Ji Weşanxaneya AVA berhemeke kêrhatî

Ji Weşanxaneya AVA berhemeke kêrhatî

Helîm Yûsiv: “Serdema Qazîmazî”

 

Pirtûka “Serdema Qazîmazî…. Mêrê ku li terîya xwe digere” ya nivîskarê kurd Helîm Yûsiv ji nav weşanên AVAyê derket.

 

Çîrokên vê pirtûkê berê xwe didin qonaxa herî hestîyar ya ku Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê tê ra derbasdibe. Qazîmazî berî ku kêzikeke xweşik û rengînî be, bi xwequlipandinê tê naskirin.

 

Kesên van çîrokan pir nêzîkî me ne, ji nav me ne. Carinan mirov dibê qey behsa hinekan dibe ku mirov wan baş nas dike, lê di heman demê da kesên xeyalî ne, wekî mirov ew di xewnekê da dîtibin.

 

Nivîskar di çîrokên vê berhema xwe da bi temamî pala xwe dide ketwarîya rewşa welatê xwe, lê bi wê xeta xwe ya suryalî ra jî dilsoz dimîne.

 

Xeyal û rastî bi hev ra dimeşin, geh ji hev dûr dikevin û geh jî ew tayê di navbera wan da diqete û herdu tevlihev dibin. Bi vê tevlihevbûnê ra çîrokine weha têne hûnandin, ku hem mirov ji xwendina wan têr nabe û hem jî bi her awayî xweşikî û spehîbûneke cêwaz diparêzin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev