyannameya D. S. Soloda 13.09.1942.

73 Dîsa li wir, belge 39. Nameya B. Z. Kobûlov ji bo V. G. Dêkanozov 08.12.1942.

74 Rjeşêvskîy O. A. Seredana A. Îdên li Moskvayê di çileya pêşin sala 1941ê da. Hevraxeberdanên bi Î. V. Stalîn û V. M. Molotov ra. – Dîroka nû û ya here nû. 1994, hejmar 2, rûpel 91.

75 AVPRF, fonda “Sêkrêtarîya V. M. Molotov”, çente 4, 1942, dexle 188, defter 18, belge 40-41.

76 Dîsa li wir, belge 42-43, kopîya.

77 Dîsa li wir, “Ji deftera A. Ya. Vîşînskî“, hejmar 44-v, belge 46, 15.01.1942, kopîya.

78 Dîsa li wir, hejmar 43-v, belge 47, nivîsa A. Ya. Vîşînskî ji bo V. M. Molotov 15.01.1942.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev