Ji nimûneyên zargotina me – 235

Ji nimûneyên zargotina me – 235

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûsîûpêncan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema heyştan berdewama nivîsa ”RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WANA” ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

BER, QEBÎL –3

 

Gelek-gelek avtorêd dereke, wekî derheqa kurdada nvîsîne, timê navêd qebîlêd wan anîne ortê, nvîsîne derheqa pirbûn-hindikbûna wan, şerê wan mqabilî dewleta, usa jî mqabilî hev. Bo wê yekê, mesele, nvîsîne: Elîzê Rêklyû, Dr. M. Wagnêr Rêîsê nach dêm Ararat, Ştûttgart, 1848.

Laskîn G.-Dva slova ob îyêzîdax SPB-190. Hejmar 1-2, Înovîç F. S –Oçêrkî karskoy oblastî T. 1904, Çûrsîn G- F.- Azêrbaydjanskîyê kûrdî- T. 1925, Vîliçêvskîy O.- Oçêrkî po îstorîî yêzîdstva, Lênîngrad, Atêîst, 1930; Pêtr Lêrx-Îsslêdovanîyê ob îranskîx kûrdax, SPB 1856-1858; Avêrijanov, Êxîyazarov, Arakêlyan û gelek avtorêd ereb, fariz, tirk, fransiz û yêd mayîn.

Awa, emrjîyîna kurdaye vî zemanî, qnyatêd arxêologîyayê, êtnografîyê, folklora kurdîyê û ew litêratura ku derheqa etnogênêza kurda hatîye nvîsandin, nîşan didin, wekî cmaeta kurd jî kevne, derbaz kirye emrjîyîna berektîyê, qebîltîyê êl û eşîrîyê.

Qnyatêd êtnografîyê û folklorêda jî em dibînin navêd bera, qebîl, êl-eşîreta. Wanda ne ku tu bê navê ber û qebîla tenê têne hildan, lê usa jî şerê wan mqabilî hev, mqabilî zevtçîya, derheqa serkar, neferêd qebîlê, sistî û qoçaxîya wanda tê gotinê. Mesele, berê ewlin em hildin klamêd mêranîyê. Klama “Hey lê lê”-da wekî bi celebê dîyalogî qîz û xort hevra xeber didin, peyê hev didin û ber dilê hevra tên, cmaet hiltîne nave “Kîkan” û “Milan”(23). Derheqa van herdu qebîlêd kurda, poyêma kurda ”Ker û Kulikê Silêmanê Slîvîda” jî heye,usa jî gelek efrandinêd folklorêye dinda. Poyêma cmaetê “Dewrêşê Evdî”-da heye navêd qebîlêd Mila û Şerqîya. Em ji poyêmê bînin wî perçeyî, wekî navê wê qebîlê têda heye:

Wextekê mîr Temir paşayê Mila

Mezinê êlê bû: êla Mila û Şerqîya bû, dibê:

-Mîr anî miclîs kir,

Dewrêş anî jê pirs kir,

Got: -Dewrêş mîre te divêye,

Ji minra bêje rastîyêye.

Rojê oxirmêd giran mêr beranberî çend mêra dertêye?

Got: -Mîrê min, ya te menîne,

-Mîr go,-çiqasî qoçaxbe, ancax…

beramberî mêrekîye.

Go: -Kuro, Dewrêş bigirin hevsêkin..

Go: -Heger tu dipirsî rojêd oxirmê giran,

Ez ser pişta Ûtvîn kevim,

-Ez beranberî hevsid mêrê teyî Milî derdikevim” (24).

Vî kerîda êl hatîye xebtandin, çimkî êtîmologîya zmanê meda heye, wekî dewsa xebera qebîl, cîna didin xebatê xebera êl û eşîret. Navêd van herdu qebîla hene varîyantêd vê poemêye dinda jî. Poyêma “Memê û Zînêda” hene navêd qebîla Elewîya, wekî nha jî li Dersimê dimînin. Em hiltînin litêratura derheqa kurda, başqe gotî ya êtnografîyê, çiqas bêjî navêd ber û qebîla têda hene. Derheqa neferêd wan, heleqetî, emrjîyîna wanda glî hene. Gelek mqaledar, oçêrkîst, rêwî mqale û oçêrkêd xweda bîr tînin navêd qebîlêd kurda, mesele: Mukrîya (Îran, Îraq), Hekarîya (Botan), Baylama (Farizistan), Sîpika (Qers, Aparan, Talîn), Celalîya (Rom, Ermenîstana Sovêtîyê) Birûka (Ermenîstan, Rom), Reşkotan (Dîyarbekir), Cemaldîna (Dêrsim, Farizistan), Zîla (Qers, Ermenîstan), Kaska (Qers), Heydera (Qers, Erzirûm), Motka (Wan), Reşkota (Mûş, Bitlîs), Badîna (Erzurûm), Hesena (Erzurûm, Qers), Edemanlî (Qers, Erzurûm), Lîvalî, Zerka (Qers, Erzurûm). Şadila (Erzurûm, Wan), Şerefanlî ( ? ), Cûlamerga, Begdîna (Wan), Cibirka (Xarpût), Milî û Kîkî (Dîyarbekir), Bilbas (Ûrmîya), Caffî, Kelhûrî, Tûranî, Sêncabî (Kermanşah), Zirza yan jî Zerza (Soûcbilax), Fankan, Delûsîya, Nîsamîya, Hinarsîya, Gewrika, Paçka, Xalifîya, Magûrîyan (Îran)-û yêd mayîn.

Wê şûnda, hebûne û hene gund, wekî navê qebîlê, serker yan jî serekê qebîlê lêkirine, mesele: eyla Sinco, Şatroxlî, Hesencano (Qers), Mehmûtlû, Mamedlî, Têmûrmûskanlî, Zîlanlî (nave qebîlê), Kyûrdmaxrûlû (nehîya Kûbatlîyê li RSS Adirbêcanê), Şemooxlî, Îskenderbeglî, Faraşbeglî, Cahangîrbeglî, Alîbeglî (nehîya Zengelîyê, RSS Adrbêcanê), Keleşbeg (nehîya Talînê RSS Ermenîstanê) û gelek gundêd din, wekî ser nave serkar, ber û qebîlane.

Awa, çawa em dibînin ji alîyê teşkîla cmaetîyê nav kurdada, nha jî li welatê dereke malêd biçûk, malêd mezin, ber, qebîl, êl û eşîret ser hîmê xûn û qinêtîyê hebûne. Kulfet, ber, qebîl, êl û eşîret borcdar bûn, wexta oxirmêd giran komek bidana hev. Serkarê malê gerek gura serkarê berê û qebîlê bikira, bi hevra yek bûna, alî hev bikirina timê. Hene nav jî, wekî nîşan didin pizmamtîya ber û qebîla, usa jî cûregotinêd kurdîyê. Mesele: “Teyfe”, “Koma bira- pizmama”, ”Toxim” (Toxûm), ”Silsile”, ”Ins” û ”Cins”. Gelek cmaetêd Rohilatê bo pevgrêdana ber û qebîla, pizmamtîyê van xeberêd jorê gotî didin xebatê. Çiqas silsilet jî bihatana, derbaz bûna, yeke, heta bîra neferêd qebîlê bihata, wekîlêd wê silsiletê, merivê kurd pizmamê xwe hesab dikir, ji toxim, ins, cins û silsileta xwe, xweykir û sîdarê neferêd ber û qebîla xwe. Wexta serkarê malê, qebîlê yan jî berê dixwestin neferekî malê çawa merîkî xirab ji mal, qebîla xwe derxin, digotin: “Eva ji toximê me nîne”. Wexta uzvêd berê û qebîlê nifrî li merîyê xirab dikirin, digotin: “Toximê te biqele”. Eva xebera hana eyan dike pevgrêdana pizmamtîyê, wekî gelekî didin xebatê cmaetêd Daxistanê: Lêzgînan û Tataran, lê ji qebîlêd gurc: Pşavan û Xêvsûran.

Uzvêd kulfetêd kurd topî dora serkarê berê yan jî qebîla xwe dibûn, pêra xeber didan, şîretêd wan dibhîstin, derheqa kal û bava xeber didan, usa jî derheqa serkarêd silsileta: ber û qebîlêd xwe bîr danîn, aqlibendî û kêmasîyêd wana, qewat û paşmayînêd wana, şerê qebîla wana mqabilî qebîlêd dijmine mayîn, başqe gotî mqabilî zevtçîya.

Ser hîmê prînsîpa pizmamtîyê jî wana şuxulê ber û qebîlêd xwe teşkîl dikirin. Yekî ku bi destî serkarê berê yan jî bêy wî şuxulekî xirab dikir, neferêd qebîlê, cî bihata, seba wî pizmamî xwe didan kuştin, seba neferê xwe ji destê dijmin xilazkirana.

Bi glîyê Şîrinşahê Emer(25), wexta qebîla Rojka ya bi nav û deng pêşîya qebîleke din şer dikir, berêd wana dighîştin hev, temamîya qebîlê radibû pêşîya dijmin, şer dikir.

Eva teşkîla kurdaye cmaetîyê û xîreta wane pizmamtîyê ser hîmê prînsîpêd aknatîyê hatîye teşkîlkirin, wekî nîşan dide, ku pizmam ji terefê bavê tên naskirin (yan hesabkirin), lê bira û pizmamêd dê himberî bira-pizmamêd bavê kirî ne helal tên hesabkirin yan ewana ji alîyê xûn-qinêtîyê dûrî hevin, lema jî pizmamêd dê borcdar nîbûn wexta şer-dewa komek bidana pizmamêd bavê û ser riknê edetê kal û bava extîyarîya pizmamêd bavê jî tune bû ji merîyê dê bixeydîyana, ku neçûne pişta wana. Lê gerek em bêjin, ber û qebîl gişk ne yek bûn, mesele: bal Takûrîya pizmamêd bavê seba pizmamêd dê, pizmamêd dê jî bo pizmamêd bavê xwe dikuştin, wana her alîyada komek didan hevdu. Komekdarîya usa bal ber û qebîlêd din jî hebû.

Em çend glîya bêjin derheqa serkarîkirina bera û qebîlada. Çawa serkarê bera, usa jî serkarêd qebîla-eşîreta hebûn, mesele: em hildin eşîreta Sîpka: Serkarê vê eşîretê Evdilmecîtê Sîpkî bû, wekî li Tûrkîyayê dima. Hebû qebîla Witîya (serkar bû Okizê Mamo) (26), Sitûrka (serkar Qerê Heso) û yêd din.

Serkarîkirina qebîlê ji ya berê çetintir bû, çimkî berê ewlin, gelek ber dikevin nav qebîla, ya duda, alîyê cabdarîyêda serkarê qebîlê diha zef cabdar bû, ew cabdarî wî çaxî dihat eyankirin, wexta heleqetîya serkarêd qebîla hevra hebû yan jî orta wana xirab dibû, ya sisîya, wexta şerê kurda dibû mqabilî zevtçîya û hukumetêd cî.

Cabdarîya şer, tevrabûnêd kurda diket ser serkarê qebîlê-eşîretê. Serkarêd bera û qebîla hevra grêdayî bûn, wexta serkarê berê tiştek bikira, berê ewlin elamî bira-pizmamêd xweye nêzîke sere dikir, paşê serkarê qebîlê û pey razîbûna serkarê qebîlêra destbi kirina xwe dikir. Wext jî hebû, wekî neferêd berê û qebîlê, usa jî serkarêd berê bêy serkarê qebîlê ya xwe dikirin yek, wekî ji terefê edet-pizmamtîyê rast nîbû. Berêd ku pişta hev bûna, gura hev dikirin, şuxulê wana açix dibû, yêd ku hevra bêtifaq bûn, wî çaxî mala xwe xirab dikirin, dijmin ew alt dikirin.

Bo qewmandinêd nav berêye sivik, hîmlî serkarê berê cabdar bû, usa jî giregirêd berêye din, lê bo serîyanîna pirsêd giran, çawa serkarê berê, usa jî serkarêd qebîlê hîmlî cabdar bûn. Carna diqewimî, wekî serkarê berê qure dibû, xwe usa kivş dikir, wekî atrîbuted wîye mêrxasîyê, zorbetîyê hene, gelek cara nediket bin bandûra serkarê qebîlê, şuxulê giran, ku nav bera wîda diqewimîn, wî bi giregirêd mayînva danî sêrî. Serkarêd beraye usa gelek hebûn, lema jî wexta şera, oxirmêd giran, ji rûyê bêtifaqîya bera, ji rûyê serkarêd beraye usa, ber batmîş dibû, him ji alîyê malhebûnê, him jî ji alîyê qewata şerkirinêda lap sist dibû.

Serkarêd berê û qebîlê bo her neferekê yan jî neferekî berê cabdar bûn. Wexta serkar ew cabdarî hilnedida ser xwe yan jî pêk nedianî, wî çaxî serkarê usa lap qolayî, belengaz dihat hesabkirin, hurmeta wî bal kurda, tev wan jî bal neferêd berê, carakêva tune bû.

Her berekêda, qebîlekêda hebû şêwra giregirêd wan. Îzina serkarêd berê yan jî qebîlê hebû pirsêd berêva, qebîlêva mijûl bûna. Serkarêd berê û qebîlê ne ku tenê bi pirsêd orta bera, qebîla û hukumetêva, lê usa jî bi pirsêd nav berêva neferêd berêva, kirinêd wane xirabva mijûl dibûn. Ji wan pirsa gelek, eger ji zevta wana der nîbûya, dihatin sêrî.

Ser hîmê xûn û qinêtîyê edetva grêdayî, neferêd berê jî borcdar bûn, wekî glî-gotinêd serkarê berê, qebîlê biqedandana. Eger neferêd berê gura serkarê berê nekirana, bizanibe neynesîk li ortê hebû, lema jî eger pirs cetin bûya, wî çaxî serkarê qebîlê ew pirs enene dikir, hilbet, ewî usa jî fikra serkarê berê hesab dikir.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev