ÇÎROKA FENTEZIYAN: KUTILK

ÇÎROKA FENTEZIYAN: KUTILK

Ji Folklora Kurdî

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Dibêjin, xortekî elewî ji gundeki girêdayê bi Pîranê ve ku li keviya Çemê Dîcleyê dima hebûye, pir ji kutilkan hesdikir. Her sibe dema ji xewê radibû digot diya xwe: Ho dadê! Ma wê şîva me îşev jî ne kutilk bin?

Rojekê xort xwe bi xwe sêwiriye û gotiye:

Em Kurdên Elewî, dibêjin Ya Elî!

Erebên Şîa jî dibêjin Ya Elî?

Gelo çi cudatî di navbera me û wan de heye?

Divê ez rojekê li keleka xwe siwar bibim û xwe bera ser ava Çemê Dîcleyê dim û herim Besrayê. Demekê li wirê bimînim û rind ji wan fêm bikim. Piştre dîsa ez ê vegerim werim gundê xwe.

Xortê Elewî kelekek ji xwe re ji kunan çêkir, texte li serê reqaftin hev û girêdan. Çend nan, çend serî pîvaz û çengek jî xwê xistin çeltikê xwe û li kelekê siwar bû, berê xwe da bajarê Besrayê û çû…

Xort çû, di ber Amedê re bihurî û geha Bismilê, ji wirê jî çû di Heskîfê re derbas bû çû kete ser Ava Mezin, di ber Cizîra Botanê re derbas bû, xwe gehand Mûsilê, ji wirê jî çû di ber Bexdadê re derbas bû û xwe gehande bajarê Besrayê.

Xort li wirê pêrgê çend xortan bû û ji wan pirsa Elewîtî û Şîatiyê kir. Dema wan fêm kir ku ev xort Elewî ye, di ser de jî Kurd e, lê hatin hevûdu û lê xistin, ha Goliko Soro Te Çi Xwariye! Piştre jî kunên keleka wî teqandin, ji hev dirrandin û bêrik û textikên kelekê jî şikandin û avêtin nava avê.

Xortê Pîranî berê xwe da Xwedê, herdu destên xwe hildan jorê û got:

– Ya Xwedayê şev û rojan! Tu heqê me ji van re nehêlî. Tu me biparêzî…

Ha ku dît va ye kalek li pişt wî ye û bi kurdî gotê:

– Lawo, ma tu nizanî ku li vî welatî serê Hesen û Huseynên neviyên bapîrê te Brahîm jêkirine? Rabe zû here cihê ku tu jê hatî.

Xortik got:

– Kalo, ez ê vê mexrebê bi kur ve herim?

Hêj axaftina Xort û Kalo didomand, xort berê xwe da aliyê Kurdistanê û hilmeke gurr kişand bêvila xwe û xwe bi xwe got: Kutilk û qîr dan… Hema rabû xwe avête nava ava Dicleyê û got:

-Kalo bi xatirê te…

Û got: Ya Xwedawendê erd û asîman! Tu min zû bigehînî Kurdistanê, da ez bixwum kutilkan!

Xort li ser ruyê avê hevraz çû û lezand.

Kalo jî destê xwe jê re hejand û got: Oxira te ya xêrê be, şîva te kutilkên yadê be…

Xortikê Pîranî li ser ruyê ava Çemê Dicleyê geh dibû wek bayê bablîsokê, geh dibû wek tîrêjên brûskê û dîsa di riya ku tê re hatibû çû û di nava bîstikekê de xwe gehand ber gundê xwe yê li nêzê Pîranê.

Cewr û hût û masiyên Dicleyê tev lê heyirî mabûn, teyrik û balindeyên çiyayên Kurdistanê tev lê şaş mabûn û jixwe kesên ku wî li ser ruyê ava Dicleyê didît ku bi wê xaza kesnedîtî hevraz diçû, lal mabûn…

Xortê Pîranî dema ji nava avê derket rast çû mala diya xwe û kete hundir, dît ku wa ye xwarin li erdê ye û hêj dest pê nekirine.

Piştî xwarinê bangê kaloyê Kurd kir û got:

– Kalo, ez heyrana te bim. Dema ez geham mala dayika xwe, min dît ku sifreya şîvê rast kirine û hêj dest bi xwarina kutilkan nekirine. Spas ku te ez hinartim welatê min…

 

ÇAVKANÎ: Ev çîroka folklorî, roja yekê Êlûna Reş 2020, ji devê Sîpan Elî hatiye wergirtin… 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev