“Metê” kî ye?

“Metê” kî ye?

Evdalê Zeynikê, Şeroyê Biro, Şakiro, Reso û gelek dengbêjên

me yên efsaneyî bi saya stirana ”Metê” di vê gotara

ji zureta van mezinahîyên me Zerdûşt Öztürk da gihîştine hevdu

û sîmfonîyeke hunermendîya me ya dengbêjîyê raberî me dikin.

 

Zerdûşt Öztürk

 

“Metê” kilamek ji kilamên sêlinga dengbêjan e ku di navbera Intab, Milazgir û Qereyazîyê de xweyîyê gerek fire ye. Gelek serpêhatîyên li vî golî bi gotin û kilamên dengbêjên herêmê, yên wek Evdal, Ferzê, Reso, Gulê, Şakiro, Nûro û gelekên din yên bi nav û deng ve hatine gotinê.  “Dinyayê”, “Xelîlê Hesen”, “Axao”, “Şerê Intabê”,“Bavê Zekî”, “Şerê Ûris”, “Lo Bavo” û hê gelekên din rûdan û serpêhatîyên Intabê li ser dengê dengbêjan gerandine. “Metê” jî yek ji wan e ku li Intabê qewimîye.

 

Kilam ya Evdalê Zeynikê ye. Ji ber ku Bedîhê Çevşûşe û Ferzê dûajoyên sereke yên şêwe û ûsûla Evdal bûne, heye ku kilam, wek gelekên din,  ji wan derbasî dengbêjên nifşên nû bûye. Lê dikare bê gotin ku “Metê” bi zêdeyî li ser Radyoya Rewanê, bi dengê Şeroyê Biro ve hatîye bihîstin û naskirin. Em dikarin di gelek qeyd û çevkanîyên Radyoya Rewanê de, bi taybetî bi dengê Şeroyê Biro ve  rastî kilama “Metê” werin. “Metê”,  herî zêde her wiha li seranserê welat belav bûye.

 

Wek ku me li jorê jî got, kilam behsa rûdanek li Intabê dike. Wek tê zanîn Intab, golek mezin ya navçeya Dutaxê ye. Bi du alî ve tê zanîn: Alîyek Seregol e, wek Seregola Intabê tê binavkirin. Alîyek jî, ji ber ku çemê Mûradê ji nav derbas dibe, Devçem e. Lê gelek cara wek jêr û jor, ango Intaba Jorê, Intaba Jêrê jî binav bûye. Her wiha Seregol, Intaba Jorê, Devçem jî Intaba Jêrê ye. Jixwe kilam jî behsa Intaba Jêrê dike.

 

Intaba Jêrê bi gundên Devçema vepêk tê. Qerxelix, yek ji gundên Devçema ne ku gundek ji yên Elî Begê ne. Ji ber ku Mihememedê Elî Begê ji Qerxelixê radibe diçe Meter, di kilam de behsa Intaba Jêrîn dibe. Metê li Meter mêra ye. Meter jî jixwe gundek li jêra Qerxelixê ye. Bi zêdeyî bi Nûroyê Dengbêj ve tê nasîn. Wek tê zanîn, Nûro, wek Nûroyê Meter li heremê deng daye û dengbêjekî sereke ya heremê ye.

 

Em werin ser mijara xwe ya “Metê” ka gelo kê ye. Metê, qîzek ji qîzên Hecî Ûsiv Paşa ye. Şeş qîz, sê kurên Paşê hebûne. Şebabê Axê, Elî Beg û Mehmed Paşa her sê kurên Paşê bûne. Asya, Helîme, Edebî, Xezal, Fatma û Hacer jî qîzên Paşê bûne. Di kilam de yê ku wek “Metê” binav dibe Xezal e.1 Xezal xwûşka Elî Begê, her wiha meta Mihemed e. Mihemed, yek ji her sê kurên Elî Begê ye. Kurên din yên Elî Begê Hesen û Evdila Beg in. Wek ku ehlîyên heremê dizanîn Evila Beg jî bavê Îbrahîm, Ezîz, Cemîl û Dîlawer Beg e.

 

Di çavkanîyên cumaeta eşîrên heremê de, di nav kal û pîrên Kurmanca de bûyar wek nakokî û pevçûnek li ser erazî, li ser kar û barên rojane de derketîye ve behs dibe. Mihemedê Elî Begê, bi zavê xwe re, ango bi mêrê meta xwe ya Xezalê re pev diçe. Mesele dirêj dibe. Rojek, Mihemedê Elî Begê, bi merivên xwe ve, bi xulam û pizmamên xwe ve siwar dibe diçe Meter, diajo ser mala meta xwe. Jixwe Mihemedê Elî Begê mêrekî li ser pozê xwe bûye. Çawa ku ehlîyên heremê salixê wî didin, dibê gava ku diçû şer û dewekî, kincên sipî li xwe dikir ku wek kefenê xwe hazir kiribe. Wê yan bikuşta yan jî bihata kuştin. Her daîm bi nîyeta mayîn û nemayînê ve tevdigerîya ye.

 

Di pevçûnê de Mihemedê Elî Begê lêdixe mêrê meta xwe û kurê wî bi hev re dikuje. Metê bi salan reş girêdide û hêvîya roja xwe dimîne. Piştî waxta Mihemedê Elî Begê gelek cara rêya hevhatinê digere. Lê Meta wî, ti cara ti rêya jê re venake, rik û hêrsa xwe bi salan di dilê xwe de vedişêre. Ji ser de zeman derbas dibe, sal dibihurin, demsal ber hev didin, Xezal, kurê birê xwe efû nake.2

 

Tê gotin ku piştî kuştina mêrê wê û kurê wê, du kurên piçûk yên Xezalê hebûne. Wekî ku di kilam de jî derbas dibe, kor, seqet û kêmfem in. Xezal heta ew herd kurên wê mezin dibin disene. Sala ku herd kurên wî pê re digihîjin, cab dike, dibê: “Xwîn nabe av, bira were mala min, nanek bixwe, emê hev helal bikin.”3

 

Mihemedê Elî Begê ji Qerxelixê siwar dibe, berê xwe dide Meter, diçe mala meta xwe mêvanîyê. Metê sifre datîne, gava Mihemedê Elî Begê çek û rextê xwe ji xwe dixe, diçe ser sifrê, dibên herd kurê metê ji pişt istêr dertên, ji pişt ve bi qeleşî lêdixin.

 

Her wiha kuştina Mihemedê Elî Begê, egîdê eşîrê, şêrê şer û dewa bi destê herd xwarzîyê wî, bi destê du cahilên kor, seqet û kêmfema ve diqewime.

 

Metê Nemayê4-5

 

Haylo haylo haylo…

Metê nemayê li Dinyayê…

 

Metê rebenê,

Meterê wêran bişewite wa li zinêr e,

Mihemedê Elî Begê Kekê Zahîdo, siwarê Tîgran ji malê sîwarbû,

Siwarê bozî çar salî, dêl bi hine, delodînê nêr e.

De bira ew ro ne roja Xwedê bûya,

Mihemedê Elî Begê, Kekê Zahîdo, siwarê Tîgran ji malê sîwar bûya,

Li Intaba jêrîn mala Meta porkurî bibûya mêvan…

 

Metê rebenê tembîya bide kerr û lalê Intabê,

Bira derbekî li bedena kekê Zayîdo çiftexasî mêra nexîne,

Tu nizanî li qarşî neyara meşkîne, pişta Elî Begê kalemêr e…

 

Haylo haylo haylo…

Eman  hay lo Metê nemayê li Dinyayê …

 

Metê rebenê Metera wêran bişewite wa di mil da,

Mihemedê Elî Begê kekê Zahîdo, siwarê Tîgran malxirabo ji malê siwar bû,

Siwarê bozî çar salî, dêl bi hine, delodînê wa di bin da,

Bêxwedîya modolîya avîtîye alîkî mil da,

Bira ew ro ne roja Xwedê bûya,

Mihemedê Elî Begê Kekê Zahîdo, siwarê Tîgran ji malê siwar bûya,

Li Intaba jêrîn mala Meta porkurî bibûya mêvan…

 

Metê rebenê tembîya bide kerr û lalê Intabê,

Bira derbekî li bedena kekê Zahîdo çiftexasî mêra nexîne,

Tu nizanî Elî Begê kalemêr e,

Kederê neyara nemîne ha di dil da…

 

Haylo haylo haylo…

Eman  hay lo Metê nemayê li dinyayê…

 

Metê 6-7

 

Hay lê hay lê hay lê…

De hay lê hay lê hay lê…

 

Metê dêranê

Her çî gava Mihemedê Elî ji mal siwar bû sebra dikşîne,

Bêîmanê her çî gava Mihemedê Elî ji mal siwar bû sebra dikşîne,

Ew ro ne roja Xwedêye cote qonaxa Intaba Jêrîn e,

Dibê van kora, şivan û seqeta gullekî berî Mihemedê Elî, siwarê Tîgran dane,

Heyla mala bavê xirab bûyê

Kesekî tune timtêla mala Sêrxûn bigerîne…

 

Hay lê hay lê hay lê…

De hay lê hay lê hay lê…

 

Metê dêranê zinêr de, ha di zinêr de,

Bêîmanê zinêr de, ha di zinêr de,

Herd milê metê bişkê di zendê de,

Îro sê roj e sê şev e gullek berî bedena Mihemedê Elî daye,

Heyla mala bavê xirabûyê gule maye di birînê de…

 

Hay lê hay lê hay lê…

De hay lê hay lê hay lê…

 

Neke metê neke, bêîmanê neke,

Cezûyê neke, fesadê neke,

Agirê kulê li beyta mala bavê xwe bike,

Cinyazî Mihemedê Elî Begê, siwarê Tîgran li orta meydanê xirab neke…

 

Hay lê hay lê hay lê…

De hay lê hay lê hay lê…

 

Metê dêranê…………………………………………………..

……………………………………………………………………..

Xwedê pê ve eyan e Mihemedê Elî siwarê Tîgran,

Siwarê bozî dêl hine ye,

Metê bêîmanê nekuje bavê Zahîdo, Mihemedê Elî siwarê Tîgran,

Bêîmanê roja axirîyê berxê koza mala bavê te ye….

 

Hay lê hay lê hay lê…

De hay lê hay lê hay lê…

 

Neke metê neke, bêîmanê neke,

Cezûyê neke, fesadê neke,

Agirê kulê li beyta mala bavê xwe bike,

Cinyazî bavê Zahîdo, Mihemedê Elî Begê, siwarê Tîgran li orta meydanê xirab neke…

 

Çavkanîyên agahîyê:

  • Ahmedê Ezîz Begê
  • Kutoyê Miheme
  • Ayhan Erkmen (Qeyda YouTubê)  

Çavkanîyên kilamê: 

  • Metê Nemayê, kilam, ji dengê Şakiro
  • Hay Lo Metê-Mihemedê Elî Begê, Antoljîya Dengbêjan 2 Şakiro, O.Guneş, I.Şahin
  • Metê, kilam, ji dengê Şeroyê Biro
  • Qeyda Radyoya Rewanê

 Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev