
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.
Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî
Pirs: – Gelo tu dikarî behsa “Rastnivîsîna Cihnavên Xwedîtîyê” bikî?
Bersîv: – Veqetandek (qertafên îzafeyê) dema bi serê xwe bin, navê wan CIHNAVÊN XWEDÎTÎYÊ ye. Cihnavên Xwedîtîyê ev in:
1- A : yekhejmar mê
2- Ê : yekhejmar nêr
3- ÊN : pirhejmar
mînak:
hevala min A hêja
hevalê min Ê hêja
hevalên min ÊN hêja
RASTNIVÎSÎNA WAN ÇAWA YE?
Peyva berîya wan bi dengdêrekê biqede cihnavên xwedîtîyê dengê “Y”yê digirine ser xwe. Bi dengdarekê biqede bê “Y”yê têne nivîsandin.
mînak:
hevala Fatê YA hêja
hevalê Fatê YÊ hêja
hevalên Fatê YÊN hêja
hevala Qasim A hêja
hevalê Qasim Ê hêja
hevalên Qasim ÊN hêja
Heke weke van mînakên jorîn ne di dewama ravekeke zincîrî de bin; hingî mirov bi dilê xwe ye, ne şert e mirov li herfa dawî ya peyva berî van cihnavan binêre.
mînak:
Va ye ez li vir im, YÊ dizane ji xwe dizane.
Va ye ez li vir im, Ê dizane ji xwe dizane.
Ev, A te ye?
Ev, Ya te ye?
Ez dizanim, YÊN tirş xweştir in.
Ez dizanim, ÊN tirş xweştir in.
Ev mînak tev jî rast in.
Riataza