Ji nimûneyên zargotina me – 232

Ji nimûneyên zargotina me – 232

Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye – 9 

Malpera me biryar kirîye berhemeke delal ya Mele Mehmûdê Beyazîdî ya bi sernavê ”Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye” bi dîjîtalîze û sererastkirinên Qasimê Xelîlî beş bi beş, her heftê, roja yekşemê, di bin rêzenivîsa me ya ”Ji nimûneyên zargotina me”, bêy ku têkilî orîgînala berhemê bibe, çap bike. Îro em beşa wê a nehan çap dikin. 

Dîjîtalîze û sererastkirin: Qasimê Xelîlî 

Konêd Ekradan jî derece derece dibin. Ji du istûnan heta neh istûnan kon heyîn. Ji neh istûnan zêdetir kon nabitin. Ê ku gelek jar e, du istûn û sê û çar, êd ust jî pênc û şeş û heft, ê ku axa ne û bi zêde dewlet in û konê neh istûnî dibin û ewan konêd neh istûnî çît û perde dibin. Yanî yalîkî konê dibirrin û perde dikişînin û dikine dîwanxane ji boy yalî mêran. Û ewan konan rewaq heyîn, pêşmal pêştimal dibêjin; weku tinifêd çadiran in. Weku berf û baran û serma dibitin ewan pêşmal û pêştimalî mîwek dikin. Û di nîva konê da li yalî heramê û li yalî mêran, li du cihan agirî hil dikin û kon germ dibitin…

 

Ekrad mezin û piçûk mecbûrî qelûnê ne û her çî mîvanê bêtin elbette ji boy her yekî qelûnekê tijî dikin…

 

Weku mîvan tête zomeê ew jî difikirin her çî konê ku mezin e, dajone derê wî konî. Mîvan naçine derêd konêd piçûk. Lewranê ku dizanin ewan yalî mêran tune û bê hal mal in. Ekserî xurekê (xwarina jarêd wan nanê ceh e û nanê garis û dew û mast û jajî ne…

 

Ew taximêd ku meazellah dizî û xirabiyê dikin ew jarêd Ekradan ê bê îlac in. Lakin xweyî malêd dewletlû esla heramê nêzûkî xwe nakin û xêr û sedeqan didine jaran. Elbette di her zomekî da deh û panzdeh malêd jar heyîn ku ew malêd axan û dewlemendan sibe û êvaran ratib li wan malan girêdayîne. Nan zad û dew, her çî peyda dibitin ji boy wan verêdikin. Û ew mêrêd wanî jar jî sibe û êvaran li malêd axa û dewletlûyan nanî û zadî dixwin. Ê ku zêde dikitin ber hev dikin û dibine malêd xwe, ji boy eyal û etfalêd xwe…

 

Şayed weku axayek û ya dewlemendek kurêd xwe sunnet bikin, elbette ji kurêd feqîran û sêwîyan çend nefer zarokan digel kurêd xwe sunnet dikin. Lakin dîsanê zehf dibitin ku ji Ekradan bê sunnet dimînin. Heta ku xweyî jin û zaro jî dibin û êxtiyar dibin, paşê di wî halê pîrîyê xwe sunnet dikin…

 

Di nîva wan danî dellak tunînin, bila ku bi xwe bi xwe (xwe û xwe) serêd yekûdu kur dikin. Lakin cerrahên qewî qenc ji wan da pêda dibin. Lewranê daim şolêd wan birîndarbûn e…

 

Di nîva wan da şemal tunînin. Malêd axayên wan û maldaran pêsûs heyîn, ronî datînin disojin. Lakin malêd feqîran agirî heldikin, li ber roniya wê rûdinin…

 

Û di nîva Ekradan da cariye. Şayed weku dilê lawekî di keçekê da hebitin û ewê keçê nedine wî lawî, paşê bidine merovekî dinê û ew jî dawatê bikitin, şeva gerdekê ew lawê ku dil di keçê da hebûye û nedane wî, îcarê ew law ewî zavayî bi xwandinê û bi nisxeyan girê didin. Weq’a jî ew zava tête girêcan û qadirê gerdekê nabitin. Û zehf miadeyî wisanî giredayî dimînitin, paşê çarekê lê dikin. Û zehf caran dibe ku êdî esla ew zava li wê jinê venabitin, axirî ewê jinê naçarî telaq diditin û diçitin jinekî dinê tînin; êdî der heq wê jinê da girêdanî nabitin…

 

Weku dinê di nîva Ekradan da malêd wan kirasêd herbê çêdikin, ji cawî hemû dinvîsin. Weqif û tilsimê ewan kirasan axa û agîdêd Ekradan bi pênsed û hezar quruşan dikirin û roja cengê di bin cilêd xwe danî werdigirin û diçine herbê. Alatê herbiyê û gule li wan merovan dikevin lakin tesîr nakitin, salih û selam dibin. Ew ta’ife qewî zêde bawerî û îhtiqadî bi nvîştan dikin. Û filweqi’a jî seba îhtiqada wan î dirist her çî ku ew guman dikin weha miyesser dibitin. Heta carinan devê guran û dirindan bi xwandinê girê didin. Bi rastî nêzûkî pez û dewarêd wan nabitin. Û maran efsûn dikin û digel xwe heldigirin û dikine paşilêd xwe û li istûyêd xwe dielînin (dipêçin) esla zerarê nakitin…

 

Û hinde ji wan heyîn, “esmayêd seryanî hûrî” bûne (Gûman e navê horiyan î sirrî weqif bûne.) dixwînin û bi şûr û bi kêrê bedena xwe dibirin û birîndar dikin; lakin xwîn ji birînê bi der nakevin. Dîsanê filhal xwaş dibitin û cihê birînê xuya nakitin…

 

Di nîva Ekradan da şûr û metal (mertal) lîzitin qewî zêde meqbûl e. Û ekserî lawêd wan muddeyekê te’lîm û meşeq dikin û hûrî (hîn dibin) yanî wisanê di ilmê mitalê da mahir dibin ku ji pêş ve her çî şûr û derbê ku bêtin hemûyan jî defî dikin. Esla zerarekê nakin wûcuda wî; lewranê di cihêd wanî xwe bi xweyî da (cihên pasê) derbên wan xencer û şûr û gule kêm heye.

 

Elbette şivan û gavan û zarokêd wan jî şûr û metal û xencer heyîn. Lakin eve adetê Ekradêd vî kenarî ne; îlla Ekrad û rewendêd Hekarî û Bohtan û Behdinan, mezin û piçûkêd wan xweyî şeşxane ne. Bê şeşxane naçine ser avê jî. Û daim şewlêd wan armanc û nîşan e. Qewî zêde guleendaz in. Têr li hewaê perwaz dikitin. Ji jêr ve berekî bi şeşxane davêjin û lê didin. Lakin tifingêd qewal jî li nik meqbûl nînin; îlla dê şeşxane bitin. Û gelek dibitin ku ji wan Ekradan mexsûs ji boy şeşxanekê diçine Îstenbolê û begen dikin û ji boy xwe tifingan tînin û mele û feqîyêd wan jî hemû xweyî şeşxane û çek û xencer dibin…

 

Adetekî dinê jî ewan Ekradêd xwecihî heyîn. Zivistanan weku dibite meclis ew dikine gerelawêj. Gerelawêj ew e ku her çend merov di wê meclisê da hazir heyîn, maqûl û mezin û piçûk hemû dê her yek bendekî stranê labit e (lazim e) bibêjitin. Ji serê meclisê dest pê dikin, heta dûmahîa meclisê. Şayed weku mîvanek di wê meclîsê da peyda  bibitin, bêçare dê elbette ew mêvan jî dê bendekî istranê ji boy wan bibêjitin, negotî elbette nabitin. Ew Ekrad ji vê benda stranê ra gîsik (diyarî, dên, sira xwe) dibêjin. Elbette mêvan jî dê gîsika meclisê biditin…

 

Ser êvaran her çî ciwan û lawêd zomeyê heyîn, hemû ber hev dibin li ber malan. Ya hol (top, go) û yaxûd cirîdê dilîzin û her çî êxtiyar in, ew jî ji kenarekî da seyrê dikin. Û her çî keç û bûk û jinêd ciwan in, ew jî teşiyêd xwe heldigirin (drêsin) li kenarekî ew darik dibêjin li wê derê her kesek teşiya xwe dirêsitin. Ew jî sêra wan lawêd ku dileyîzin dikin. Û her çî ku zehf pîr û êxtiyar in, ew jî li derê konan rûtinin û sêra lîz a ciwanan dikin. Weku bûye êvarî her kesek şewlêd xwe dibînin û dewar û hespêd xwe dawirînin û teamê dixwin. Weku du saet ji şevê çuyî li pêşiya konan dikine govend. Lawêd ciwan û keç û bûk têne govendê, mêr û jin destêd ji yekûdu digirin û keç û bûk distêrin, û dilîzin heta nêzûkî sibeyê; îcarê belav dibin û her kesek têne malêd xwe û radizin…

 

Ekrad zêde bê xem û xeze dibin, qewî fikra heyî û neyîê nakin…

 

Pîr û êxtiyarêd wan jî ekserî rîşî (piskul, gulî) û bi keyf û çavkildayî ne û daim terenûmê dikin; yanî zû bi zûyî ji keyfa xwe nakevin. Di dawatan da ew pîr û êxtiyar jî dilîzin û dikevin govendê, li nik wan eyîb nîne…

 

Weku dibite dawat, hune datînine nîva destê zavê. Kurêd azeb ji destê zavê direvînin û huneyê datînine nîva destê bûkê. Keç ji destê bûkê hunê direvînin gûya nişaniya ku îqbala wan keç û kurêd azeb jî vebitin û ew jî bi zûyî bizewicin…

 

Eger mala bûkê nêzûk e, du merov ji eqrabayêd zavayê dikevine bin çengêd bûkê û hêdî hêdî bûkê tînin; eger mala bûkê û zavê ji hev dûr in, bûkê li hespekî bixeml suwar dikin û tînin…

 

Weku bûk hate derê malê zava û çend azeb li cihekî bilind disekinin û zava bi kulman peran direşîne serê bûkê û zarok û fiqare ewan peran ber hev dikin. Weku bûk hate ber derî, naçite hindûrê xanî û ya konî, îcarê xweyî dawatê xelatekê didite bûkê. Paşê ew bûk diçite nîva malê. Weku bûk çûyî nîva malê; legen, misîn tînin, ew bûkê dev û rûyêd xwe dişotin. Şerbet û şekirî jî boy wê tînin weha êdî dimînitin. Paşê ewê bûkê jî dibin û dixinine govendê. Elbette bûk jî dê çend girikan bilîzin; çare nîne. Paşê weku bi şev zava gerdek bûyî ji lawan çendek dikine şayî û tapançe agir dikin…

 

Şayed eger zava girêdayî bitin gerdek nebitin ew lawêd dawatê ewî zavayî dibin dixine çemî, ava sar lê dikin. Paşê tînin zavayî verêdikin nik bûkê gerdekê. Weku wê şevê ew zava gerdek nebitin qewî eyîb e. Û sibê li xelkê peyda dibitin ku ew bûk keç û bakîre nîne. Lewranê ewna aşikar nakin. Meazellah eger bûk bakîre bi dernekevitin qewî riswayî dibitin. Ewê bûkê verêdikin mala bavê û qelinê dayî distînin, ev xweyîêd jinê evê bûkê dikujin. Îcarê dibite neyariyekî mezin; lakin şayed eger îqtiza bikitin ku bûk keç nebitin elbette ew bi ehwalê xwe dizanitin. Weku bûye tedarika dawatiê ew bûk bi xwe jariyê dixwitin û berê dawatê telef dibitin, êdî namînite wê rojê.

 

Ekrad her çî heyîn rewend û xwecihî hemû şafîî el mezheb in. Di nîva wan danî ferdekî ji hehifî û Malikî û Hembelî tunînin.

 

Di Kurdistanê da cindar heyîn ku ji şêxêd wan in. Weku merovek dîn dibitin û bitaban (cin) bikevitin gûya ew şêx evî dinî dibite nik xwe û tasekê tijî av dikitin û gûya dixwînitin û çi qeder ecnî heyîn gûya ber hev nîva tasê dibin û ew şêx dijminêd wî dînî digiritin û qamişekî tînitin gûya ewî cinitî dikute nîva wî qamîşî û derê qamîşî şima (mûm) dikitin û davêtine avê. Gûya ew dîn şifa dibîne û ji cinûnî xilas dibitin…

 

Li nik Ekradan pîldar dibin. Lakin ew pîldarî ji zarotiyê da gûya îcad dikin. Mesela weku jinekî hamîle meram dikitin ku ewê hemîl ku ji dê dibitin gûya  bilanê pîldar dibitin. Waxtê ku ew zarok diwelide filhal karekê tînin serjê dikin û goştê wê belav dikin. Lakin pîlê wî (wê) bidertînin û tînin kun (qul) dikin û bi qederê serê çiçikê daê, û serî çiçikê ji vî pîlî bi der tînin û memikan vê kunê da didine wî zarokî. Daim wehanî çiçikan di vê kunê pîlê da didine wî zarokî. Esla bê pîl çiçik nadine wî zarokî, heta ku ew zarok ji çiçikan tête birrîn. Weku ew zarok ji çiçikê hate birrîn êdî rojê du caran sibê û evaran bînin û ewî pîlî didinê destê wî zarokî li wi pîlî nazir dikitin. Weha heta ew zarok digehîte dereca eqil û kemalî. Weku ew zarok giyaye dirk û  îdrakê, îcarê gûya ew zarok li wî pîlî nazir dikitin û her çî mirad û hewadis li dinyayê peyda bibin ew merov li vî pîlî da dibîne û neql dikitin. Lakin ew şerta heye ku qet rojekê ew pîl nehatibe terikandin. Aleyîl dewam şîr ji wî pîlî da bê vexwitin. Eger carekê jî biterikînin ew şewla ji boy wan miyesser nabitin. Ew şewla pîldarîyê, gûya di nîva xeyrî Ekradan dibitin, lewranê min bi xwe bi çavêd xwe paşayek ji ehlê Urmiyê dît ku navê wî Seyfeddîn Paşa bû, ew jî pîldar bû û pîl digel wî hebû û li pîl nazir dikir û hewadîs û qewadat neql dikirin. Û ewe pîldarî mexsûsê qismê mêr nînin bila ku ji jinan jî heyîn. Û ev du qisim merov li Kurdistanê da qewî zêde meqbûl dibin û gelek bawerîê bi wan dikin û ew cindar û pîldar, gelek male û dirafê peyda dikin; lewranê Ekrad îhtiqada wan dikirin.

 

Û hindik jin jî di nîva wan da heyîn ku li falê difikirin. Tasê tijî av dikitin û datînine pêşiya xwe û li vê ava tasê nazirî dikitin. Îcarê gûya ew merovêd ku hazir bûyîne nêta wan yek bi yek dibêjitin û Ekrad jî bawer dikin. Ji xebera pîldar û tas nêhêrî bi dernakevin. Lakin ji wan gûya ew pîldarî mucerib û rast dibitin û dibêjin…

 

Û efsûnker jî di nîva wan da heyîn; lakin pîrejin dibin. Ew jî weku merovek nexwaş dibitin li wê efsûngêrê tînin, kerîkî nanî, hindikê xwê dikitin nîva nanî û dipêçe û li dorr etrafêd serê wî nexwaşî çend barkan (car) digerîne û gûya tiştekî dixwin. Paşê Li vî nanî û xwê davête ber seî û ew dixwitin. Ew merov gûya şifa dibînitin…

 

Di Kurdistanê da lakin li kenarê Hekariyan kevirî heyîn. Kevirî ew in ku ew merov weku hizinêd kovî li beran (kêre, baxir) û zinarêd asê digerin û pê ve diçin ku nakevin û çavêd merovan reşeve têtin (yanî eqlê merovan sekinî)…

 

Di Ekradan her tai’feyekê di nîva wan danî çend mal mitirbêd wan heyîn; ew begzade dibêjin. Ew mitirb feqîrhal dibin û şewlêd wan saz û soz û defkutan û sazende ne. Li dawat û şaîyan saz dikutin û mewîdetiyê dikin. Û jinêd wan jî ji malan parsê dikin. Bi vî terzî medarî (îdare) dikin. Lakin ewan jî zmanekî mexsûse heyîn ku bi xeyr ji mitirban kesek ewî zmanî nizanin û malêd xwe danî bi wî zmanî xeber didin. Lakin digel Ekradan Kurmancî xeber didin. Kesê ji Ekradan jinan nadine wan û ji wan jî jinan naynin…

 

Li Kurdistanê ji Ekradan taifa Êzidîyan jî heyîn ku misilman nînin; Êzîdî ne. Rism û ayîn  û erkanêd wan jî cê ne. Ew taife bi îblîsî dipirsin û dibêjin Şeytanî “Melek Tawûs”, lakin zmanêd wan Kurdî ne. Eger behsa wan jî temam bikim êdî ew rîsale dirêj dibitin, ev qeder jî bes e.

 

Ekserêd Ekradan istêrikan (stêrkan) nas dikin û bi şevan îqtiza bikitin ew li istêrkan difikirin û rêyan û etrafan dizanin û bi der tînin. Û ji seyra wan stêrkan mesela bûyîna berf û baranê fehm dikin.

Dawî

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev