DI EVSANEYA KURDÎ DE SÊ CÛREYÊN HESPAN

DI EVSANEYA KURDÎ DE SÊ CÛREYÊN HESPAN

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Bi giştî dema meriv dikeve kûrahiya naveroka çîrokên Folklora Kurdî, sê cûre hesp têne dîtin.

Diwazdeh salên ku min lêkolîn li ser Folklora Kurdî kiriye, bi giştî 1.710 perçe folklor berdest bûne. Ji wan 370 çîrok in.

Di nava wan çîrokan de ya herî berfireh û bi naverok, ya GUL Û SÎNEM û ya ABIDÊ ŞIKEFTÊ YE.

Şînem Paşa di nava heft deryayên ÇÎN û MAÇÎNÊ de ye û di Çîroka Abidê Şkeftê de jî sê dinya hehe.

Mîrze Mihemedê lehengê çîroka kurdî ku diçe hem bi Sînem Paşa re dipeyive û hem jî diçe li wan hersê dinyayan digere, carek tenê bi siwariya li Teyrê Sîmîr çûye ba Sînemî, lê wekî din bi siwariya li hespan çûye.

Bi giştî di Evsaneya Çîrokên Kurdî de, sê cûre hesp hene: Yek Hespê Bayê, yek Hespê Deryayê û yek jî Hespê Brûskê ye.

Di Çanda Kurdî de, çîroka balkêş, a GUL Û SÎNEM e:

. Li Kurdistanê kijan çîrokbêj dema bixwaze vê çîrokê bibêje, pêşî weha dibêje: ”Heft şaxên vê çîrokê hene, lê ez tenê yekê ji wan dizanim.”

Ew heft şaxên çîrokê ji min re bûbûn derd, min xwe bi xwe digot: Divê ez wan heft şaxan bi dest bixim.

Lê mixabin, çendî ku min têkilî bi gelek kurdên ji hemû herêm û beşên Kurdistanê re danî, di encam de min tenê çar şax bi dest xistin.

Çi dema min kîjan şax bi dest dixist, pêre pêre min di cildekî Xwençeyê de diweşand (Xwençe 10 cild in). Lê neh sal piştre min ew çar şax xistin cildekê û di 2005an de wek pirtûkeke serbixwe weşand.

Di wan her çar şaxanên Çîroka Gul û Sînemî de, ew hesp ji devê Sînemî weha hatine binavkirin:

 

Çîrok 1: Hespê Bayê û Hespê Avê (derya). Rûpel: 45.

Çîrok 2: Hespê Birûskê û Hespê Bayê. Rûpel: 76.

Çîrok 3: Di vê çîrokê de weha hatine binavkirin: Hespekî Sînem û Hespekî Gulê. Rûpel: 101.

Çîrok 4: Di vê çîrokê de Sînem weha gotiye: Du hespên min ên kumêt hebûn, navê yekî BA û navê yê din jî BAHOZ bû.

 

Bi gumana mezin ev herdu hesp jî yek Hespê Bayê bûye û yek jî Hespê Brûskê bûye.

Di hin çîrokên din de jî, hespên bi vî cûreyê hene.

Lê divê meriv wan 370 çîrokan ji nû ve di ber çavan re derbas bike.

Wek agahdarî tînim bîra xwendevanan ku bavê hespê Rostemê Zal jî, Hespekî Deryayê bûye û ji nava Gola Wanê derketiye.

Bi hêviya lêkolîneke berfireh li vê babeta Hespên Evsane yên di çîrokên Folklora Kurdî de, her şad û bextewer bin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev