Berhemên kurdzanên me – 235

Berhemên kurdzanên me – 235

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970)”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa sisîyan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970) -3

Di zagon No 5826 da dihat dîtin ku komîsyona ji sê mirovan saz bikin (nûnerek ji wezareta xwelîbêcerkirin, yek ji ya transport û pevgirêdanê, yek jî ji saxlemîxweykirin û bêxofkirina sosyal) ku diviya wan navçeyên ji zona qedexekirî bide nîşan dan (ji bo numûnê, Tunceiî, Sasûn, Zeylan û yên mayîn), ku tê da, eger pêwîst bibe, ewê wargehên jiyînê bihatana saz kirin. Bi vê biryarê li wargehên jiyînê yên usa ew kesên ku pey 1 çileya paşîn 1938, ango dû karên cezakirinê ku eskerên Tirkiyê li Dersîmê pêk anîn, ber bi wilayetên roavayê hatibûn sirgûn kirin, dikaribûn bijîn.

 

Anegorî zagon No 5826, paragraf 6, ya serwêrtiya sereke ya aliyê karên xwelîbêcerkirinê û muhaciriyê ya rex serekwezîr, di 17 oktobr 1951 da bi qolê wezîrê dewletê Işcan, belgok No 154 ji waliyên wilayetên rohilatê ra şand. Di wê belgê da dihate nîşan dan ku zagon No 5826 ya 3 tebax 1951, qedexekirina çûyîna navçeyên Tuncelî, Sasûn û Agiriyê (bilî perçeke wê ya biçûk) û vegerandina ji wan deran dide hildan (45, r. 335). Hema wê dem-salê, waliyên wilayetên Agirî, Bitlîs, Qers, Siirt, Tuncelî û Wanê bi belgok No 105-3630 di derheqa sazkirina komîsyona li jorê nîşandayî da hatin agahdar kirin (45. r. 335).

 

Qedandina sozdayînên Partiya Dêmokrasiyê berî bijartinê bi van mecalan va jî xelas bû. Çi ku di derheqa sozdayînên mayîn da dimîne, ew tucar ne hatiye miaser kirin. Hela bi ser da, hukûmeta Partiya Dêmokrasiyê mecal qebûl kir bona xurtkirina hevrakarkirina tevî welatên rohilatê yên cîran (Iraq, îran) bona hincirandina tevgerên Kurdan. Ew yek bi dilê DYA, Ingiltere û çend welatên roavayê yên mayîn, ku dixwest ku rêxistineke eskerî ya wek NATO çêkin û welatên Rohilata Nêzîk û Navîn tê da wergirin, bû. Di miaserkirina planên dewletên roavyê yên bona teşkîlkirina rêxistineke ewha berî gişkan Tirkiye hat, ji ber ku navbera wê û DYA û Ingilterê xweş bû. Di destpêka çileya paşîn 1955 da, serokê hukûmeta Tirkiyê A. Menderes çû Bexdadê û li wira hevpeyvîn tevî serekwezîrê Iraqê Nûrî Seîd ra derbas kirin. Di 12 çileya paşîn da, li Bexdadê daxuyaniyek, ku tê da dihat gotin ku herdu alî biryar kiriye peyman di derheqa bêqeziyabûna herdu aliyan da girêdin, hat weşandin.

 

Di 24 sibat 1955 da, li Bexdadê Peymana ku di paşdemê da wek “Pakta Bexdadê” hat bi nav kirin di erheqa hevrakarkirina di navbera Iraq û Tirkiyê da hat qol kirin (130, r. 162). Anegorî miqala wê peymana pêşîn, eger pêwîstî hebe peyman û protokolên xusûsî di derheqa hevrakarkirina tevayî di şerkariya dijî heja dêmokrasiyê da, herweha jî dijî şerkariya Kurdan ji bona mafên xwe, qol dikin.

 

Wek ku rojnama Lubnanê “Têlêgraf’ di adara 1955 da dinivîse, di nava peymana Bexdadê da protokola Tirkiye-Iraqê, ku tê da didît ku balafirgehên hev bi kar bînin û izn bidin eskerên hêlekê ku derbasî hêla mayîn bibin, bi dizî jî bû. Bi wê protokolê, Tirkiyê borc hildida ser xwe ku alîkariyê bide Iraqê di nava hînkirin û bi teknîkî razîkirina ordiya Iraqê bi çekên nûjen va da. Ew alîkarî jî, ku Tirkiye ji DYA distîne, ji kîsê wan e. Pareke protokolê didît ku hereketên her du aliyan di nava şerkariya dijî eşqiyayên ku “dijî siyaseta Tirkiye û Iraqê tên” bikin yek (102, r. 16).

 

Di nava sala 1955 da, îran, Pakistan û Ingiltere jî ketin nava wê peymanê. Pey civîna peymana Bexdadê ya rikindar ra, ku di novembra 1955 ii Bexdadê hat derbas kirin, struktura peymanê ya teşkîldariyê, ku Şêwra Wezîran, sekretarî û çar komiteyên aliyê pirsên cihê-cihê diketin nava wê, hate qebûl kirin. Bona me komita bona şerkariya dijî karkirina pîre-pîrekirinê, ango casûsiyê, (“komiteya bêqeziyebûnê”, “komiteya polîsî”) hewaskar e. Ew komite ji serokên serwêrtiyên polîs, usa jî xebatkarên dereca casûsiyê yên dewletTendamên peymanê hatibû saz kirin. Komitê salê carekê civîna xwe dikir. Wê bona şêwra wezîran wekîlname amade dikirin û mecal didan hazir kirin bona şerkariya dijî tevgerên dêmokrasiyê û millî-azadariyê, hem li hundirê welatên endamê peymanê, hem jî li welatên cîran ku xwe bi tebiya bêalî girtibû. Bi formalî ew komite ji du binkomiteyên ku şerkarî dijî “karkirina casûsiyê” dikir bû. Ji van hemuyan, em dikarin bên ser wê bîr û baweriyê ku dema sazkirina peymana Bexdadê tûjbûn û hişkbûna pirsa Kurdan, hukumdarên Tirkiye, Iran û Iraqê, usa jî piştgir û kolonyalîstên DYA û Ingilterê, hergav di nava tirs û xofê da xwedî dikir, hatibû hesab hildan.

 

Şuxulkarên tevgera Kurdan a bi nav û deng gelek caran xeysetê peymana Bexdadê dijî Kurdan di nava nameyên xwe ku ji Koma Milletan û rêxistinên navneteweyî yên mayîn ra şandine da, nîşan dida, usa jî ew yek di nava nivîsarên wan da hatine xuya kirin (4,4, r. 3-4) :

 

“Ez dikarim we bidim bawer kirin, – I. Ş. Wanlî nivîsiye -, ku heyetiya pirsa Kurdan bû behana sereke bona girêdana peymana Bexdadê ku Nûrî Seîd serokatî lê dikir, di navbera Tirkiye, Irana Şah û Iraqa padîşahtiyê ku gihîştine hev bona bi tevayî têkoşîna Kurdan bidin hincirandin. Ingiltere jî şervaniyê dijî tevgera Kurdan dike, ji ber ku ew naxwaze li Rohilata Nêzîk û Navîn guhartinên siyasî û civakî bibin. Ew dicedîne ku statukwo biparêze bona li vira kaniyên neftê bi kardarî bide xebatê. Û ziyankêşê sereke yê wê statukwoyê li Rohilata Nêzîk ew gelê kurd e. Ev isbata sedî sed e” (173, r. 25).

 

Ji text avêtin û hilweşandina rejîma padîşahtiyê li Iraqê, ku di hezîrana sala 1958 da qewimî, û derketina wê ji peymana Bexdadê (sala 1959) derbeke xedar gihande siyaseta komên Tirkiye, îran û Iraqê yên rêaksyonêr û şovînîst. Ji ruyê wergerandina dewletê li Iraqê, qewlên baştir hatin saz kirin bona şerkariya Kurdan ji bo mafên xwe yên millî li wî welatî. Lê tevî wê yekê, rewşa Kurdên Tirkiyê wek berê bû. Hukûmeta Partiya Dêmokrasiyê ji qewimandinên li Iraqê ders hilneda. Wê dîsa siyaseta fetisandina şerkariya dêmokrasiyê û pêşîgirtina her awayê nerazîbûnan di nav bineciyên Tirkiyê yên kurd da dida derbas kirin.

 

Di nava van şertan da, şuxulvanên Kurdan li welatên biyanî yên bêtir dûrdîtî bangî Kurdan dikir ku yekîtiyê çêkin bona ku dijî desîseyên empêryalîzmê li Rojhilata Navîn derkevin, bona azakirina gelê kurd ji zordestên welatên derve û yên cî. “Banga ber bi Kurdan” ku di gulana 1956 da Komîteya Kurdan li Ewropayê pê pêş da hat hêjayî guhdariyê ye. Em wê bangê bi temamî li jêr tînin :

 

“Hemû Kurdên welatparêz dibînin ku milletê kurd di nava rewşeke çiqas xerab da ye. Kurdistan bi destê zorê hatiye perçe kirin : Kurdan dîsa dizêrînin û li dû wan digerin; ew ji mafên siyasî û çandî yên biçûktirîn hatine mehrûm kirin; herdem siyaseta êşkencekirin û helandinê di hindava Kurdan da tê pêk anîn – ev hemû nikare berxweketina gel, ku ji bona wê tradîsyonên şoreşgeriyê û têkoşîna millî beha ne, pêş da neyne”.

 

“Rewşa Kurdistanê nuha guheriye. Kemala Kurdistanê ya stratêjîk û dewlemendiya binerdê wê ji alîkî, bihêzbûna şerkariya azadariyê li navça Rohilata Navîn û pevgirêdanên wê yên dîrokî tevî Kurdistanê ji aliyê mayîn va, wê navçeyê dikin wargeke gelek giring”.

 

“Empêryalîzm destên xwe danîne ser dewlemendiya welêt û tebiya wî ya stratêjîk bona ku armancên xwe bi kar bîne. Ew helanan dide Kurdan ku rabin dijî cîranên xwe û dicedîne ku sebebê rewşa wan a hergav pîs, ku tê da ew bixwe gunehkar û sûckar e, ji ber ku empêryalîst e û dijminê gelan e, binperde bike”.

 

“Kurd tê digihîjin ku bextê wan bi bext û qederê cîranên wan va girêdayî ye, loma jî daxwaziya wan a herdemî ew mehkemebûna dostiyê û hevrakarkirina her du aliyan di navbera hemû hêzên dêmokratîk ên gelên tirk, ereb û faris da ye. Dîrokê borc daniye ser merivên pêşverû û gelên Rohilata Navîn ku alîkariya şerkariya Kurdan a azadariyê bikin, lê bextê Kurdistanê di destê Kurdan bixwe da ye”.

 

Ji ruyê peygerîn, tenêkirin (izolekirin) û nexwendîtiyê, usa jî nezaniya pirsa Kurdan, piraniya Kurdan nizanin ku riya xelasbûna wan kîjan e û nizanin ewê înk û eynata xwe, ku di nava giyana wan da bi salan berhev bûye, çawa bi kar bînin bona hêza xwe bikin yek, ji bo ku derbeke xedar bigihînin dijminên gelê kurd û peymanên wek yên Saadabad û Bexdadê”.

 

“Bi vî awayî, bona Kurdan, weke av û hewa, siyaseteke yekbûyî ku divê li ser gel hîm bibe lazim e, û ew siyaset gotî ji aliyê rêxistinên Kurdan ên cihê-cihê û kesên zane bê amade kirin. Ev hemÛ bona dîroka Kurdistanê gelek giring in”.

 

“Em, koma Kurdên Ewropayê, hêviya xwe datînin ser gelê xwe û alîkariya cîranên we yên qenc, pêşniyar dikin ku kongreya Kurdan a millî, ku hemû rêxistinên Kurdan, komeleyên çandî û welatparêzên Kurdan ên bi nav û deng divên tevî wê bibin, derbaskin. Li kongrê dikarin pirsa di derheqa amadekirina siyaseta tomerî da enene bikin û divê Kurd şervaniyê bikin bona ku ew di nava jiyanê da bê pêk anîn”.

 

“Em bi dil û can bi wê yekê bawer in ku derbaskirina kongreya Kurdan, kîjan gotî usa jî siyaseta hemkurdiyê amade bike, ewê emekeke mezin be di nava karê azakirin û yekbûna Kurdistanê da û ewê derbeke xedar bigihîne empêryalîzmê. Kongre ewê gelek kardar be di karê mehkemekirina dostî û biratiyê di navbera Kurdan û cîranên wan da”.

 

“Kongre, bilî nîşandana armancên tomerî, ewê planên pratîk amade bike bona parastina hebûna milletê kurd, ji bo nimûnê ziman û edebiyat. Ewê bibe dengdara Kurdistanê li hemû cihanê”.

 

“Em eynî bangî ji hemû welatparêzên Kurdan ra dikin ku dest bi sazkirina komiteya tedarukdîtinê bikin ji aliyê derbaskirina kongreya Kurdan a millî; komite ewê pirsa cî û dema derbaskirina kongrê nîşan bide, ewê propaganda bide derbas kirin û belgokan belav bike, ewê dawetnaman ji tevgelên kongrê ra bişîne. Bi kurtî, ewê bibe komiteya tedarukdîtinê bona teşkîlkirina kongreya Kurdan”.

 

“Bijî kongreya Kurdan a millî, bijî Kurdistana aza”! (162, r. 5S-56).

 

Rêxistinên welatên derve yên pêşverû ji bo parastina Kurdên Tirkiyê pêş da hatin. Ewha, kongreya 5mîn a “Yekîtiya xwendevanên navneteweyî” ku di îlona 1958 da hate derbas kirin, di derheqa pirsa Kurdan da biryarek qebûl kir. Di wê biryarê da wê siyaseta hukûmeta Tirkiyê ya rêaksyonêr di hindava Kurdan da rexne kir, usa jî piştgiriya mafên 5 milyon Kurd, ku şerkariyê bona naskirina mafên gelî dikin, kir (173, r. 16).

 

Nûnerên rewşenbîrên Kurdan di şertên Tirkiyê yên giran da, di salên pey şerrê pêşîn da hêzên xwe kirin yek bona ku guhdariya cihanê deynin ser problêma wilayetên rohilatê, ango pirsa Kurdan a millî. Ewha, di sala 1948 da, di meha tîrmehê da, welatparêzê kurd Mûsa Enter (Şêxmûs Yilmaz) dest pê kir kovara “Serkaniya Diclê” (Dicle kaynagi) biweşîne û nûnerên rewşenbîrên kurd û xwendevanan li dora xwe bicivîne. Kovarê di sînorên zagonê da dest bi enenekirina “problêma Rohilatê” kir, di derheqa bîr û baweriyên bona pirsa pêşdaçûyîna wilayetên rohilatê da dinivîsî. Di çileya paşîn 1950 da, kovara bi wî awayî “Kovara Rohilat” jî derket. Lê di wê derecê da, rojnama “Wetenê pêşverû” (Ileri Yurt) ku di payîza 1958 da li Diyarbekirê hate weşandin roleke giringtir lîst. Rojname bona pêşdaçûyîna Rohilatê, çêkirina nexweşxanan, dibistanan, riyan û tiştên mayîn pêş da dihat (166, r. 112).

 

Girtina Mûsa Enter bona propagandekirina “kurdîzmê” bû sebebê protêstoyên mexlûqetiya Kurdan û vê yekê di hêla siyasî da gelek deng da. Ji ruyê protêstoyên herroj Mûsa Enter hat berdan. Ew ne tenê destanîna welatparêzên Kurdan bû, lê ew usa jî biserketina hemû hêzên welêt ên dêmokratîk bû, ji ber ku berî wî tu kesê ku bi gunehkarkirina “kurdîzmê” hatibû girtin ji hebsê sax û silamet venedigeriya. Mexlûqetiya Kurdan de’w dikir ku dîwana Tirkiyê ku mafên Kurdan ên millî inkar dike, di navbera Kurdan û Tirkan da dijminayiyê pêş da tîne, dev ji siyaseta helandinê berde, lê usa jî riyên safîkirina pirsa Kurdan li Tirkiyê bibîne.

 

Lê dîwana Tirkiyê nikaribû demeke dirêj “sebra” xwe bona wê karkirina Kurdan bîne, nenihêrî ku ew di nava sînorê zagonê da dibû. Di 17 çileya pêşîn 1959 da, wan 49 nûnerên rewşenbîrên Kurdan girtin, di wê jimarê da herweha xwendekarên zanîngehan jî hebûn. Nenihêrî dizîbûna wan girtinan û qedexekirina weşanan, girtina nûnerên rewşenbîrên kurd, çawa li Kurdistana Tirkiyê usa jî li welatên derve berk hate gunehkar kirin.

 

Serek C. Bayar û wezîrê karên hundirî Namik Gedik, ku dicedand bi awakî ew xweserîtiya dîwana Tirkiyê şirove bikin, îlan kir ku welatparêzên kurd bona “karkirina komunîzmê” ku bi zagona welêt hatiye qedexe kirin hatine girtin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev