
Wisa xuya ye ku yekîtî û hevgirtina di nava miletê me da ne bi siloganan çê dibin, ne bi rêklaman, ne bi karên rêxistinên sîyasî, lê bi kalîteya zanebûnan û welatparêzîya rasteqîn va çê dibin. Nivîskarekî Ermenîstanê Xelîlê Çaçan berî ku helbestvanekî Bakurê welatê me Memê Miksî ji diya xwe bibe, berhemeke folklorî veçêkirîye û çap kirîye û ew berhem dilê Memê hingavtîye û wî ruhekî nû daye berhemê. Ango, eva gavek e bo di hêla edebî da nêzîkîhevbûna kurdan, ew nêzîkîhevbûn jî welatparêzîyê xurttir dike, ew welatparêzî jî serxwebûna Kurdistanê nêzîk dike.
Ev helwesta helbestvanê genc îzbatek e, ku hinek qaşo helbestvan û nivîskar ku dimirin, berhemên wan jî bi wan ra dimirin. Lê berhemên helbestvan û nivîskarên rasteqîn piştî mirina wan jî dijîn û bi wan berhemên wan va ew jî zindî dibin.
Di dem û dewranên Ahmedê Xanî û Melayê Cizîrî da jî helbestvan û nivîskar hebûn. Lê dema ew mirin, berhemên wan jî bi wan ra mirin.
Memê Miksî
WEXTÊ TIFAQ HEBE
Li gor gotina
Hinek pêşiyan
Mezinê malek
Ji dest da jiyan
Maliyan ji bo
Malxwêyekî nû
Civînek danîn
Ne direng bi zû
Nedinêrîn li
Temen û ‘imir
Ne jî li qamek
Hûrik û an gir
Û nedibû bi
Zora zend û mil
Dibû serwesî
Yê zehf biaqil
Ji ber vê yekê
Wan bi dil û can
Ev şan û paye
Dan birê Rizgan
Rizgan biçûkê
Van heft biran bû
Niha jî li ber
Barek giran bû
Rizgan got: Min ev
Nedixwest yeqîn
Ey ezîzên pir
Pak û dilovîn
Madem we îro
Da min ev şeref
Ca em bigehin
Armanc û hedef
Du şertên min jî
Hene bêguman
Ger nebin qebûl
Ez ê tu deman
Mezinahiya
Evê malbatê
Ji we ra nekim
Wê heta hetê
Yek dê qelpî û
Hem sextekarî
Di gel we nebit
Heval tu carî
Ya din derziyek
Kes nede kesê
Heta ku ji min
Hûn nekin pirsê
Soz dane Rizgan
Maliyan bi tev
Pêk bînin ya ku
Derketî ji dev
Rizgan di nava
Mirovên malê
Tifeqek wisa
Çêkir wê salê
Rizq û nesîbê
Wan pir bû gelek
Hem di derî ra
Dihat hem kulek
Cêwî dianîn
Çêlek û mangan
Çend qat ji berî
Zêde şîr didan
Mih û bizin jî
Salê du caran
Vala dibûn ji
Berxik û karan
Ta bigre hêkên
Mirîşkên li tar
Nedişkestin qet
Ku diketin xwar
Heta demekê
Didome wiha
Tev birûken in
Dev li bin guha
Rojekê Rizgan
Her wekî berî
Vekir li gova
Dewaran derî
Dikir afiran
Dagir ji kayê
Lê çi ji nêşkê
Bala xwe dayê
Ji ser tar çend hêk
Jor da ketine
Li erdê zer in
Temam şkestine
Rizgano gez kir
Ew lêva jêrê
Got: Ev naşibe
Nîşana xêrê
Xweş nehat bi min
Ev dêmen û hal
Bêtifaqiyek
Ketiye di mal
Rizgan ji govê
Derket wê hînê
Ca alif bîne
Ber da kadînê
Dît li ser berfê
Dewsa sê kesan
Ji malê çûne
Wisa bi hêsan
Ma şaş û metel
Bi evê rewşê
Got: Evê sibê
Ferdek ji hewşê
Ji bilê min hêj
Derneketiye
Ka bişopînim
Mesele çi ye
Çûbûn kadînê
Xwediyên dewsan
Rizgan lê nêrî
Vayê sê insan
Biçûk in wekî
Zarokên sava
Got: Çi kesin hûn?
Bêjin malava
Yekî jê ra got:
Ji mala we em
Xeyidîn hatin
Gelek bi dilxem
Bêtifaqiyek
Nû bûye peyda
Me jî ji ber vê
Dev ji we berda
Yek ji me tifaq
Yek jî dewlet e
Yê din jî aqil
Pir birûmet e
Rizgan kete bi
Hêvî û lavan
Got: Bizivirin
Qurbana çavan
Her sê li rûyê
Hevdu dinêrin
Aqil dibêjit:
Em tev bikêr in
Ji me tu kîjan
Bixwazî dê yek
Di gel te bêtin
Xortê çavbelek
Rizgan li ser vê
Hin difikire
Dibê niha ez
Aqil ji xwe re
Hekî bijêrim
Nabe bê dewlet
Biryar giring e
Min navê xelet
Dewlet bixwazim
Ku nebe tifaq
Dê em bilav bin
Bi saya nifaq
Lê yekîtiyek
Çêbitin eger
Me çi bivêtin
Wê hebit bawer
Û got ji wan ra:
Ya bo min lazim
Ji we her sêyan
Tifaq dixwazim
Diyar bû ewî
Tiştek dizanî
Lew dema tifaq
Di gel xwe anî
Dane li pey wan
Dewlet û aqil
Li malê cih bûn
Eyn mîna ewil
Rizgan kir gazî
Malî hatin lik
Got: Yekî qelpî
Kiriye bê şik
Jinbirayekê
Bi dengek nizim
Got: Ya qal dikî
Bi rastî ez im
Min pehtinek ard
Ji te bêxeber
Da wê cîrana
Bi nav Gulîzer
Tobe be êdî
Bêyî te tiştek
Nedime kesî
Heta benîştek
Li pey gotin û
Sozê vê jinê
Dîsa bereket
Heyiya dinê
Bû rehmet li ser
Ewan da barî
Hingî ku dom kir
Şêwr û hevkarî.
Çavkanî: berhemeke Xelîlê Çaçan
Riataza