Pirsa we û bersîva me – 178

Pirsa we û bersîva me – 178

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Xwendevaneke me pirsa wê yekê dike, ka bo çi çend  gotinên pêşîyan hene ku hevdu înkar dikin û hîvî dike em çend nimûneyan bînin û şirove bikin ka bo çi ferq hene.

Rêvebira beşa ”Pirsên we û bersîvên me” Nura Şane bersîvên bêhempa dîtine.

Me pirs û bersîveka wisa berî heftêyekê çap kir, lê  îro em pirs û bersîveke din raberî we dikin

Kerem bikin!

 

Pirsa Jîndaya Cemal û bersîvên Nura Şane -2

 

Pirs:Gelo hûn dikarin nimûneyên gotinên pêşîyan bêjin, ku hevdu înkar dikin, an jî ser eynî pirsê şirovekirinên cuda, tam dijî hevdu hebin?

 

Bersîv -1: – Gotineke pêşîyan dibêje: “Pey mirîyan ra an baş, an jî hîç tiştek”. Ango, piştî mirina kesekî bi xirabî xeber nedin. Yek, bo ku ew nikare bersîva te bide û xwe biparêze. Dudu, eger tiştekî teyî gotinê hebû, te di saxîya wî da bigota, baştir bû.

 

Gotineke pêşîyan a din dibêje: “Ezê wisa bikim mirîyê te di gorê da qûnkî rûnê”. Ango, kesê mirî di dema xwe da dizî, xîyanet an dijminatî kirîye, lê haya tu kesî jê tunebûye, lê piştî mirina wî bêlî bûye.

 

Di van gotinên pêşîyan da dijberî tune, tenê gotineke pêşîyan gerek di rewşekê da bi kar bînin, lê a din di rewşeke din da. Mesele, “Pey mirîyan ra an baş, an jî hîç tiştek” dixweze bêje, ku çi rexne jî bikî, ewê bergê tiştekî negire, şaşî hebûya jî, wê rast nebe. An jî, ku a here xirab e, hinek kes dibêjin ji bo xatirê ”Me di malên hev da nan xwerîye”, ”Me qîz dane hevdu”, ”Wî wextekê qencîyeke mezin bo min kir, ezê bêdeng bim” û h.w.d.

 

Bersîv -2: – Em bên ser gotina pêşîyan a “Ezê wisa bikim mirîyê te di gorê da qûnkî rûnê”. Li vir piştî mirina wî şexsî surek pir mezin derketîye, ku berî mirina wî eyan nîbû, ku hema bêje kesê mirî wek dibêjin, bombeyek danîye bin mala yekî, wê zûtirekê biteqe. Ew bombe, dikare dizîya pereyan be, venegerandina deynekî mezin be, zinêkarî be û h.w.d.

 

Hilbet, kesên ji kirin û emelên mirî aciz tiştek jî nikarin bikin, ne deynê xwe dikarin vegerînin, ne wî kesî bidine mehkemê, ne jî dikarin heyfa xwe jê hildin. Li vir xênji dilê xwe rehetkirinê, tiştek tune. Kesên ku hewil didin heyfa xwe ji zureta kesê mirî hildin, ew êdî bi xwe dibine kesên gunehkar.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev