OCTAVIO PAZ (1914-1998)

OCTAVIO PAZ (1914-1998)

NASYONALÎSTEKÎ ENTERNASYONALÎST

Gird Elî

Dost û hemwelatîyê Octavio Paz Carlos Fuentes di derheqê wî da weha dibêje: Lawê Meksîko, birayê Amerîka Latîn, xortê Spanyayê, lawê navmalî yê Fransayê, Ingilîstan û Îtalyayê, mêvanê herdemî yê Japonya û Hindîstanê û di ber ra jî lawê Amerîka Yekbûyî.

Bi gotineke din Octavio Paz nasyonalîstekî enternasyonalîst bû.

Xwedîyê xelata edebîyatê ya Nobelê ya par (lewra, ku ev nivîs di sala 1991an da çap bû) Octavio Paz di 31 Adara 1914an da li Meksîko City hatiye dinyayê. Paz ji hêla bavê da ji malbateke mestis (ango, niştecihên Meksîkî ên kevn) û ji hêla dê va jî Spanî ye. Di malbata Paz da yê ku ji berê va dihate nasîn bapîrê wî bû. Kalikê Paz nivîskar û rojnamevan bû. Di wexta xwe da bi xurtî li dij kolonyalîstên Frensî şer kiribû.

Paz şiirên xwe ên pêşin di hivdesalîya xwe da di kovara Barandal da çap kirin.

Pirtûka Paz ya pêşî (Luna Silvestra: Hîva Kovî) di 1933an da derket. Paz di 1937an da diçe Spanyayê û beşdarî kongreyeke nivîskarên antî-faşîst dibe. Li wê rê nasîna xwe li gel gelek şexsîyetên edebî datîne. Wekî şairên Spanî Machado û Cernuda, yên Amerîka Başûr, Neruda, Vallejo, W H Auden û Tristan Tzara.

 

BAWERÎYA WÎ YA BI KOMINÎZMÊ SIST BÛ!

Paz weke gelek nivîskarên Latîn Amerîkî ji hêla siyasî va çep bû. Lê piştî peymana nawbêna Stalîn û Hitler bawerîya wî bi kominîzmê sist bû.

”Edebîyat dê nikanibe dinyayê xelas bike, lê qe nebe dikane wê berbiçav bike, wê temsîl bike bi gotineke din wê analîz bike. Helbet carina jî biguhêre. Lewra divê em bizanibin ku analîza heqîqetê her gav bi rexne ye.”

Ew heqîqeta ku Paz dixwe analîz bike û biguhêre, helbet di derca pêşin da ya Meksîkayê ye. Tecrubeyên şexsî û entelektuelîyek piralî rê jê ra vekiriye ku di derbarê welatê xwe da perspektîfeke xurt girtiye.

Lê Paz wekî entelektuelekî Meksîkî çendî kul i ser meselên welatê xwe û Amerîka Latîn mijûl bûbe û di vî warî da xwe mesûl dîtibe, bi qasî wê jî li ser problemên dinyê mijûl bûe.

Paz bi qelema xwe sînorên nivîskarîyê fereh kiriye. Tenê roman ji ew beşa nivisînê ye ku Paz xwe tê da neceribandîye. Wekî din di hemî beşên nivisînê da meriv berhemên wî dibîne.

Li ser pirseke kovara ”Magazine Litteraire” Paz weha dibêje: Ez ji ekolekê têm ku şair di ber şiirnivisîna xwe ra bi huner û musîkê va jî mijûl dibe, wekî mînak Beudlaire, Valéy û Breton…

 

KULTURÊN CIHÊ BÛNE YEK!

Li ba Paz kulturên cihê bûne yek. Lewra meriv vê yekbûyinê ne tenê di warê biyolojîk da, her wisa di warê edebî de jî bi xurtî dibîne. Paz zanava xwe bi dîroka welatê Meksîkayê ya giştî ve îzah dike. Lê, di gel vê jî şiir û esayên wî reheke xwe ji romantîzm û sembolîzma Ewropî werdigrin.

Rexnegir pêşketina nivîskarîya Octavio Paz bi du babetan îzah dikin. Ya pêşin: rêya wî ya ku di nav kulturên cuda ra derbas bûye. Rehên wî ji dinya mitolojîya Meksîkoyê ya berya kolonyalîzmê derdikevin tên salên sihî yên Ewrûpayê û şerê Spanî yê hundirîn, ji wê derê jî diçe Fransa û paşê jî Japonya û Hindîstanê.

Li van welatan Paz, bi baldarî li ser kultur û edebîyata wan radiweste. Ew tiştên kul ê tesîr dikin dineqîne, di şiir û nesra xwe da bi şarezayî bi kar tîne.

 

DIVÊ MERIV LI REALÎTA JIBÎRBÛYÎ BIGERE!

Ya din jî ev e ku Octavio Paz bi sê gehînekên edebî ve mijûl dibe: Ya mîtolojîk, ya surealîstî û ya lingivîstîkî.

Paz dibêje: Sedsala me wêneyê dinyayê ya çaxên berê winda kiriye, bêyî ku şûna wî tijî bike. Polîtîka, spor, mode, televizyon dixwaze vê valahîyê tijî bike”.

Paz êrîşê dibe ser exlaq û bawerîyên dema me: ”Bi dû ku ilm, ol û metafizîk da xuyanîkirin ku têr nakin, wê çaxê divê meriv li heqîqeta jibîrbûyî vegere”.

Paz di vê lêgerîna xwe da alîkarîyê di surealîzmê de dibîne. Ji bo wî surealizm ne tenê stîleka şairîyê ye. Lê, metodekî îzahkirina jiyanê ye. Ew dide xuyanîkirin ku dê meriv çawa di dinyayeke ku Xwedê dev jê berdayî da bijî.

”Aqilmendîya modern ne ji felsefê lê ji huner tê. Ev ne aqilmendî ye, dînitî ye, lê şaîrane ye. Sedsala berê jê ra romantîzm digotin lê ji nîvê sedsala me û vir ve jê ra surealîzm tê gotin. (Corriente alterna 1967)

Beşeke mezin ji berhemên Paz esa (ceribandin) in. Esayên Paz ji kompozisyonên kurt û dirêj pêk tên û di derbarê huner, edebîyat, film û antropolojîyê da ne. Yek ji yên girîng jî Passion Critica ye, ji hevpeyvînên wî pêk tê.

Essay an jî ceribandin, gotineke ku di gelek zimanan de bi kar tê, ji bo hin pirtûkên felsefî û biyografîk jî bi kar dihê. Di nav berhemên Octavio Paz de ji van her du babetan jî esay hene.

Şiirên Paz di bendek pirtûk da hatine civandin Poemesi (1935-1975), nêzî 700 rûpelî ne.

Derî vê Paz tiyatroyek jî nivisîye: La hija de Rapaccini (keça Rapaccini)

 

ÇEND HELBESTÊN PAZ (bi şiroveya min) 

BERBANG

Destên sar û çist

Bi paş de dikêşînin

Terîşên taritîyê

Ez çavên xwe vedikim

Ku

Hêj

Di nîveka birîneke nû da

Dijîm

 

HINGIVÎN

Destên min

Perdeyên hebûna te vedikin

Te bi tazitîyeke hê zelaltir dixemilîne

Bedena bedenên te eşkere dike

Destên min

Ji bo bedena te bedeneke din diafirîne

 

WAFTÎZ

Hesenê ciwan

Ji bo ku bi yeka xiristyan ra bizewice

Xwe waftîz kir

Nola Vîkîngekî

Keşê navê Erîk lê kir

Nuha

Du navên wî hene

Lê bi tenê jineke wî.

 

XEYAL

Lewra ku mirov toz in

Ewên ku di deştê ra dibuhurin

nexwe mirov in.

 

REWA

(ji Carlos Fuentes ra)

Li jorê av

Li jêrê zuhayî

Li ser rêyan ba

Bîr arm e

Satil ava reş bêdeng e

Av ber bi daran ve kom dibe

Asîman ber bi lêvan ve bilind dibe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev