Çîroka Eyşana Elî

Çîroka Eyşana Elî

Silêman Demir

 

Em Eyşana Elî ji klama M. Arifê Cizîrî dizanin. Gelo Eyşana Elî kî bû û ew klam çawa çêbû?

 

Eyşana Elî, keça camêrekî bi navê Elî ye, ji Şirnexê ye, ji gundê Heştan e. Ew kengî çê bûye em nizanin, lê heta destpêka salên heftêyî jîyaye û çûye ber dilovanîya Xwedê.

 

Gundê Bêryan li nêzîkî gundê wan heye. Feqe Xalidê Sadûn li wir heye û ji maleke baş xurt e. Feqe Xalit nav û dengê Eyşanê dibihîze, diçe rojekê wê dibîne û dil dikeve wê; bi dû re rojekê diçe wê dixwaze, lê Feqe Xalit bi jin û zaro ye, malbata Eyşanê, wê nadin wî. Gava wê nadin, ew li rêya revandinê digere.

 

Dibêjin ku şeş caran çûye revandina wê, lê bi ser neketîye. Cara heftan, Feqe Xalit û hevalên xwe banê-jora mala wan qul dikin û di wir re dikevin ser wan û Eyşanê direvînin. Direvînin, lê diçin ba gelek melan da ku mahra wê çêkin, lê tu mela xwe nadin ber; dibêjin bi zorê hatîye revandin û ew nikarin mahra yeke ku bi zorê hatîye revandin çêkin.

 

Soxî melayekî dibînin û mahra wê dibirin. Eyşanê wilo ma ji Feqe Xalit re û bi dû re zarokên wan jî çêbûn.

 

Bi dû re piştî demekê Feqe Xalidê Sadûn mala xwe ji Bêryan bar dike Tilneqîbê, gundek ji gundên Silopya ye, li ser rêya Xabûr e. Eyşana Elî jî li wir dibe niştecî û li wir diçe ber dilovanîya Xwedê. Bi gumana mezin gora wê li wir e. Tê gotin ku ew gund ji Silopya ber bi derîyê Xabûr ve, li ser rê ye.

 

Feqe Xalit ne jinrevîn tenê bû, ew klambêj û tembûrvan jî bû, lê bes tenê ji bo xwe û mala xwe û hevalên xwe lê dixist û digot. Piştî ku Eyşanê direvîne û zarokên wan çêdibin, rojekê klama Eyşana Elî ku bi deman re li hev anîye û carê ji xwe tenê re gotîye, heşkere dibêje.

 

Guman heye ku wî bingehê klama xwe, hîna berî ku ew Eyşanê birevîne danîye û carê ji xwe re gotîye. Ji xwe gava mirov li klamê guhdar dike, ji hin gotinan dîyar dibe ku klam ji wê demê ye.

 

Feqe Xalit û Mihemed Arifê Cizîrî hevalên hev in. Gava hîna Mihemed Arif li Cizîrê ye, Feqe Xalit rojekê diçe Cizîrê, hevdu dibînin û êvarê civatê digerînin. Wî çaxî Feqe Xalid klama xwe dibêje. (Berî revandina Eyşanê ye, piştî wê ye, nayê zanîn) Mihemed Arif jê hez dike û ji ber dike. Bi dû re gava Mihemed Arif derbas dibe Dihokê, li wir dibe niştecî, şerîtan dadigire û di radioyê de dibêje, klama Eyşana Elî jî li gora xwe baştir dike û dibêje. Ew klam wilo çêbû, xweş bû û belav bû.

 

Dibêjin ku Eyşana bextreş ji ber klamê gelekî şerm kirîye, li ber xwe ketîye û nexweş ketîye. Ji ber wan nexweşîyan û şermê, ketîye û felc bûye. Ew klam ji bo Eyşana Elî awaza êş û bexreşîyê bû, lê klamê awaza xwe bilindtir kir û li seranserê welatê me bû yek ji wan klamên ku herî bêtir jê hat hezkirin û guhdarkirin.

 

Destpêka salên 1960 radîoya Kemalê mala Dînê tenê li gundê me hebû. Havînan gava dema radîoya Bexdayê bû, wî radîo derdixist ser xênî, dengê wê bilind dikir da ku gundî hemû guhdar bikin. Carê ber êvarê bû. Saetên me tune bûn, lê me bi sîhê dizanî kengî wextê radîoyê ye. Heger em li ber pez bûna, em dihatin raserî gund. Wî çaxî dengê radîo xweş dihat. Roja ku klama Eyşana Elî nehata gotin, wek ku me li tu klaman guhdar nekiribû. Ew, klama ku me tevan herî bêtir jê hez dikir bû, a ku hemû kes li bende bûn.

 

Tebînî: 

Min ev agahdarî ji nevîya Eyşana Elî ya ji hêla dê ve wergirtine. Min ev nivîs bes tenê wek bûyera rûdayî, wek dane (ewraq, belge) bêşirove û hewedarî, wek ku ji min re hatîye gotin ji bo dîrokê nivîsîye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev