”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 34

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 34

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Ol û bawermendî li Kurdistanê”. Em îro para wê a sisîyan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Î. Kolêsnîkov, Î. V. Bazîlênko, O. A. Vodnêva

Ol û bawermendî li Kurdistanê -3

 

Ahl-î heq («evdên heqîyê»)

Bawermendên vê ola civakê ya ehl-î heq li ser axa herêmên ser sînorên Îranê û Îraqê, herwiha çend deverên din yên Kurdistanê dijîn. Li alîyê sînorê Îranê ew li Kerendê, Perdîwarê, Dalexuyê, Kermanşahê û Lûrîstanê dimînin. Olkên wan herwiha li Şîrazê, li navçeya çiyayên Damewandê, Qazwînê û li Azirbêcana Îranê hene. Li Îrana şiîyan navê elî-îlahî li bawermendên vî dînî kirine, ku tê maneya ”kesên ku Elî wek Xwedê dibînin”. Li Kurdistana Îraqê wana pirtir bi xwenavkirina wan – kakaî (”birayên hevdu”) nas dikin. Li Îraqê olkên ehl-î heq piranî li Suleymanîyê dijîn, hema li wir, di çend gundên wê herêmê da perestgehên wan hene. Xênji Suleymanîyê ”evdên heqîyê” li der û dorên bajarên Kerkukê, Mûsilê, Xaneqînê, Erbîlê ser hev dimînin. Li ser axa herêma Kurdistanê ne tenê di nava kurdan da olkên ehl-î heq hene, lê herwiha di nava farizan, azirîyan û çend gelên din da jî hene.

Bawermendîya ehl-î heq ji îdêolojîya mezhebên şiî yên tundraw xuliqîye. Pişt ra bawerîya ji xwedayên herêmî û kesên ne dîndar bûne sebeb ku ew ol hinek guherî, rengekî nû wergirt, dû ra bi saya parastina kevneşopîyên gelêrî yên kevinare pêşva çû. Kurd tevî tevgerên îsmaîlîtan û karmetan – şiîyên tundraw bûne. Piştî ku ehl-î heq ji îsmaîlîtan veqetîya, bawerîya xwe ya jîyana li cihana heq ji nû va vejand, perestgeha Xwedayan çê kir, li erf-edetên xwe, li nivîsên xwe yên pîroz xwedî derket – bi kurtî her tiştên bi dînê xwe va girêdayî parast, û bû sîstemeke ruhanî ya serbixwe3.

Piranîya nivîsên ruhanî yên ola ehl-î heq bi zaravê goranî hatine nivîsar, lê zimanzan bi awahên dijî hev difikirin, ka ew zarav yê zimanê farisî ye, an zimanê kurdî ye. Yek ji nivîsên ruhanî yên sereke yên ehl-î heq ”Serencem” e, ku bi zimanê farisî çap bûye, lê helbestên di wê da bi zaravê goranî ne. Di vê pirtûkê da mîfologî, dîrok, herwiha bingehên ulmê dînê ehl-î heq hatine bicîkirin. Di nava bawermendên vî dînî herwiha berevoka destanên mîfolojîyê ”Defter-e xezane-ye Perdîwarî” (”Kitêba Sertaca Perdîwarê”) jî pir tê hizkirin, ku beşeke wê çap bûye. Gelek berhem bi cûrê folklora ruhanî bi zimanên farisî, azirî û bi zaravê goranî hene. Reformatorê olî yê vê bawerîyê Hec Nematallah (sala 1920î wefat bû) berhemên xwe yên sereke – destana berçav “Şah-name-ye Heqîqet” (“Rasteqînîya Şah-name”) û serpêhatîya ”Furkan el-axbar” (”Ronîkirina edet û toreyan”) – bona zêde xwendevan bixwînin, bi zimanê farisî nivîsîne.

 

Erka bingehîn ya ehl-î heq – vehdat el-vucud (”yekîtîya hebûnê”) – îzbat dike, ku dînê ”evdên heqîyê” yekxwedêtîyê diparêze: Xwedê yekemîn efrandara cihanê ye, û hemû efrandarîyên wî rastîya heq ya ronahîya Xwedêdayî ye.

 

Erkê duduyan yê giring ew e, ku bawerîya Xwedê di dil û ruhê her bawermendekî da hebe. Di her dîyarbûneke navê Xwedê da melek an jî ruhberên wan rêberîya wî dikin. Xwedê bona îzbatkirina hêza xwe ya xwedayî kerametên xweş dike, merivan dibe ser riya heqîyê. Hatina her dewraneke nû bi dîyarbûna Xwedê va girêdaye. Di hebûna herheyî da, Xwedê di nav cewahiran da hate dorpêçkirin. Pêşî ew bi nîgara Havandagar, Avakarê avabûna Cihanê li me dîyar bû. Cara duduyan Murtaz Elî (xelîfê çaran Elî ibn Ebû Talib) wek Xweda li me dîyar bû, yê sisîyan Şah Hoşîn bû yê çaran – Sultan Îshak (Sahak). Dû wan ra Şah Veys Kulî, Muhemed-beg û Xan Ataş bi dilqê Xweda li me dîyar bûn.

Bi bawerîya ehl-î heq dewrana Havandagar – ew dema xuliqandina cihanê, çar melekan (Cebraîl, Îsrafîl, Mîkaîl, Ezraîl) û Adem e. Bawermendên ola ehl-î heq wê dewranê bi gotineke sûfîyan – şerîat (”qanûn”, jîyana xwedayî) bi nav dikin. Di dewrana dahatû da Xwedê Havandagar qilxê Elî li Adem dike. Dewrana Elî bi navê terîqet (”rê”, riya naskirina heqîyê û rastîyê) tê zanîn. Ji dewrana Elî destbi naskirina ehl-î heq bi şiîzmê ra dibe. Elî di nivîsa badayî da tê derxistîye, ku Şah Xoşîn wê qilxê Xweda werbigire û ew piştî wê yekê pêk hat, dema Şah Xoşîn ew pelçê xezîneyê yê badayî vekir û ew ecêba xweş nîşanî haziran kir. Gorî efsaneyê, ew yek li Lûrîstanê – warê dîrokî li bakurê Îranê – qewimî. Dewrana Şah Xoşîn di ulmê ehl-î heq da bi gotina ”marîfat” hatîye destnîşankirin. Rastî di dema Sultan Îshak da bo bawermendan dîyar bû, dema ew bû ragirê Xweda yê sereke. Hema wî, li gorî efsaneyê, sîstema olî ya birêkûpêk saz kir, rêzikên erf-edetan, qurbandayîna mecbûrî, qanûnên tevgerên bawermendên ola ”evdên heqîyê” afirand. Dewrana wî hate binavkirin wek dewrana “heqîqet”ê. Lêkolîner Sultan Îshak dihesibînin wek şexsekî dîrokî, lê di pirsa dîyarbûna wî li ser rûyê erdê da ne hemfikiri in. Ferqa nelihevkirinên di pirsa dîyarbûna wî da çend sedsal e – ji dawîya sedsala XII girtî heta sedsala XV. Derheqa kesên ku di paşdemê da bûne Xweda zêde malûmatî tunene.

Dogma sêyemîn bawerî bi veguhastina giyanê (ruh) ya hemû qûlên Xwedê ye, ku mirovan ji tirsa mirinê xelas dike, ji ber ku mirin wek qazekê ye, ku li cîyekî niqoyî binê avê dibe, lê ji cîyekî din derdikeve. Ruhê merivan piştî mirinê derbazî nava bedena kesekî/e din dibe, lê bi şertê ku kesê rehmetlêbûyî bawermendekî rasteqîn bûye. Ruhê merivên ne qenc derbazî nava bedena heywanan dibe. Pêdivî ye ku mirov di nav 1001 bûyeran ra derbas bibin, xwe qenc bikin û bi vî rengî xelatê ji bo kirinên xwe bistînin û ew bi wî awahî ji gemarê têne paqijkirin. Lê dereceya xwepaqijkirinê ji alîyê xwezayê da hatîye sînorkirin. Kesên qenc û dilovan, ku ji herîya kaxçînê a di rengê zer da (zerdegilê) hatine afirandin, ji zêdetir dijwarîyan ra derbaz dibin, ew ji hemûyan pirtir zirarê dibînin û ziyanê dikevin, lema jî ew nêzîkî Xwedê û Nûra Xwedayî ne. Kesên ku ji xwelîya reş (sîyahxak) hatine çêkirin, têne hesibandin wek merivên pîs, ne qenc. Delîveya (îmkana, îhtîmala) ku ew bêne paqijkirin, sînordar e, û Roja qîyametê ewê bêne zêrandin. Bi bawerîya çend lêkolîneran, fikira derheqa Roja qîyametê bo ehl-î heqan bi cezakirina kesên ser bawerîyên din va girêdayî ye, û ewê gorî qanûnên xwe pêrgî Roja Vejînê bin.

Ulmê ola ehl-î heq ser wê bawerîyê ye, ku Xwedîyê demê (Sehîb az-zaman) heye û ewê bê bona cihanê nû bike. Îdêya hatina Şah Hoşîn di Roja yekşemê da eynî ye, wek ku îdêya hatina Îsayê Xilaskar di bawerîyên xaçparêzîyê da û bawerîyên derheqa Mehdî da di bawerîyên musulmanan da. Lê tenê cem bawermendên ehl-î heq hatina Xweda Şah Hoşîn tê maneya dawîya jîyana berê û destpêka jîyana nû, ya herdemî, bêy Roja qîyametê, ji ber ku hemû evdên Xwedê, ku bi 1001 Xuliqînan ra derbaz bûne, wê bi awayekî azad û bextewar bijîn. Mohrkirin wê li Kurdistana Îraqê bibe, li navçeya Şahrîzûrê, ku navê wê gorî êtîmolojîya gel ji Şah-Zohur («Dîyarbûna Şahê Xweda») çê bûye

 

* * *

Di nava bawermendên ehl-î heq da ulmê dîn pêşketî ye. Di serê jorîn da seyîd in – nûnerên binemala Sultan Îshak. Ji nava wana serekên civînên (cem) ruhanî yên herêmî hildibijêrin. Destûr endamên binemala Sultan Îshak heye merasîmên dînî bidine pîrozkirin û bibin Pîr. Pîr – ew serekê ruhanî ye, ku di dema merasîmên taybet da tê hilbijartin. Seyîd, ku bona pêkanîna civînan tê hilbijartin, ji zureta Pîr Îsmaîl Qewlanî xelîf (”cîgir”) kivş dike. Xelîf duayan dike û di dema pêkanîna merasîmên dînî alî seyîd dike. Çawîş (an jî xadim – ”xizmetkar”) ji nûnerên hemfikirên Sultan Îshak têne hilbijartin. Erkê wî ew e, ku xizmetî civînê bike û heywanên bona qurbanê serjê bike. Kilamxwen – dengbêjê stiranên olî – ne mecbûr e ji binemala navdar be; her endamekî bawermend, ku dengxweş e û hunurê wî yê kilamstiranê heye, dikare bibe. Û a dawî, dewrêşên gerok hene, ku merasîmên gelêrî û erf-edetên sûfîyan diparêzin û gorî femdarîya wana cûrê jîyana wan li Xwedê xweş tê. Ewana bi kîsî parskirinê dijîn, miqatî li nexweşan dikin û bona qencbûna wana dua dikin. Yek ji erkên dewrêşan ew e, ku di nava çil rojan da nehêlin ku agir di ocaxê da bitemire û ev yek tê maneya ku çil rojan dua li Xwedê dikin. Ev yek pir dişibe xizmetkarê Ziyareta Zerdûştîyan, ku ewqas dilzîz miqatî li agirê pîroz dibe, û herwiha her cûre agirî jî, ku hêmanek e ku Xwedê daye.

 

* * *

Merasîmên olî yên ehl-î heq ji merasîmên musulmanan pir têne cudakirin. ”Evdên heqîyê” tevî wan merasîmên bo musulmanan pir giring nabin, wek heca berbi Mekkayê, rojîgirtina sî rojan di meha Remezanê da, çûyîna mizgeftê, xweşûştin û duakirinên herroje yên mecbûrî. Gorî gotina yek ji endamên cimeta ehl-î heq, ewana tenê wexta berevî civîna tevayî ya bi navê ”cem” dibin, bi duayan berê xwe didine Xwedê. Civînên tevayî yên taybet li avahîyên bi nave ”Cemxane” têne derbazkirin. Seyîdê hilbijartî serokatî li civînê dike û ew wî erkî heta dawîya jîyana xwe pêk tîne, xelîf û xadim jî cîgirên wî ne. Hemû tevgel berî civînê xwe bi temamî dişon, cil û bergên paqij li xwe dikin. Bi xwe ra qurbanên bêxwînî – nezir (gûz, fêkî, şîrinahî) tînin. Li civîna tevayî ne tenê pirsên olî gengeşe dikin, lê herwiha şahîyan û dawetan dikin, pirsgirêkên civakê û malê çareser dikin. Piştî dawîhatina van karan qurbana bêxwînî – nazir di nav amadekaran da belav dikin, û piştî xwendina duayan hemû bi hev ra xwerinê dixun. Pey xwerinê ra dest bi ”duakirina civînê” dibe. Hinek caran li civînê xênji nazirê qurbaanî jî belav dikin – goştê kelandî yê dewarên kirine qurban.

Endamên cimeta ehl-î heq rojîyên sê rojan yên hersale digirin (dewsa rojîyên musulmanan yên sî rojên heyvê). Ew 13ê çileya paşin destpê dibe û 15ê çileya paşin xilaz dibe. Roja pêşin a rojîyê tê binavkirin wek Roja Dawud, roja duduyan – Roja Benyamîn (herdu ji bo rûmeta mêrxasên Încîlê), roja dawî, ya sisîyan – Roja Xweda (Şah) ye.

Bawermend diçine ser mezelên kesên Pîroz, yên ber dilê xwe ezîz: Sultan Îshak li Perdîwarê, Şah Hoşîn li gundê Hewarê, Baba Yadîgar li gundê Seranê, li çiyayên Dalehû, li bakurê Kêrmanşahê, Baba Tahir li bajarê Mendelî û yên din.

Pêwendîyên bawermendên ola ehl-î heq bi nûnerên olên kurdan yên din diha xurt in, ne ku bi musulmanan ra. Ewana ji bo wê yekê bi elewîyan û êzdîyan ra nêzîktir in, ji ber ku hemû jî reng û rûyên bawermendîyên Îrana kevinare û eref-edetên qedîm diparêzin, wek bawerîpêanîna laşên esmanî, hêmanên xwezayî yên agir û avê, bawerî bi hebûna Xwedêyê Afirîner, ku sipartîye şeş (varyanta heft jî heye) Xwedayan cihanê bi rê va bibin, bêy merc û şertan pêkanîna daxwezên rêberê ruhanî û h.w.d. Xênji wê, helwesta nerewa ya ola dewletê a fermî li Îraqê di hindava olên gelên din yên kêmjimar, ku rê dide xwe ji îslama sunî dûr bixin, alî olên din dike ku xwe nêzîkî xaçparêzan bikin.

 

 

ELEWÎ (QIZILBAŞ)

Elewî (qizilbaş) – cimeta olî ya mezin e, ku navbenda wê li çiyayên Dêrsimê ye, jora Ferêt. Ew di nava kurdan û tirkan da hene.

 

Warên belavbûna qizilbaşan piranî li ser axa du dewletan e: li rohilata Tirkîyê (Qers, Erzurum, Mûş, Erzîncan, Sivas, Meletiye, Adane û yên din) û li Îraqê (Li nêzîkî bajarê Kerkukê û li çend deh gundên ku dikevine rohilata Mûsilê, ew gund wek sêgoşeyan li rex herikîna çemên Dicle û Zaba Mezin hatine avakirin). Bi hesabkirinên cuda-cuda, jimara wan li Tirkîyê dike weke pênc mîlyon kes.

Navkirina ”qizilbaş”, ku tam tê maneya ”sersor”, ji naznavê azirî yê zureta Şêxê şiî Safî ed-Dîn – Sefewîyan çê bûye, ku zêdeyî 230 salan (ji sala 1502an heta sala 1736an) li ser hukum bûye. Rengê sor bi wê yekê va girêdayî ye, ku tepeyê tirbanên qizilbaş yên xizmetkarên dîwanxaneya şahên Sefewîyan di rengê sor da bûn. Li ser wêneyê bi destxetên farisî li ser kolayî yê ji Tewrêzê, ku paytextê pêşin yê Sefewîyan bûye, wêneyê serleşker Îskender (Aleksandrê Mezin) û xweşmêrên dîwanxaneya wî hene, ku derketine bona “ava heyatê” bigerin. Kumên Alêksandr û giregirên li rex wî li ser wî wêneyê sala 1524an tam ji nimûneyên Sefewîyan hatine bergirtin, ango kopîkirin. Lê endamên wê cimeta olî dewsa wî navê bona wana xerîb wê bi awayekî din binav dikin: elî-kulî (”xizmetkarên Elî”) û elewî (”elewît” bi eynî fikirê ye), û xwe dihesibandin wek kesên ji zureta îmam Huseyn, kurê Elî ibn Ebû Talib û nevîyê Mihemed pêxember. Pareke qizilbaşên Îraqê xwe bi nav dikin wek şebek. Di dawîya sedsala XX jimara şebekan gihîşte sed hezarî.

Qizilbaş, wek bawermendên ulmê ehl-î heq, xwedî bawerîya Yekxwedêtîyê ne – wehdet el-wucud, bawerîya daxuliqandina Xwedê û jîyana ruhî ya nemir. Lê ewana berevajî ehl-î heq, Elî ibn Ebû Talib dihesibînin wek Xwedayê xuliqî yê sereke. ”Sê Pîrozîyên” qizilbaşan Elî ibn Ebû Talib (Xwedê-bav), Îsa, ango Mesîh (Xwedê-kur), û Mihemed (Xwedayê ruhî, xwedêyê rehetîyê). Xênji van hersê Xwedayan, qizilbaş pênc melekan jî dihebînin – alîkarên Xwedê di dema avakirina cihanê da, hejmara dwenzdeh û çil alîkarên din. Di ulmê şebekan da navên hemû melekên alîkar bi têrmînologîya tirkî hatine nivîsar.

Zimanê ebabetî û merasîmên olî yên şebekan, wek ku yên kurdên elewî yên Anatolîyayê, tirkî ne, lê xebrdana wan ya rojane goranî ye, ku kakaî (nave kurdî yê ehl-î heq) jî bi wî zimanî diaxivin û li rex wan eşîretên Sarli û Becalan dijîn. Sarli beşek ji ehl-î heq in. Eşîreta Becalan pir caran bi nav dikin wek beşeke şebekan, lê ew dikevine nava teşkîla eşîrtîyê û rêberê wan serekeşîrê wan e. Piranîya Şebekan gundî ne, ku xwe ji tu eşîretê nabînin, lê li ser axa seyîdan kar dikin. Seyîd bi esilê xwe va ji zureta Mihemed pêxember û Elî ne, li bajaran dijîn û di nava bawermendan da xwedî qedirekî pir in.

Di sedsalên XVIII-XX belavbûna qizilbaşan li ser axên Tirkîyê û Îraqê tesîr li ser taybetmendîyên wan yên olî kir, ew ji hev ferq dikirin. Mesele, di cil û bergên şebekan da tesîra îslamê pir xuya dikir, lê qizilbaşên Tirkîyê herdem di bin tesîra xaçparêzîyê da bûn. Gorî lêkolînerê firansî M. F. Grenar (1905), ku seredana Asîya Biçûk kiribû, qizilbaş xwesma rûmet didane Meryemê (Maria), lê nîgara Îsa (Mesîh) wek ku di ”Mizgîn”ê (yek ji çar vegotinên Încîlê yên li ser jîyana Hizretî Îsa.- Not a redactor e) da hatîye raberkirin qebûl dikin. Hema bêje eynî tişt lêkolînerê rûs V. Gordlevskîy di sala 1916an da nivîsîye: ”Li warên çiyayî yên Dêrsimê qizilbaş (yên kurd) zarên xwe dişînine dibistanên ermenîyan, û ewana dersên Qanûna Xwedê fêr dibin”4.

Berevajî êzdîyan û bawermendên dînê ehl-î heq, qizilbaş bawerîyê bi hebûna şeytan tînin, ku di giyanê mirovan da bi cî dibe. Ew ê berîya Roja Xilafê ji nav miriyan xuya bibe û bi Îsa (Mesîh) re şer bike.

Di bawermendîyên olî yên qizilbaşan da heta niha jî paşmayînên bawerîyên kevinare xuya dibin, di nav wan da hebandina daran jî. Gorî lêkolînên Gordlevskîy, ”gelek caran cîyê duakirinê ber dareke qedîm e, ku di nava 40 daran an jî di nava daristaneke tam da ne… Qizilbaş li ber darê sond dixun; li ser daran nalên hespan hene, salê carekê li wir dua dikin û qurbanan didin”5. Derheqa hebandin qizilbaşan ya hêzên xwezayê da – Royê û Hîvê – Grenar jî nivîsîye.

Qizilbaş di salê da çend caran rojîyan digirin. Wek şiîyan, ewana rojîyan di meha Muherremê da (meha pêşin a gorî salnameya musulmanan a Hîvê) digirin, bo bîranîna şehîdbûna îmam Huseyn ji destê dijminan; her roja pêncşemê – roja şehîdbûna Elî ibn Ebû Talib (tenê kesên ruhanî rojîyan digirin); di meha sibatê da – bona bîranîna Xidir Îlyas, ev rojî wana ji ermenîyan hildane.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev