HER BIJÎN QEHREMANÊN KOBANÎ

HER BIJÎN QEHREMANÊN KOBANÎ

Kurdish Diaspora 

Rojek wek îro mizgîniyek ji Kobanîyê hatibû, belê îro roja azabûna Kobanî ji destên DAIŞ’a gemar û xwînmij e. Îro rojeke gelekî pîroz û dewlemend e.

 

Em netewa Kurd her salvegerê de vê rûmeta bilind bi hêstên xurt pîroz dikin. Wek em tev zanin ku yekem car êrişa DAIŞ’a xopan ewqas dirêj (127 roj) berdewam kir, bes xort û keçên me yên canfida û dilsoz bin tev mercên giran û dijwar de; birîndar bûn, şehid ketin, bes rûmeta netewa xwe bernedan.

 

Li vira bi taybet bejna xwe li ber şehidên Kobanî û hemû şervanên ku dijê dijmin çek hilgirtin ditewînim. Çewa mirov kedên xûşka me, fermandar Aryan Efrîn ku li Kobanî giran brîndar ket û niha jî rodîyên wê di tûrekî plastîk de giredahîne û wisa di azadî ya Kurdîstan de ciyê xwe bi serbilindahî digre jibîr bike?! Her wisa, birêz fermandarê qehreman, Zerdeşt Kobanî ku bin hemû êrîşên dijwar de rûmeta netewa me parast ciyê serbilindahîyê ye, ew cireeta cenabê wî ji hemû xortên Kurd re mînak e.

 

Di hêla din de, birêz fermandarê dilsoz û qehreman, Rizgar Bahram Şerwanî ku ji Başurê Kurdistanê heta Rojavayê Kurdistanê bi pêşmergên xwe ve çû parastina rûmeta netewa me bi rastî jî ciyê şanazîyê ye.

 

Hemû xort û keçên me yên ku di parastina Kobanî yê de ciyê xwe girtin taca serê me ne, di dîrokê de navê wan bi rûmetdarî herdem ewê we re bîranîn.

 

Bila dijmin û piştgirên wan baş bizanibin; heta xort û keçên bi rihê netewa Kurd bijîn, Kurdistan nakeve. Dereng an nêzîk Kurdistana mezin ya Kurda ye.

 

Em bi piştevaniya HPG, Artêşa Azad û Pêşmerge, YPG û YPJ ku bi çekên giran DAIŞ neçar kirin û dane revandin serbilind in.

 

Eqbe li serê Efrîn û hemû Kurdistana rengîn be.

Her bijîn qehremanên Kobanî, hezar silav û hûrmetên bi taybet li cenabê wan be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev